1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Salvegera 61. a damezrandina Komara Kurdistanê ya Demokratîk
Salvegera 61. a damezrandina Komara Kurdistanê ya Demokratîk,salvegera,61,a,damezrandina,komara,kurdistanê,ya,demokratîk

Salvegera 61. a damezrandina Komara Kurdistanê ya Demokratîk

Bi hêviya ku ew her tim di kesayetiya Şoreşa Rojava de bijîn, em Komara Kurdistanê ya Demokratîk û pêşengên wê Qazî Mûhammed û hevalên wî bi bîr tînin

A+ A-

  • QASIM ENGÎN
  •  NAVENDA NÛÇEYAN / ANF

Îro salvegera 61. a damzrandina Komara Kurdistanê ya Demokratîk e... Ji bo hem bîranîna Komara Demokratîk a Kurdistan hem jî bibîranîna tevahî lehengên vê komarê, li ser bingeha ku em dersa jê derbêxînin, kurt jî bibe em dixwazin avakirina Komara Demokratîk a Kurdistan bigirin dest. Lê beriya ku em biçin ser Komara Demokratîk a Kurdistan, li ser rewşa rojên wê demê kurt jî bibe sekinandin girîng e. 

Li  ser vî esasî: Tiştên ku li Tirkiyeyê ji aliyê Ataturk hatine kirin, li Îranê jî Riza Xan ê ku xwe wek şahê nû tayînî Îranê kiriye, hewl dide pêk bîne. Di 1925’an de jî ev rejîma şahîtiyê, wê dûvre wek Xanedaniya Pehlewî di dîrokê de derbas bibe. Ev wek çawa li pir derdoran nerehetiyê ava dike, ji aliyê Kurdan jî dibe sedema nerazîbûnên cidî. Riza Xan dixwaze netew dewletekê ava bike û pêwendiyên li ba Ataturk danîne baş tê zanîn. Gelek qedexeyên ku Ataturk li Bakurê Kurdistanê xistine dewrê, Riza Xan jî wê hewl bide li Îranê bixe meriyetê. Mînak; wê zimanên herêmî qedexe bike, cilên herêmî qedexe bike. Li şûna vê wê cilên bi tarzê Ewrûpayî ferz bike. Wê turbanê qedexe bike. Xulase, gav bi gav hewl dide mîlîtarîzm û netewe dewletê bi pêş bixe, gelên cur bi cur derveyî vê bihêle, bipelçiqîne û li gor hêza xwe jî hewl bide asîmîle bike. Ev jî li erdnîgariyeke mîna Îranê rengîn, ji bilî xwînrijiyê wê ti encamên din bi xwe neîne. 

Piştî Şerê Cîhanê jî hê pergal ewqasî serwer nebibû. Herêmên wek Ûrmiye, Mahabadê di pêşengtiya Simkoyê Şikak de hikumeta xwe ava kiribûn. Li mintiqaya Loristan, rêveberiya wê hêremê ruxmî ku lewaz jî bibû, di vê demê de dîsa îzafî xwe xurt kiribû. Mîrîtiya Loristan berfireh dibû. Hêrema Lek, her çendî ne weke hikumetekê jî be, di destên Lekan de bû. Mintiqaya Ciwanro, xelk û eşîrên wir xwe bi xwe bi rê ve dibirin. Dîsa, li hêremên wek Hewreman, Merîwan kesên wek Cafer San hikum dikirin. Dîsa malbata Hamêreş li hêremên xwe hikum dikirin. 

Em dikarin bi rehetî bêjin ku netewe dewleta ku Riza Xan di bin navê Şahîtiyê ango Şah Pehlewîtiyê radigihîne hê nihatibû avakirin, gelên cuda cuda xwe bi rengên xwe ve bi rê ve dibirin. Bêguman, ev rewş ne tenê ji bo Kurdan derbasdar bû, ev rewş ji bo giştî Îranê rastiyek bû. 

Em dizanin ku rejîma Kacaran pir lewaz bibû. Her wiha çepgir ango sosyalîst bi taybet jî li herêma Tebrîzê gelekî  xurt bibûn. Şoreşa ku paşê tê tepisandin, îlan kiribûn. Her wiha di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hêzên navdewletî ango dewletên emperyalîst, Îran dagir kiribûn. Di encamên van rewşan de êdî Îran ne dewleteke wisa bû ku tenê ji navendekê ve bikarîbûya bihata meşandin. 

Tam di rewşeke wiha de êl, eşîr, konfederasyonên ku bi salan fêrî xwerêveberiyê bibûn careke din rabibûn ser piyan û gav bi gav hikme xwe îlan dikirin. 

Dema ku Riza Xan bi alîkariya hêzên navdewletî yên mîna Îngîlistanê îlana Şahîtiya xwe kir, gav bi gav avakirina netewe dewletekê jî da destpêkirin. Wekî ku li jor jî hatibû ziman, Riza Xan hewl dide tiştên ku Ataturkê Tirkan li Tirkiyeyê kiribû bi heman şêweyî li Îranê pêk bîne. Ev jî bi şiklekî xwezayî şer û pevçûnên giran anîn. 

Jixwe em ê bi berfirehtir behsê bikin bê ka êrîşên çawa dibin ser Simko ango çawa êrîşî herêma Rojhilatê Kurdistanê dikin. Paşê jî berê xwe didin herêma Loristanê. Li van hêreman şer bi pêş dikeve. Piştî 1926-1927’an, êdî rêveberiya Lekan dibe qada êrîşê. 3-4 salan wê şer li van herêman devam bike. 

Di vî şerî de gelek fêlbazî hene. Li milekî şer, li milê din jî dekûdolab, hewl dide ku gav bi gav li ser Kurdistanê hikmê xwe ava bike. Siyaseteke wî ya bi nav û deng ew e ku; Qûranê dişîne êlan û ji wan re dibêje ku “bila ew Qûran bibe navbeynkarê me û êdî em jî li hev bikin.” Dema ku ew êlana vê rewşê dipejirînin û ji bo hevdîtina rejîmê tên, ji aliyê rejîme ve tên girtin û yekser ji hêla rejîmê tên zindankirin. Wek nimûne em dikarin bêjin ku bi vî awayî mîrên Lekan, mîrê Loristan tên hepskirin. Mîrê wê demê yê Loristanê Riza Qolîxan e. Ew jî di şer de têk diçin. Piştî vê têkçûnê hinek ji wan radest dibin, hinek jî berê xwe didin Başûr. Dema ku Mîrê Lekan ji hêla Riza Xan tê girtin, wê demê hevjîna wî Qedemxêr li dewsa wî Lekiyan bi rê ve dibe. Qedemxêr nêzî 3 salan li hember Riza Xan şer dike. 

Em dizanin ku yek ji navên berxwedêr a ku di nav Loran de tê nasîn jî Cîhan Xan e. Ew jî bi berxwedana xwe ya li hemberî Riza Şah deng vedide. 

Lê dema ku em xwe digihînin salên 1928’an, em dibînin ku Şahîtî wê xwe bi piştgiriyan ve û bi taybet jî bi ya Îngîlistanê xurt dike. Em ji bîr nekin ku di 5’ê Hezîrana 1926’an de di navbera Enqere û Îngîlistan de peyman çêbûye, ji ber vê jî êdî rê hatiye dayîn ku Kurd bi serbestî werin kuştin û tepisandin. Êdî Kurd tine tên hesibandin. Lewma jî ji aliyekî wê Loristan bikeve bin serweriya Îranê ji aliyê din jî wê Hewreman bikeve bin hikmê dewleta Îranê. 

Di encamê de ev herêm piştî ku tên tepisandin, neçar dimînin ku şertên Riza Xan qebûl bikin. 
Her çendî wê Qedemxêr demek dirêj li ber xwe bide jî bi riya Qûran û navbeynkaran ve hikmê Riza Xan tê qebûlkirin. Û piştî vê jî Qedemxêr dibin zindana Tehranê û wê Qedemxêr jiyana xwe li vir ji dest bide. 

Riza Xan, weke ku me li jor jî bi lêv kiribû, piranî bi hîle û fêlbaziyan ve hêrema Loristan, hêrema Lekê, hêrema Hewremanê dixe bin kontrola xwe. Li vir, Mahmutxanê Dizlî û her wiha Mahmutxanê Sanenî û têkoşîna Reşîdxanê Baneyî kontrol dike û yekdestiya xwe jî saz dike. 

Wek berê jî hatibû ziman Simkoyê Şikak gelek caran rabûyê serhildanê û her carê jî milê hêzên dewletî û nav dewletî hatiye perçikandin.   Gotinên Simko mîna, “Hûn dibînin ku neteweyên biçûk ên cîhanê ku ne çaryeka eşîrên Kurdan e jî, mîna hikûmeta Elman ji hikûmetên mezin xweseriya xwe bi dest tînin. Eger ev Neteweya mezin a Kurd ji Îranê mafên xwe wernegire, li şûna wisa bijî bimire çêtir e. Jixwe hikûmeta Îranê mafên me bide nede jî em ê Kurdistana xweser ava bikin” xwedî wê hêzê ne ku dikare gelek hêzan nerehet bikin.  

Herî dawî Simko di 28’ê Tîrmeha 1930’an de dixin kemînekê û     qetild dikin. Di xebata R. Olson, Pirsgirêka Kurd û Têkiliyên Tirk-Îran de wiha tê gotin; “Tevgerek Neteweyî ya Kurd a ku li Îranê xurt bibe, wê yekser siyaseta Îngilîzan a li Iraqê bandor kiriba.” Nivîskar Robbyn Michelle Usherwood jî dibêje, “Kuştina wî, ji bo bêhnvedana siyaseta derve ya Îngilîzan bû.” 

Piştî ku têkiliyên Tirkiye û Îranê, bi gotinek hê rasttir têkiliyên Ataturk û Riza Xan zêde dibin, di 1937’an de Pakta Sadabadê tê sazkirin. Li gor hin çavkaniyan ev Pakt di 9’ê Tîrmehê de ye, li gor hinan jî di 8’ê Tîrmehê de ye û li paytexta Îranê Tehranê; mabeyna Îran-Tirkiye-Afganîstanê hatiye îmzekirin. Beriya vê pakta ku di 1937’an de hatiye îmzekirin, di nav welatên îmzekar de her çiqasî bi qismî jî be nakokî û pirsgirêkên berjewendiyan hebin jî, bingeha navneteweyî di yekgirtina van welatan de xwedî rola diyarker e. Ji ber Tirkiyeyê Rejîma Kemalîst wek modelek pêşkêşî her du welatên din kiriye, di esas de vê jî rê li ber avakirina tifaqa antî-Kurd vekiriye. 

Şahîtiya Îranê ya ku ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi hejandinên mezin derketiye, weke ku me li jor jî behs kir, yekgirtina xwe ya siyasî encex di 1925’an de karîbûye saz bike. Ji bilî hin tevgerên bêbandor ên ku ji pêşketina otorîteya navendî nerehet dibûn, li Rojhilatê Kurdistanê heta 1946’an ti tevgerek cidî derneketiye. 

Tenê dema ku em tên salên 1940’î li hinek herêmên Kurdistanê di şert û mercên Yekemîn Şerê Cîhanê de careke din li hember Şahîtiya Îran serîrakirina hin Kurdan heye. Mînak di navbera salên 1941 û 1944’an de li herêma Banê di rêveberiya Hama Reşîdxan de careke din liv û tevgera Kurdan  dest pê dike. Li vê hêremê, ji bo xwe hikumetekê ava dikin, heta tê gotin ku radyoyeke hêremî jî vedikin. Careke din peywendiyên navdewletî dibin sedem ku Îngîlistan piştgiriyê bide rejîma Îranê û lewre jî ew berxwedan têk biçe. 

Heman tişt li Cîwanro û herêma Hewremanê  jî rû dide. Kurd careke din hewl didin herêmên xwe bi xwe kontrol bikin. Lê mixabin, bi alîkariya Îngîlîzan ve carek din ev hewldan jî tên pûçkirin. 

Eger em pêşketina Komara Demokratîk a Kurdistan ango Mahabadê binirxînin; ji ber Rejîma Şahîtiyê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi awayekî veşartî polîtîkayên alîgiriya Elmanyayê şopandin, hêzên Sovyet û Îngilîzan ketin Îranê. Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi rêveberiya Qazî Muhammed ve ji meha dehan heya meha donzdehan kar û xebatan dike û di 17’ê Kanûna 1945’an de jî ala Komara xwe bilind dike. Di dawiya Duyemîn Şerê Parvekirina Cîhanê de jî Kurdan ji vê rewşê sûd wergirtin, di 22’yê Çileya 1946’an de bi piştgiriya Artêşa Sor, Komara Demokratîk a Kurdistanê damezrandin. 

Navê Komarê ne mîna li gelek deveran tê ser ziman Komara Mahabadê ye; navê wê Komara  Demokratîk a Kurdistanê ye. 

Lîderê Komara Demokratîk a Kurdistanê Qazî Muhammed ji malbateke navdar e. Malbat xwedî kevneşopiyek berxwedanê ye. Dema rewş wisa jî bûye, ji aliyê gel ve jî zû hatiye qebûlkirin. Bapîrê wî Şêx El Meşayîh, di 1930’î de li dijî Îngilîzan eşîrên Kurdan li hev civandiye û lîdertiya îsyanê kiriye. Apê wî Qazî Fettah, ji bo karibe bajarê Mahabadê li dijî Tirk û Rûsan biparêze, di 1916’an de berxwedan bi rêxistin kiriye. Bi kurtasî ji malbateke welatparêz e. 

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de û piştî wê, mîna gelên din, hatibû hesibandin ku ji bo Kurdan jî firsendek e. Di dema şer de -25’ê Tebaxa 1941’an- wextê Îngilîstan û Sovyet beşek mezin a Rojhilatê Kurdistanê dagir dikin, ev firsend jî xwe berbiçav dike. her du dewlet jî hewl didin bandora xwe ya li ser Îranê zêde bikin. Her çawa be jî Rojhilata Navîn qadek girîng a jeo-stratejîk e. Ji bilî kanên mezin ên petrolê, ji ber deriyekî Asyayê ye, balê dikşîne. Wek rastiyek şênber jî; her du hêz jî ji bo berjewendiyên xwe bi Kurdan û etnîsîteyên din re eleqedar dibin. 

Kurd, her ku diçe bi çavekî hê germtir li Yekîtiya Sovyetan dinêrin. Diyar e ku ev têkildarî bûyerên dîrokê ne jî. Di sed- sed û pêncî salên dawî de Îngilîzan ji bo Kurdan ne tenê karên xêrê nekirine, li pêşiya tayînkirina qedera wan jî bûye asteng. Dibe ku ji ber vê jî be, wê Kurd xwe nêzî “dostê gelên mêtingeh” Sovyetan bike. Dema Îran lewaz dibe, hevdîtin li ba Sovyetan dest pê dikin. Di 4’ê Îlona 1942’yan de civînek berfireh a ku tevahî rêxistinên Kurd ên li Îranê tevlî dibin, bi navê Komala Jiyanavey Kurdistan, bi kurtenav J. K. tê lidarxistin. Di vê navberê de Komala tê damezrandin. Komala ya ku berê îllegal bû, di demek kurt de legal dibe. Wek tê zanîn dema Komala derbasî qada legal dibe, navê xwe wek “Partiya Demokratî Kurdistan” radigihîne. Di nav vê têkoşînê de gelek helbestvanên navdar ên gelê Kurd jî cih digirin. Mamosta Hêmin, Mamosta Hejar, Abdûrahman Şerefkendî, Mamosta Qanê çendek ji van e ne. 

Em bi xulase jî be ragihînin ku di avakirina Komara Demokratîk a Kurdistanê de para tevahî rexistinên demê yên Kurdan heye. Bi şiklekî hê diyartir em dikarin wisa destnîşan bikin: Di navbera Hizba Komaleya Jiyanevey Kurdistan a Nûneriya Rojhilat, Hizba Hîwa ya Nûneriya Başûr û Komaleya Xoybûn a wek Nûneriya Bakur û Rojavayê Kurdistanê de jî Peymana Sê Sînor tê mohrkirin. 

Rejîma Sovyetê ji bo karibe deriyê Rojhilata Navîn ji xwe re veke, hewl dide mîna “Partiya Demokrat a Azerbaycanê” ku li Azerbaycanê hatiye damezrandin, li vir jî ava bike. Ewil, di sala 1943’yan de li Îranê hewl dide partiyek wisa saz bike. Di heman rotayê de Mele Mûstafa Barzanî di 1945’an ji PDK îlhamê digire, û 16 tebaxa 1946 de PDK-I ava dike. Lîderê PDK ya li Îranê wê Qazî Muhammed be. Her çiqasî Qazî Muhammed ji malbatek rêzdar hatibe jî ji ber nasnameyeke wî ya wek serokeşîr nîne, destpêkê hin derdor îtîraz dikin. Lê, Qazî Muhammed bi zanebûn û danehevên xwe ve vê rewşê derbas dike. Têkiliyên germ li ba Sovyetan datîne. Piştgiriyê digire. Têkildarî van pêşketinan jî, di sala 1946’an de damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê tê îlankirin. “Di pêşengiya Qazî Muhammed de rêxirawî jinan çêdibe û perwerdeya jinan li Kurdistanê bi pêş dikeve.”

Lê beriya demekê, Sovyetê lîderên Komala yên ku pêşengên PDK’ê ne, qebûl nekirine. Lê em ê li vir jî bibînin ku berjewendî her tim çareseriyên herî baş in. Di damezrandina PDK’ê de jî Sovyetan ji bo karibin navên ku nêzî wan in li pozîsyonên serwer bi cih bikin, çi ji destên wan hatibe kirine. Ev jî Kirni Axa- serokeşîrê Mameş, Omerhan Şerîf- serokeşîrê Şikak û Emîr Esad Dêhbokrî ne. 

Li gor peymanên piştî şer, Artêşa Sor vedikişe. Ev vekişîn esas parvekirinek e. Rojhilatê Ewrûpayê ji bo Sovyetan hatiye vekirin, Rojhilata Navîn jî ji Îngilîz û Fransiyan re hatiye berdan. Hêzên Şahîtiyê bi destekek zêde ya Îngilîstanê ve beriya sala 1947’an, di 17’ê Kanûna 1946’an de dawiyê li vê Komara yekemîn a Kurd tînin. 

Em bînin bîra xwe, di 17’ê Kanûna 1945’an de li Rojhilatê Kurdistanê ala Komara Demokratîk a Kurdistanê hatibû li ba rakirin. Lê, ji bo ku ev roj ji bo Kurdan nebe rojeke keyfxweşî û şahiyê, tam di vê rojê de hêzên leşkerî yên Îranê dikevin bajarê Mahabadê, dikevin cihê ku Şoreşa Kurdan ango Komara Demokratîk a Kurdistanê lê hatibû îlankirin. Navê Generalê Îranê yê ku erîşê dibe ser Mahabadê, Hûmeyon e. Em dizanin ku ev Hûmeyonê hanê 2-3 rojan zûtir digihêje hedefa xwe ango digêhêje ber Mahabadê. Lê tevî vê jî nakeve nav bajêr. Tevî ku êdî bajarê Mahabadê bêparastin jî maye, lê dîsa nakeviyê. Dema ku hinek fermandarên wî jê re dibêjin “Çima em nakevin bajêr, êdî ti astengî nemane?” Hûmeyon bersiva xwe wiha dide: “Wan di 17’ê meha 12’an de alaya me anîne xwar û ala xwe hildane. Ji bo ku ev roj ji bo wan nebe roja bîranîneke xweş, em ê jî di 17’ê meha 12’an de bikevin Mahabadê, di vê rojê de alaya wan bînin xwar û ala xwe bilind bikin.” 

Erê, dagirker-mêtinger bi hizrên wiha ziravî li ser Kurdistanê diponijin. Ango ewqasî dijminê Kurdan in. 

Pêwîstî pê heye ku herî kêm Kurd jî karibin bi qasî mêtingeran be jî mejiyên xwe, dilên xwe li ser Kurdistanê biêşînin da ku karibin xwe ji vê mêtingeriya bêhempa xelas bikin! 
Tê gotin ku ji ber Mele Mûstafa Barzanî hêzên xwe yên leşkerî zû kişandine ev rewş derketiye holê. Li Mahabadê fermandarê yekemîn ê leşkerî e êşîran Mele Mûstafa Barzanî ye. Lê ya hê rasttir ev e ku Komara ji bingehekî civakî yê pêşverû û têgihîştî bêpar maye, lewma jî li şûna rêxistinbûyînek xurt bi neçarî xwe spartiye Sovyetan û xwe li ber hêzên Şahîtiyê ya bi desteka Îngilîstanê ranegirtiye. Li gorî vê tifaqê, Îran mafê bikaranîna petrola xwe dide Rûsyayê ango Rûsya ji petrola Îranê îstîfade dike. 

Dîsa tê gotin ku yek jî mijara ku hiştiye Komar lewaz bikeve pir girîngî dayîna hêzên eşîran e. Tê zanîn ji bo gelek ji wan eşîrreîsan payeya generaltiyê hatiye dayîn. Li gor hejmara şerkerên eşîran paye hatiye belavkirin. 

Mijara generaltiyê hejmara leşkerên eşîran ên ku di têkoşîna Komarê de cihê xwe girtine îfade dike. “Li gori vê: yek Mustafa Barzanî ye. Yek Hame Reşîdxanê Banê ye, yek Omerxanê Şikak e, yek jî Seyfî Qazî ye. Yek jî bûye mareşal, ew jî serokê hozê Herkî Zero Behadîrî ye”.

Eşîrên Mameş, Mengûr û Dêhbokrî li beramberî komara bi mesafe sekinîne û muxalefet kirine. Ji sedemên vê ya herî girîng jî ew e ku bêguman ji ber Qazî Muhammed ê lîderê komarê û li ser PDK bû, hinekî din rewşenbîr û modern bû. Di serî de Qazî Muhammed, Sadrî Qazî û Seyfî Qazî, gelek lîderên Kurd diavêjin hepsê. Paşê, birayê Qazî Muhammed jî tê girtin, diavêjin hepsê û hersê jî bi îdamê tên cezakirin. Li cihê ku komar tê îlankirin, li qada Çarçirayê tên îdamkirin. Dîrok, 31’ê Adara 1947 e. 

Beriya ku Qazî Muhammed bê bidarvekirin, ji bo tevahî Kurdan bang û şîretek li pey xwe hişt. Em dixwazin bi giştî li vir bidin. Qazî Muhammed wisa bang li gelê Kurd dike: 

“GELÊ KURD! XWIŞK Û BIRAYÊN MIN ÊN XOŞEWÎST! 

Birayên ku malên we talan bûy’in û di bin zext û zorê de ne! Ez ê di dawiya demên jiyana xwe de çend şîret û amojgariyan pêşkêşî we bikim. 

Ji bo xatirê Xwedê êdî dijminahiya hev nekin! Bibin yek, li hember dijminê zordar li piyan bin û ti carî xwe nefiroşin wan! Dijmin hinga ji were dilovan e, ku ji we sûd wergire. Eger na, ti carî dilê wan bi we nasoje. Di her fersendê de ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj, xwe digihînin we û bi navginiya we digihin armancên xwe. 

Dijminên gelê Kurd gelek zalim û bêrehm in. Nîşana pîroziya her neteweyê, yekîtî û hevkarî ye. Ev nîşana pêşiyên we ne, ji bilî vê rewşê ev gel tine dibe û di bin destê biyaniyan de dîl dimîne. 
Ey gelê Kurd! Hîç tiştekê we ji yên gelên cîhanê kêmtir nîne. Belkî dilêrî û xîreta we ji yên gelek gelên ku gihiştine azadiya xwe zêdetir e. Ew jî ku niha ji penceyên dijmin rizgar bûne, rojekê wek we bûn. Lê ew bûn yek û gihiştin azadiya xwe. Ji vê û pê de êdî ji destê wan tiştekê negirin û nebin dijminên yêk û hûn jî wek gelên cîhanê bigihin azadiya xwe. Dema hûn li hember hev dijminî û çavnebarî nekin, hûn ê bikaribin azadiya xwe bixin destê xwe. 

Gelî biraderan! Êdî bi fend û fêlên dijmin nexapin. Dijminê Kurd ji kîjan nijad û neteweyê be dîsa dijmin e. Bêrehm û bê wijdan e. Ti carî dilê wî bi Kurdan naşewite. Wan bi hev dide qirkirin û kuştin. Ti dijmin ji dijminê Kurdan bêrehmtir û ji Xwedê netirstir nîne. Hemû bêdadî û nemirovahiyê li hember Kurdan rewa dibîne. Di kûrahiya dirokê di li hember Kurdan tim bi kîn û dijminî tevgeriyaye û tevdigere. Ti carî li hember Kurdan durist nebûye, çend soz û peyman daye hemû ji bo lêp û xapandinê bûne. 

Ez wek birakî we yê biçûk ji were dibêjim: ji bo xatirê Xwedê pişta hev bigrin. Dema dijmin ji were qencî bike ew baş bizanin ku ew dê jehrê bi we bide vexwarin. Ger hezar carî jî, bi Quranê sond jî bixwe dîsa wê ew we bixapîne. 

Ez di dawiya jiyana xwe de şîretê li we dikim. Bila di bîra we de be ku ji bo bexteweriya we çi ji destê min hat min dirêx (texsîr) nekir. Disa dibêm bila hûn bi lêpên dijmin nexapin. Ji ber ku bi Xwedê, Pêxember û bi roja heşrê ne bawer in. 

Di çavên wan de çend Kurd hene, eger çi Misilman jî bin, tewanbar û sucdar in. Kuştin û tinekirina wan rewa ye. Me, ji bo xwe xenîmet dihesibînin. Ger çi sozên me ew nebû ku ez biçim we di nav pencên dijmin de bihêlim, lê min gelek caran ji we re got: dijminê fêlbaz gelek mezinên me bi dek û lêp dîl girtine û kuştine. Ji ber ku di qada şer de bi we nikarin, fend û fêlan bi kar tînin. 

Ez wan baş nas dikim. Şah û rayedarên wî, bi şandina navber û mirovên xwe peyman dan ku em nahêlin dilopek xwîna ti kesî birêje û rencîde be. Lê hûn niha vê encamê dibînin. 

Eger serokê eşîran xiyanet nekiribûna û xwe nefirotiba hikûmeta Şah, hûn û komara me bi vê çarenûsê re hevrû nedihatin. Niha gotina min ji we re ew e ku bila ciwanên we bixwînin. Ji ber ku ji bilî paşdemayîna perwedehiyê ti tiştê me Kurdan ji yên din kêmtir nîne. Di vê cîhanê de çekê zanistê ji hemû çekan bihatir e. 

Baş bizanin ku dema hûn yekreng û hînkirî bin, hûn ê ciwan û li ser dijmin serkeftî bin. Divê hûn ji kuştina min, bira û kurmamê min netirsin. Dibe ku di vê rêyê de hêj gelek kes şehîd bibin ta bigihijin mirazên xwe. Bawer im ku piştî min jî wê gelek bêne kuştin. 

Ez bawer im ku gelek kesên ji min xwendatir jî wê bikevin dava wan. Lê kuştina min bila ji we re bibe dersa îbretê. Ji Xwedê alîkarî bixwazin, dibe ku hûn ji min bipirsin û bibêjin: tu ji bo çi bi ser neketî. Di bersivê de dibêjim: Ez bi Xwedê sond dixwim ku ez serkeftî me. Çi ji wê qenctir û hêjatir e ku mirov di rêya gelê xwe de ser, mal û canê xwe gorî bike? Min her tim dixwest ku ez dema bimirim li hember Xwedê, pêxember û gelê xwe rûspî bim. Ev mirin ji bo min serkeftin û pîrozî ye. 

Kurdistan mala hemû Kurdan e. Çawa ku her endamê malê ji bo parastina wê berpirsyar e û yek ji yekê çavnebarî nake, Kurdistan jî wisa ye. Eger we dît kesekî berpirsyariyekê hilda ser xwe bihêlin, bila encam bide. Kevir navêjin karê wî, pêçewanê wî destek bikin. Bila ji bo vî karî serperiştî bike. Bizanin ku birayê we yê Kurd ji her kesî dilsojtir e. Eger min berpirsyariya mezin hilnedaba ser xwe, ez niha li ber piyê sêdarê nedibûm. Ji bo vê yekê divê ez tengbîn nebim. Ew kesên ku bi gotina me nekirin û li hemberî me rabûn, niha li mala xwe û di nav nivînên xwe yên germ de bi hêsayî radizin. Lê em ji bo xizmeta gel niha li ber piyê sêdarê ne. Eger min jî ev berpirsyariya giran nedaba ser xwe, ez jî niha wek wan di xewa şîrin de bûm. Ev şîreta ku ez niha ji we re bibêjim jî, ji bo ayîndeyê we xwe berpirsyar dibînim ji ber hindê ye. Ji ber ku eger hevalekî din ev berpirsyarî daba ser milên xwe, niha di cihê min de ew li ber piyê sêdarê bû. Ji ber hindê ez bextewar û kêfxweş im. 

Niha, ez ê wek Kurdekî dilsoj û xizmetbexşê gel çend amojgariyan ji bo we bibêjim. Li hemû gotinên min baş guhdar bin. Umîdwar im ku di pêşerojê de ev gotinên min pêşiya we rewşen bike û hûn serbikevin. 

Bawerî bi Xwedê bi pêxember û bi pirtûkên wî bînin. Hem ji bo peywirên olî têbikoşin û paydar bin. 

Yekitî û hevkariya xwe biparêzin. Karên naşayiste nekin. Li hember hev tengbîn nebin. Nemaze li hember berpirsiyarî û xizmeta gel. 

Radeya zanist û têgihîna xwe zêdetir bikin da ku hûn ji aliyê dijminan ve kêmtir bên xapandin. 
Qîma xwe li dijmin neynin. Ji ber ku dîrok, guwah (şahid) e ku ew bi gelek delîl û burhanan dijminê we, ola we, gelê we û welatê we ye. Ew li hember we li pey bahaneyan e û bi kêmtirîn tometan dikarin cezayên mezintirîn li ser we biryar bide. 

Ji bo çend roj jiyana vê cîhana bê dom nebin patexwirên dijmin. Ji ber ku dijmin, dijmin e, cihê baweriyê lê nîne.

Li hember hevdu di hêla siyaset, can û mal de xiyanetê nekin. Ji ber ku xiyanetkar li ba Xwedê û gel sik û bê nirx e. Bizanin ku xiyaneta xayinî vedigere ser xwediyê xwe. 
Eger kesekê bê xiyanet alîkariya we kir ji wî re bibin alîkar. Nebe hûn bibin asteng û sîxurên biyaniyan. 

Hûn ti carê ji serhildan û têkoşînê paş nemînin! Ta wek hemû gelên din hûn jî ji koletî û dîlîtiyê rizgar bibin. Malê dinê bê nirx e eger hûn bikaribin welatekî serbixwe û azad bixin destê xwe û mal û axa wî bibe yê we, hingê wê her tiştê we hebe. 

Ez ji bilî mafê Xwedê ji ti kesî re qerdar nînim. Lê eger kesekê doz kir ku mafekê wî kêm an zêde di stûyê min de maye, min têra vê yekê li pey xwe serwet hiştiye, bila ji mîratxwarên min wergire. 

Ta hûn nebin yek hûn serkeftî û pîroz nabin. Li hember hevdu zordarî û zorê rewa nebînin! Xwedê gelek zû zordarî û zordaran tine dike. Ev mizgîniya ku Xwedê gotî: “Xwedê tolê ji zalim û zordarê werdigire” bê çawan û çire ye. 

Ez umîdwar im ku hûn ê van xalan bidin ber çav. Xwedê we li ser dijminan pîroz û serkeftî bike. 
Her wekî Şêx Sedî gotî: 

‘Mebesta me amojgarî bû û me got 
Me hûn spartin Xwedê û em çûn.’ 
Xizmet bexşî Gel û Welêt” 
Gotinên Qazî Muhammed fêrker in. 

Diyar e ku her çiqasî dîroka Komara Demokratîk a Kurdistan kurt be jî mîrateyek girîng li pey xwe ji bo Kurdan hiştiye. Mînak wê bi dehan helbestvan, nivîskar, dîroknas ji çar parçeyên Kurdistanê ber bi Mahabadê biherikin. Di demek gelek kurt de gelek xebatên mîna rojnameya Kurdistan, kovara Niştiman, dibistanên bêpere, avakirina komaleyên jinê wê bihatana kirin. 

Her wiha belgeyeke ku naveroka demokratîk a Komara Demokratîk a Kurdistan nîşan dide jî, tifaqa bingehîn a li gel Azerbaycana Îranê ye ku îlana Xweseriyê di 12’ê Kanûna 1945’an de kir. 
Chris Kutschera di xebata xwe ya “(Tevgera Neteweyî ya Kurd)” de têkildarî lihevkirina Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycana Sosyalîst û Komara Demokratîk a Kurdistan, agahiyên qîmetdar dide. 

“Dema ku Dewleta Mahabadê hatibû damezrandin, Azeriyên Îranê jî dewleta xwe ya Sosyalîst ava kiribûn. Xweseriya Komara Azerbaycana Sosyalîst a Îranê ya li jor dîroka wê ya damezrandinê hat dayîn, bi hewldana Sovyetan jî pevketin danîn milekî û Azerî û Kurdan peymanek îmze kirin. Ev peymana ku di 3’yê Gulana 1946’an de hat îmzekirin: 

Ji bo xakên her du aliyan jî, her aliyek wê nûneran bişîne, 

Li xaka Azerbaycanê cihê ku Kurd lê zêde ne, wê rêveberiya Kurd nûnerên xwe, li xaka Kurd a ku Azerî lê zêde ne jî wê Azerî nûnerên xwe bişînin, 

Her du hikûmet jî ji bo bi pirsgirêkên aboriyê mijûl bibe wê Komîteya Aboriya Yekgirtî ava bikin. 
Dema pêwîst kir wê beramberî alîkariyên leşkerî bêne kirin. 

Her cure hevdîtinên li ba hikûmeta Îranê, piştî destûra her du hikûmetan hat girtin wê bê meşandin. 

Hikûmeta Azerbaycanê ji bo Kurdên ku li ser xaka wê dijîn, bi armanca rêxistinkirina hewldanên qada perwerdeyê tevdîrên pêwîst li xwe digire. Hikûmeta Kurd jî ji aliyê xwe ji bo Azerbaycaniyên li ser xaka Kurdistana Îranê sozên heman hewldanan daye. 

Her kî hewl bide têkiliyên dostanî û hevkariyê yên mabeyna her du gelan de xera bike an jî berê xwe bide yekîtiya wan a neteweyî wê ji aliyê her du gelan jî bê cezakirin. .”(Çavkanî: Tevgera Neteweyî ya Kurd, Chris Kutschera, r. 208, Weşanên Avesta.) 

Di encam de dema em di roja îro de piştî xwe dinerin em dibînin ku Komara Demokratîk a Kurdistan rastî jî naverokek xwe ya gelek demokratîk heye. Dîsa mijarek din em dibînin ku dema hêzên dagirker li Kurdistanê de tên derxistin gelek zû xwe Kurd dikarin komî hev bikin. Bêguman yek jî sedemek girîng a tasfiye bûyîna Komara Demokratîk a Kurdistan îhanet û hevkariya ku bi dijminan re hatiye jiyîne. Dîsa hîç guman nîne ku yek jî sedema ruxandinê siyasetên li ser berjewendiyên qirêj milê dewletan ve yên ku hatibûn meşandin bûn. 

Dema ku em tevahî van mijaran dinirxînin, li ser bingeha ku carek din em nakevin kêm û kurtiyên wiha ders derxistin ji li van ezmûnan gelek girîng e. Di wê watêye de tiştên ku îro di Şoreşa Rojava de jîn dibin gelek girîng û bi watedarin. 

Tê bîra me, dema ku Şoreşa Rojava dihat îlan kirin, şoreşkerên Rojava, Şoreşa xwe diyarî Komara Demokratîk a Kurdistan ango Mahabad kirîbûn. Û anîbûn ser ziman ku Komara Demokratîk a Kurdistan tenê 11 heyv jiyan nekiriye. Bilakis gotinên wek; “Şoreşa Komara Demokratîk a Kurdistan di Şoreşa Rojava de dijî,” gelek girîng bûn. 

Dema ku em Komara Demokratîk a Kurdistan û rêvebertiya wî Qazî Muhammed û hevalên wî bîr tînin, bi heviya ku ew e her tim di kesatiya Şoreşa Rojava de bijîn.