1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Soza rakirina tola xwe û hemû jinên Şengalê da
Soza rakirina tola xwe û hemû jinên Şengalê da,soza,rakirina,tola,xwe,û,hemû,jinên,şengalê,da

Soza rakirina tola xwe û hemû jinên Şengalê da

A+ A-

SILAVA ABDULREHMAN

QAMIŞLO- Zaroka 14 salî ya Şengalê piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû, dibêje ku dê tola xwe û ya hemû jinên Şengalê rabike.

Rexda Qasim Ibrahîm ji gundê Til Qeseb ê Şengalê ye. Di fermana 2014`an de temenê wê 11 salî bû. Ew û malbata xwe dema ku ber bi çiyayê Şengalê ve direvin, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tê revandin. Rexda 3 salan li hemberî zilma çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dide û her tim hêviya wê ya azadiyê hebû.

Piştî ku ew û jinbira xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tê revandin wan dibin bazara bajarê Şengalê û ji wir jî dibin bajarê Tilefer. Ji bo demeke kurt wan li dibistanên Tilefer bi cî dikin û piştî wê wan dibin girtîgeha Badûc a Tilefer.

Li wê girtîgehê jin û zilaman ji hevdû vediqetînin. Piştre jî jinan dibin Reqayê û çarenûsa zarok û mêran ne diyare.

Çeteyên DAIŞ`ê her xwestine ku îradeya jinên Şengalê bişkînin û bi hemû cureyan zilmê li dijî Rexda û jinên Şengalê yên dîtir didin meşandin.

Rexda anî ziman ku li Reqayê ew xistine avahiyekê de û wiha got: ʺHejmara me zêde bû û her şev yek ji me bi darê zorê dibirin.ʺ

Çeteyên DAIŞ`ê Rexda, jinbira wê û biraziyê wê yê yek salî difroşin çeteyan û derbare vê yekê de Rexda ev tişt anî ziman: ʺDi 3 salan de çeteyên DAIŞ`ê ez firotim 20 çeteyan. Min ji destê wan tade û zilmeke mezin dît.ʺ

Rexda ya ku hêviyên xwe yên azadiyê qutnake û li Dêrezorê malbateke li dijî çeteyên DAIŞ`ê ne nas dike. Xwe dighîne wan û bi riya wan ji çeteyên DAIŞ`ê direve û xwe dighîne şervanên QSD`ê.

Ew ê li hemberî çeteyan têbikoşe 

Rexda piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû soz da ku tevlî YJŞ`ê bibe û tola xwe û ya hemû jinên Şengalê rabike.

YPJ`ê Rexda Ibrahîm radestî Desteya Jin a Kantona Cizîrê kiribû û wê Deste jî wê radestî malbata wê bike.

(np)

ANHA