1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sûr di Remezanê de bê av û bê ceryan e
Sûr di Remezanê de bê av û bê ceryan e,sûr,di,remezanê,de,bê,av,û,bê,ceryan,e

Sûr di Remezanê de bê av û bê ceryan e

Niştecihên taxên Alîpaşa û Lalebeyê, di meha Remezanê de bê av û ceryan in

A+ A-

AMED - Niştecihên taxên Alîpaşa û Lalebeyê, di meha Remezanê de bê av û ceryan in. Welatiyan dest nîşan kir ku sirf ji bo malên xwe neterikandine av û ceryana wan hatiye qutkrin. Welatiyan got ku, ew bawer nakin ku yên vî tiştî dikin misilman bin. 

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê rûxandina di bin navê "veguharandina bajariyî" de didome. Ji bo ku niştecihên taxan malên xwe biterikînin ev 5 roj in av û ceryana wan hatiye qutkirin. Welatiyên ku bi hatina meha Remezanê re bê av û ceryan in, diyar kirin ku bi vî awayî tê xwestin ku ew malên xwe biterikînin. Welatiyan got ku, çi dibe bila be ew ê malên xwe neterikînin. 

‘YÊN AV Û CERYANÊ DIBIRIN NE MISILMAN IN' 

Huriye Dag ku 40 sal in li taxê dijî, diyar kir ku belkî di dîrokê de cara ewil e ku li welatekî misilman tiştekî wisa diqewime û wiha got: "Gelek caran bi rûxandina malan gef li me xwarin, lê ew baş dizanin ku em dernakevin. Vê carê jî av û ceryana me qutkirin. Kesekî bi qasî serê derziyê ji misilmaniyê fêm bike, tiştekî wisa nake. Bawer nakim ku kesên di vê meha bimbarek de av û ceryanê qutkirin misilman bin." 

Dag, van kirinan wek "dîlgirtinê" wesifandin û diyar kir ku, zarokên wan ên ku nîvê şevê hişyar dibin ji tarîtiyê ditirsin. Dag, dest nîşan kir ku ew 40 sal in li vê taxê dijî û ji bilî vê nikare li tu deverî bijî û çi dibe bila bibe ew ê mala xwe neterikîne. 

‘ÇIMA KES DENGÊ ME NABIHÎSE' 

Hesina Çetinkaya ku 35 sal in li taxê dijî, qutkirina ceryan û avê wek "zilmê" wesifand û wiha pirsî: "Ji bilî zilmê tiştekî li me nakin. Ma di misilmaniyê de tiştekî wisa heye?" Çetinkaya, dest nîşan kir ku tu bi taybetî di meha Remezanê de tu misilman misilmanekî bê av nahêle û wiha bertek nîşan da: "Me fêm kir ev sepandineke dewletê ye. Lê çima gel bêdeng e. Çima kes dengê me nabihîse?" 

Çetinkaya wiha got: "Mal ya me ye, tapû ya me ye, lê ji me re dibêjin 'derkevin'. Em ê biçin kuderê? Ancax ez dikarim li vir bimirim. Xwedê tiştên ku tînin serê me dibîne. Xwedê ji wan re nehêle." 

‘DIVÊ ÊDÎ BERTEK ZÊDE BIBIN' 

Ciwanê bi navê Ahmet Kizilay jî diyar kir ku zarokên taxê ji serê sibê heta êvarî tî û birçîne û wiha got: "Xwişk û birayên min bê av îdare nakin. Em diçin ji taxên din ji bo wan avê dikişînin. Niha em hemû bi rojî ne. Di vê germê de kişandina avê jî zehmet e." Kizilay, anî ziman ku ji ber li taxê av tune ye êdî ew nikarin derdora xwe jî paqij bikin û wiha got: "Heke wisa bidome dê li taxê nexweşîn dest pê bikin. Divê demildest hin kes li hemberî vê rewşê bertek nîşan bidin." Kizilay, dest nîşan kir ku ji ber ku li mizgeftê jî av tune ye êdî ew nikarin nimêj jî bikin û wiha got: "Ma ev misilmantî ye? Galip Ensarioglu û Ebubekir Bal qaşo misilman in û parlementerên me ne. Dest û piyên wan dirêj e. Lê van dest û piyên xwe tenê ji bo me bieciqînin bi kar tînin." 

Saadet Balci ya 85 salî jî wiha got: "Min di emrê xwe de tiştekî wisa nedîtiye. Min nizanibû ku ez ê bibînim jî. Lê di vê meha Remezanê de me bê av û ceryan hiştin. Ez ê di vî emrî de çawa agir vêxim û xwarinê çêbikim. Di fitariyê de heke bi dest min keve ez ê bi tasek av û gezek nan fitariya xwe bikim."