1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Temenê xebitandina zarokan heta 10 û 11 saliyê ketiye
Temenê xebitandina zarokan heta 10 û 11 saliyê ketiye,temenê,xebitandina,zarokan,heta,10,û,11,saliyê,ketiye

Temenê xebitandina zarokan heta 10 û 11 saliyê ketiye

A+ A-

STENBOL - Doç. Dr. Pinar Uyan Semercî diyar kir ku zarokên li Edeneyê dema destê wan li kar digire, malbat wan dişîne zeviyan û aşkera kir ku divê Tirkiye di mijara zarokên karker de bi pirsgirêkên xwe re hev rû bibe û wiha got: "Temenê zarokên karker heta 10 û 11 saliyê ketiye."

Bi hevkariya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê, Weqfa Bernard van Leer û Hevkariya bi Ajansa Başbûnê ya Çukurovayê re di navbera 1'ê Sibata 2016'an û 31'ê Çileya 2017'an de li ser rewşa zarokan lêkolîn meşandin. Li gorî "Projeya Başkirinê ya Prespektîfa Halê Herî Baş a Zarokên di Şertên Jiyanê de Karkerên Çandiniyê" li Edeneyê hin xebat hatin meşandin. Derket holê ku sedî 73'yê zarokên temenê wan di navbera 12-18 salan de li zeviyan dixebitin. Sedî 70 temenê wan 12-14, sedî 86 temenên wan 15-18 û ev zarok hefteyê 7 rojan dixebitin. Doç. Dr. Pinar Uyan Semercî ya li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê de cih digire jî di vê xebatê de cih girt û aşkera kir ku wan bi zarokan re hin hevdîtin kirine û zarokan bi vekirî rewşa xwe ji wan re vegotiye.

‘TEMENÊ ZAROKÊN KARKER 11-12'AN KETIYE’

Semercî da zanîn ku şertên xebatên zarokan gelekî xirab in, zarokên di vî temenî de dixebitin bi gelek rîskan re rû bi rû ne. Semercî piştrast kir ku zarok pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne, sedî 10'ê wan nehatine aşîkirin û wiha got: "Divê zarokên 18 salî li zeviyan nexebitin, yên 11-12 salî li zeviyan dixebitin."

Semercî destnîşan kir ku zarokên keç ên 15-18 salî hem li zeviyan û hem jî di konan de dixebitin û wiha pê de çû: "Gotina wan 'Em paqij dikin ew toz digire'. Em behsa avahiyeke bi ax û xîzê hatiye avakirin nakin. Konên ku em qala wan dikin, ji xwe ne ewle ne. Dema baran dibare dilopî hundur dike. Heke qamboyeke ceryanê bişixule ku di hemûyan de jî heye. Sedî 80 rêjeyeke ceryanê heye. Ew ava baranê di cihên qamboyî de diherike. Sala çûyî dema em li wir bûn, xebateke me ya atoyeyê hebû. Di wê demê de hat gotin ku hin kon şewitî ne. Gelek aliyên xwe yên bi xeter heye." Semercî li ser şertên xebatê û pereyê ku digirin jî agahî da û piştrast kir ku rojane 44 lîreyî digirin, 4 lîreyê wê didin navbeykar û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yanî serê kesayetî bi 40 lîreyî dixebitin. Dîsa ji derveyî qeydkirinê xeba gelekî zêde ye."

‘ZAROKÊN JI 15 SALÎ PIÇÛKTIR JÎ DIXEBITIN’

Semercî aşkera kir ku dema zarok destê wan kar digire, wan dişînin zeviyê û got ku "Zarokên 11-12 salî jî didin xebatê, temenê zarokên xebatkar heta 10-11 saliyê jî ketiye." Semercî da zanîn ku zarokên ji 15 salî piçûktir xebitandina wan qedexe ye û wiha got: "Zarokên temenê wan 15-18 salî jî bi hin şertan dikarin bidin xebatê. Qanûna sererastkirina karên zarokan vê yekê dibêje." Semercî diyar kir ku di şertên asayî de divê yomiya wan 56 TL be, bi hatina sûriyeyiyan re, yomiye jî gelekî ketine."

Semercî anî ziman ku divê mekanîzmayên piştgiriyê bên amadekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Şert û mercên zarok têde dixebitin gelekî xirab in. Divê ev bê çareserkirin. Divê Tirkiye di warê xebatandina zarokan de bi pirsgirêkên xwe re hevrû bibe."

Muhammet Dogru/Sadiye Eser - dîhaber