1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Tevî hemû astengiyan jî gel xwe digihîne warê xwe
Tevî hemû astengiyan jî gel xwe digihîne warê xwe,tevî,hemû,astengiyan,jî,gel,xwe,digihîne,warê,xwe

Tevî hemû astengiyan jî gel xwe digihîne warê xwe

Gelê Şengalê yê ku di fermana 2014’an koçî Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê kiribûn qefle bi qefle vedigerin ser axa xwe, lê kesên ku ji Başûr vedigerin di gelek nuqteyên kontrolê yên asayîşa PDK’ê de tên astengkirin û rastî gelek zor û zehmetiyan tên

A+ A-

EHLAM HECÎ/ŞENGAL

 

Gelê ku vedigere ji ajansa me re axivîn û wiha gotin:

Xelîl Xelef: “Em ji Xankê tên, ji me re digotin bêîcaze hûn nikarin derbas bibin.  Ev sê sal in rewşa vir nebaş bû. Lê belê niha baş bûye.

Di hinek kampan de nahêlin malbat malê xwe bibin. Ji bo referandûmê naxwazin niha malbat vegerin Şengalê.”

 

 

Mehmûd Êzdîn: “Ji bo Referandûmê gelê Başûrê Kurdistanê ditirse. Ji ber vê van rojan pir mal hatin Şengalê. Em jî ji bo vê hatin.”

Kampa em jê hatin Kampa Şariya bû.  Em dikarin bêjin vala bû. Kes nema hemû hatin.

Polîsên kampê di deriyê kampê de sekinîn û nehiştin malbat ji kampê derkevin. Heta niha jî gel asteng dikin da ku neyên Şengalê.”

 

 

Reşîd Xelîl: “Îro gelek xelkê Şengalê vedigerin. Ez dibêjim bila hemû vegerin Şengalê. Rewşa Başûrê Kurdistanê nebaş e û dilê wêlatên cîran bi ve referandûmê nexweş e û gefan dikin. Ji ber vê jî em hatin Şengalê. Îhtîmale şer çebibe. Ji ber vê jî em vedigerin axa xwe. Şer çêbibe jî mirov li axa xwe be baştir e.”

 

 

Xelef Elî: “Em jî ji Kampa Dihokê tên. Em ji fermaneke din tirsiyan em hatin. Pir kes hatin. Ji ber me xwe li wir di ewlehiyê de hîs nedikir em hatin.

 

 

Ebas Hesen: “Em ji Kampa Kebartoyî hatine. Berê rewşa Şengalê nebaş bû. Niha rewşa jiyanî her diçe baş dibe û gelek malbat ji kampên Başûrê Kurdistane vedigerin. Em jî ji ber vê yekê hatin.”