1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TJA: Daxuyaniya DYA’yê li jinên Kurd heqaret e
TJA: Daxuyaniya DYA’yê li jinên Kurd heqaret e,tja,daxuyaniya,dya,yê,li,jinên,kurd,heqaret,e

TJA: Daxuyaniya DYA’yê li jinên Kurd heqaret e

A+ A-

Tevgera Jinên Azad nerazîbûn nîşanî daxuyaniya DYA’yê ya piştî rizgarkirina Reqayê da. TJA’yê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan.

Daxuyaniya TJA’yê wisa ye:

“Rêzdar Ocalan îradeya bi milyonan kesan temsîl dike. Rola paradîgmaya Rêzdar Ocalan a di şoreşa Rojava de tê zanîn. Di vê pêvajoyê de gelê me li hemberî tecrîdê li Ewrûpa û Kurdistanê di nav çalakiyan de ye.

Daxuyaniya konsolosxaneya DYA’yê ya têkildarî Rêzdar Ocalan bêhurmetiyeke polîtîk a li hemberî jinên Kurd û gelê Kurd e. Rêber rêzdariya xwe ji berxwedêriya gel, têkoşîna demokrasiyê û şoreşên civakî werdigirin.

Di vê çarçoveyê de em daxuyaniya konsolosxaneyê şermezar dikin û diyar dikin ku divê têkildarî vê daxuyaniyê sererastkirinê bikin.”

 

ANF