1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Divê êrîşa li ser Efrînê raweste
Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Divê êrîşa li ser Efrînê raweste,tevgerên,gel,ên,navneteweyî,divê,êrîşa,li,ser,efrînê,raweste

Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Divê êrîşa li ser Efrînê raweste

A+ A-

Tevgerên Gel ên Navneteweyî nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê dan û gotin, “Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê tê wateya destpêrkirina pêvajoyeke nû ya bi xwîn.”

Tevgerên Gel ên Navneteweyî bi sernavê “Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê bisekinîne, Efrînê biparêze” weşandin û bi bîr xist ku şerê 7 salan ê li Sûriyeyê veguheriye şerekî navneteweyî, bi sed hezaran mirov lê hatine kuştin û bi milyonan ji cih û warê xwe bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk a bi rêveberiya R. Tayyîp Erdogan bi El Qaîde (Heyet Tehrîr El Şam), DAÎŞ û komên din ên selefî êrîşî Efrînê dike û hat gotin, “Ev yek wê herêmê ji nû ve bixe nava afetê, birçîbûna mirovan ferz bike, rê li ber mirina zarokan veke û mirovan ji cih û warên wan bike. Her wiha wê rê li ber krîza însanî ya navneteweyî veke. Di hiqûqa navneteweyî de jî ev operasyon weke operasyona dagirkirinê tê binavkirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rizgarkirina Reqayê dikarîbû şerê li Sûriyeyê bi temamî biqedanda û zemîna diyalogê ji bo aştiya herêmê biafiranda. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya bi xwîn. Herêmên herî bi ewle û aram ên Sûriyeyê, ew herêm in ku ji aliyê Kurdan û gelên bi wan re di nava tifaqê de ne, tên birêvebirin. Yek ji van jî Efrîn e. Efrîn yek ji wan herêman e ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ve gel xwe li wê herêmê digire.

Di daxuyaniyê de ev bang li civaka navneteweyî hate kirin:

“- Efrîn yek ji herêmên herî bi ewle yên Sûriyeyê ye. Saziyên navneteweyî ji bo aramiya li herêmê û divê vê derê ji her şêwe êrîşan biparêze.

– Efrîn ji bo Tirkiyeyê ne tehdît e, êrîşî Tirkiyeyê nekiriye. Dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan tine bike êrîşî Efrînê dike. Divê ev rastî were dîtin.

– Rûsya ku ji qada hewayî ya li Efrînê berpirsyar e divê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemîne, pêşî li êrîşan bigire.

– Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê, Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê tenê xizmetê ji DAÎŞ’ê û komên selefîst bike. Koalîsyona navneteweyî divê li dijî van êrîşan tedbîrê bigire û asteng bike.

– Dewleta Tirk hêzeke dagirker e. Divê civaka navneteweyî li pêşberî vê rewşê bêdeng nemîne û Tirkiyeyê neçar bihêle ku axa Sûriyeyê biterikîne.”

ANHA