1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Salvegera 4'an a Qirkirina Şengalê: Êzidî êdî bê parastin nînin
Salvegera 4'an a Qirkirina Şengalê: Êzidî êdî bê parastin nînin,salvegera,4'an,a,qirkirina,şengalê,êzidî,êdî,bê,parastin,nînin

Salvegera 4'an a Qirkirina Şengalê: Êzidî êdî bê parastin nînin

Beriya niha bi 4 salan li pêş çavên tevahiya cîhanê li Şengalê komkujî hate kirin. Piştî komkujiya ku çeteyên DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî kuştin, gelê Şengalê YBŞ/YJŞ ava kir û bersiv da komkujiyê

A+ A-

Di ser êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê re 4 sal derbas bûn ku 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşî cih û warê pîroz ê Êzidiyan Şengalê kirin. Êzidî ji bo êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê dibêjin 'Fermana 74'an'. Careke din yek ji mezintirîn komkujî û ferman li wan rabûn. Wê wextê pêşmergeyên PDK'ê ji ewlekariya herêma Êzidiyan berpirsyar bûn. Piştî ku pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê reviyan, civaka Êzidî hate qirkirin.

Ji ber êrîşa DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî hatin kuştin. Li gorî hejmarên ne fermî, 6 hezar jin û zarokên weke xenîmeta şer dîl hatin girtin, destdirêjî li wan hate kirin û li bazaran mîna koleyan hatin firotin. Zêdeyî 3 hezar jin û zarokên Êzidî hîn di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne. Bi sed hezaran Êzidî jî bi berxwedana koma ji 12 endamên PKK'ê, xwe li Çiyayê Şengalê girtin û ji komkujiyê rizgar bûn. Di nava 4 salên piştî komkujiyê de civaka Êzidî xwe li Şengalê bi rêxistin kir, artêşa xwe ya xweparastinê ava kir, saziyên jinan û perwerdeyê, meclîsên xweser û rêveberiyên herêmî ava kir û bi vî rengî bersiv da komkujiyê.

ÊRÎŞA DAÎŞ'Ê YA LI SER ŞENGALÊ KENGÎ DEST PÊ KIR?

Beriya êrîşa li ser Şengalê, çeteyên DAÎŞ'ê 9'ê Hezîrana 2014'an yek ji mezintirîn wîlayetên Iraqê Mûsil bi dest xistin. Piştre Telafer dagir kirin ku bi 60 kîlometreyan li rojavayê Mûsilê ye. Beşek ji Şîa û Elewiyên ji vir reviyan xwe li Şengalê girtin. Çeteyên DAÎŞ'ê yên Telafer dagir kirin, li dora gundên Êzidiyan bi cih bûn.

Pêşmergeyan garantî dan Êzidiyan ku wê wan biparêzin û ji Êzidiyan xwestin ku bi wan piştrast bin. Êzidiyên ku ji pêşmergeyan bawer kirin ji gundê xwe derneketin. Mirovên xwestin ji herêmê derkevin jî ji aliyê pêşmergeyan ve hatin vegerandin. Beriya êrîşa DAÎŞ'ê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê got, "Em bi biryar in ku her bihosta Şengalê biparêzin." Tevî vê daxuyaniyê jî, 12 hezar pêşmerge bi talîmatê vekişiyan û bi vî rengî Êzidî di nava komkujiyeke mezin de man.

PIŞTÎ KU PÊŞMERGE REVIYAN, GEL BI DERFETÊN XWE HETA SIBEHÊ LI BER XWE DA

Şeva 3'ê Tebaxa 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser cih û warê pîroz ê Êzidiyan Şengalê. Êrîşên li ser gundên Siba Şêx Xidir û Girzerik ên li başûrê Çiyayê Şengalê heta danê sibehê dewam kirin. Gundiyan bi îmkanên xwe heta ber destê sibehê li ber xwe dan. Lê belê ji ber ku pêşmergeyan alîkarî nedan wan û tevî çekên xwe yên giran li şûna xwe hiştin û reviyan, gundî jî neçar man gundên xwe vala bikin û xwe li çiyayê Şengalê bigirin.

Gundiyên li aliyê başûr xwe li çiyê girtin, yên li aliyê bakur jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û xwe rizgar kirin. Yên nexweş, extiyar, astengdar û zarok ku nikarîbûn birevin ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin kuştin. Êzidiyên ku firsenda revê bi destê wan neket, bi hovîtiyeke mezin hatin kuştin. Hemû mêrên li gundan ên di ser deh salî re bûn hatin kuştin. Jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve dîl hatin girtin, weke cariye li bazaran hatin firotin. Bi sedan jinên Êzidî jî ji bo nekevin nava lepên çeteyan, xwe ji lat û zinaran avêtin.

BERXWEDANA LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê roja 28'ê Hezîranê, beriya êrîşa DAÎŞ'ê yekîneyeke gerîla ya ji 12 kesî ji bo parastina Şengalê şand. Lê belê hêzên pêşmerge û rêveberiya Barzanî yên ji Şengalê reviyan, 20 roj beriya êrîşa DAÎŞ'ê 3 gerîla ji vê koma ji 12 kesî û Êzidiyekî welatparêz girtin. Gerîlayên mayî jî berê xwe dan çiyayê Şengalê û dest bi birêxistinkirina ciwanên Êzidî kirin. Dema ku 3'ê Tebaxê DAÎŞ'ê dest bi êrîşê kir, koma ji 9 gerîlayan dest bi parastina gelê Şengalê yê xwe li çiyayê Şengalê girt, kir.

Gerîlayan rêya Sinûnê û Dugirê ya ji Şengalê ber bi rojavayê çiyayê Şengalê kontrol kirin û nehiştin ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe bigihînin çiyê. Ciwanên Êzidî ku moral ji berxwedana gerîla girtin, tevî şervanên HPG'ê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê li ber xwe dan. Koma ji 9 gerîlayan, 4-5 rojan bê nan û avê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe dan. Di roja 3. de yanî 6'ê Tebaxê şervanên YPG/YPJ û 2 tabûrên şervanên HPG'ê xwe gihandin çiyayê Şengalê.

'KORÎDORA ÎNSANÎ' YA BER BI ROJAVA VE HATE VEKIRIN

Hêzên YPG/YPJ û HPG'ê ji bo bi sed hezaran Êzidiyên xwe li Çiyayê Şengalê girtin derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bibin, korîdoreke ewlekariyê vekirin. Bi rêya korîdora ewlekariyê zêdeyî 200 hezar Êzidî derbasî Rojava bûn û ji vê komkujiya mezin rizgar bûn. Şervanên YPG/YPJ û HPG'ê piştre ji bo vê rêyê vekirî bihêlin canê xwe feda kirin û bi vî rengî li ber xwe dan.

Şervanan temamiya gelê li Şengalê derbasî herêmên Rojava kirin. 100 ji van şervanan dema korîdora ewlekariyê ji êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê diparastin şehîd bûn. Di Komkujiya Şengalê de nêzî 300 şervanên YPG/YPJ û HPG'ê ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê şehîd bûn.

PIŞTÎ DAÎŞ'Ê, DEWLETA TIRK DEST BI ZILMÊ KIR

Êzidiyên ji Komkujiya Şengalê rizgar bûn derbasî Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê bûn. Bi deh hezaran Êzidiyên xwe gihandin Şirnex, Amed, Sêrt, Mêrdîn û Rihayê, li kampan an jî li cem xizmên xwe bi cih bûn. Zêdeyî 4 hezar Êzidî jî li Kampa Fîdanlik a Yenîşehîrê ya Amedê hatin bicihkirin ku ev kamp ji aliyê Şaredariyên DBP'yî ve hate avakirin. Bi hewldana şaredariyên DBP'yî, rêxistinên civakî yên sivîl û dildaran, dibistan, navendên tenduristiyê li kampan hatin vekirin, atolyeyên hilberînê ji bo jinan hatin avakirin û navendên jinan hatin vekirin.

Piştî ku hikumeta AKP'ê 1'ê Mijdara 2016'an dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a AMedê, Kampa Fîdanlikê hate valakirin. Nêzî 1500 Êzidî bi zorê li Kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê hatin bicihkirin. Kampa AFAD'ê ya di kontrola dewletê de ye, li serdana saziyên civakî yên sivîl, parlamenter û rojnamevanan hate qedexekirin. Beşek ji Êzidiyên li Kampa AFAD'ê piştre ji kampê hatn avêtin. Piştî DAÎŞ'ê vê carê dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê zilm li Êzidiyan kir. Beşeke mezin a ji Êzidiyên li Bakurê Kurdistanê vegeriyan Başûrê Kurdistanê, Rojava û Şengalê. Beşek jî weke penaberan berê xwe dan Ewropayê.

YEKÎNEYÊN BERXWEDANÊ Û ASAYÎŞA ÊZÎDXANÊ AVA BÛN

Mehek piştî rabûna fermanê, Îlona 2014'an  Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava bû. Bi hezaran ciwanên Êzidî bi gotina, "Em bersiva fermanê ne" tevlî nava refên YBŞ'ê bûn. Sala 2015'an jî ji bo hilanîna tola jinên Êzidî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava bû. Ji ber ku YBŞ/YJŞ timî li refên pêş ên şer bûn, ji bo ewlekariya navxweyî di Hezîrana 2016'an de Asayîşa Êzîdxanê ava bû. Bi sedan endamên Asayîşa Êzîdxanê, gund û herêmên navendî yên Şengalê ji êrîşên derve diparêzin.

19'ê Kanûna 2014'an bi pêşengiya YBŞ'ê û bi desteka hêzên HPG/YJA Starê pêngava rizgarkirina Şengalê dest pê kir. Di dawiya pêngavê de ku salekê dewam kir, 13'ê Mijdara 2015'an Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin û bi temamî hate rizgarkirin...

12 KES VEGUHERÎN ARTÊŞEKE MEZIN

Di nava 4 salên ku di ser Komkujiya Şengalê re derbas bûn, civaka Êzidî xwe ji nû ve bi rêxistin kir, artêşa xwe ya xweparastinê, saziyên jinan, meclîsên xweser, saziyên perwerdeyê û rêveberiyên herêmî ava kir. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê roja 23'ê Adara 2018'an bi daxuyaniyekê diyar kir ku Êzidî êdî civakeke rêxistinbûyî ye, Şengal û derdora wê ewle bûne û wê hêzên gerîla xwe ji Şengalê vekişînin.

Hêzên HPG/YJA Starê, di demekê de ku tevahiya cîhanê li pêşberî komkujiya Şengalê xwe kerr kir, bi hawara Êzidiyan ve hatin. Bi kêfxweşî û serbilindahiya ku erk û wezîfeya xwe bi cih anîne, li pey xwe artêşeke mezin a Êzidiyan hiştin û 4'ê Nîsanê xwe vekişandin. Ji 12 gerîlayên ku bi sed hezaran Êzidiyên li çiyayê Şengalê rizgar kirin, hinek ji wan li Şengalê, hinek jî piştre li Bakurê Kurdistanê şehîd bûn.