1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Sêva Qerenfîlkirî - Sêva Mêxekrêj
Sêva Qerenfîlkirî - Sêva Mêxekrêj,sêva,qerenfîlkirî,sêva,mêxekrêj

Sêva Qerenfîlkirî - Sêva Mêxekrêj

Bi saya Seywan Saeedian ev çanda jibîrbûyî cardin geş dibe

A+ A-

Temenê hinek diyariyan ji temenê evîndaran dirêjtir e.

Dema mirov wê dibîne bêhemd wek tiştekî efsûnî li ber çavan şewq vedide.

Gelek caran tenê bi dîtinê nayêt nasîn. Divê yek dest bidê, bêhn bike, û hinekî jî xwe bi dest efsûniya wê berde. Ev efsûnî mirovî bi pey meraqekê jî dixe. Lê piştî mirov hinekî li ser lêkolîn dike, dibîne ku ev Sêva Mêxekrêj e, û wek diyariyek e ku di nav kevneşopiyên kurdan de cih digre. Ew bûye sembola çend tiştinî cihê jî.

Ango di çanda neteweya Kurdistanê de wateyên xwe yên rengîn û cuda jî hene. Li hin deveran li ser wê sond tê xwarin û gotinên giranbiha li ser tên kirin. Di gelek çîrokên evîndariyên kevin de roleke xwe ya girîng heye. Gava keçik dildarî xortekî dibe û nikare behsa evîndariya xwe jê re bike, gelek riyên cuda û rengîn li ber hene û wan diceribîne.

Sêvek Mêxekrêj wek diyarî yek ji wan riyan e. Lewra di evîndariyên berê de bilêvkirin û nîşandayîna wê evîndariyê ji ber normên civakî û bêderfetiyan zêde ne berbelav bû. Lê dîsa jî ne neçar bûn, gelek rê û rêbazên cuda jî hebûn bo evîndariya xwe pêşkêş bikin.

Wekî nexişandina destmalekê ya bo lawikî, û  herwiha diyariyên din. Ev hemû nişane û sembola evîndariyên berê ne, Sêva Mêxekrêj jî yek ji wan diyariyan e ku keç pê merama xwe bi xortan re parve dikin.

Ev çand demeke dirêj hinekî hat jibîrkirin an jî pir ne li ser bîr û bala kesî ye, lê dîsa jî li hin deveran zindî ye. Sêva Mêxekrêj ne tenê bo pêşkêşkirina evîndariyekê tenê ye. Her wiha ger diltengî û xeyidandinek di navbera du hezkirok û evîndaran de çêbibe bi riya diyariya Sêva Mêxekrêj lihevhatin pêk tê. Ango ew aştiya evîndaran jî pêk tîne û evîndariya wan nû dike. 

Sêva Mêxekrêj çawa tê çêkirin?

Sêva Mêxekrêj bi mêxek[1] û sêvê tê çêkirin. Ango Qurnefîlên (Mêxek) hişk yek bi yek di sêva sor de tên çikandin û heya ku ew sêv bi qurnefîlan were veşartin. Piştî ku bi qurnefîlan hate nixumandin, ji bo ew sêva bi mêxek ava xwe zuha bibe divê çend rojan bisekine.

Lê hew cara ku hinekî ew mêxek sist bûn divê ew hinekî din bi nav sêvê ve bên guvaştin. Herwiha ew ê bi vî awayî mêxek xwe bêtir li sêvê bişidînin û dê saxlemtir çêbibe. Çêkirina her Sêveke Mêxekrêj dikare saetekê zêdetir wextê yekî bigire.

Sêva Mêxekrêj; wek sembola bibîrxistina jenosîdê

Herwiha wek qasida aştiyê jî tête bikaranîn, ji aliyê din ve bo malbatên ku di qirkirinan de kes ji wan hatine kuştin sêvên sor têne belavkirin. Bi qasî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane sêv li nav malan têne belavkirin û ew sêv bi mêxek-qurnefîlan tên xemilandin. Piştî xemilandina wan, li malbatên ku qurbanî dane tên belavkirin.

Li Başûrê Kurdistanê Cejna Neteweyî ye

Divê hunermendên neteweyekê bikaribin ji kevneşopiyên xwe hunereke nû biafirînin an jî wê çandê nûjen bikin û dîsa pêşkêşî civakê bikin. Belê em ê behsa vê yeke jî bikin.

Bi taybetî ji sala 2010’an ve ye ku ji bo bîranîna Qurbaniyên Enfal û Helebçeyê li Başûrê Kurdistanê wek "Cejna Neteweyî ya Sêva Mêxekrêj" bi awayekî fermî tê pîrozkirin.

Sêva Mêxekrêj bi mêxek û sêveke kartî tê çêkirin. Aliyê tûj yê mêxek li sêvê tê xistin û dor bi dor li dora wê tê alandin.

Mîmarê vê cejnê jî Peykertiraşê navdar ê kurd Seywan Saeedian e. Seywan Saeedian bi xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye, bi saya Seywan Saeedian ev çanda jibîrbûyî cardin geş dibe. Seywan Saeediyan nêzî 11 salan li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê maye, him xwendiye û him jî wek hunermendekî bi karê xwe yê hunerê ve mijûl bûye, gelek berhem û proje afirandine.

Ji bo bîranîna jenosîda li ser kurdên Başûrê Kurdistanê Projeya Sêva Mêxekrêj di 11 salan de bir serî û ew çanda nuxamtî û jibîrkirî cardin gihand roja îro û nifşê me.

Di Komkujiya Helebçeyê de gaza kîmyewî a bêhna sêvan bûbû simbolek. Herwiha Qurnefîl jî berdewamiya jiyanê û pêşerojê temsîl dike. Di heman demê de sembola aştî û hezkirinê jî ye. Ji ber hindê bo naskirin û bi bîrxistina jenosîda li ser kurdan jî bûye nîşaneyek. Sêva Mêxekrêj bi deh salan jî dikare wek xwe bimîne, efsûnî û xeml û bêhna wê jê naçe.

Li başûrê Kurdistanê ji bo wê kevneşopiya cardin bi bîr were û li nava nifşên ayende belav bibe ji sala 2010an ve ye ku di roja hezkiroxan a 14ê Sibatê de Cejna Neteweyî ya Sêva Mêxekrêj tê pîrozkirin.

Ev çand ji serdema Zerduştiyê ve gihaştiye roja îro.

Ev çanda kevnar li Kurdistana Rojhilatê berbelav e, û herwiha dibe ku çandek hevpar a Kurd û Farisan be. Li gor hin lêkolînan vê diyariya xweşik a nîşane û sembola evîndariyê ji serdema Zerduştiyê ve gihaştiye heya roja îro.

Li Rohjilatê Kurdistanê jî herî pir li herêma Mukriyan ev çand berbiçav e.

________ 

[1] Mêxek – wek mêxik jî tê gotin.

Çavkanî:  http://www.natgeokurd.com/seva-mexekrej-diyariyek-ji-kevnesopiyen-evindariyen-kurdistane/