1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Turk: Îro ji her demê bêtir pêdivî bi yekîtiya kurdan heye
Turk: Îro ji her demê bêtir pêdivî bi yekîtiya kurdan heye,turk,îro,ji,her,demê,bêtir,pêdivî,bi,yekîtiya,kurdan,heye

Turk: Îro ji her demê bêtir pêdivî bi yekîtiya kurdan heye

A+ A-

MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, bal kişand ser hewldanên KNK'ê yên Kongreya Neteweya Kurd û diyar kir ku ji her demê bêtir pêdiviya kurdan bi neteweya yekîtiya kurdan heye. Turk, ji partiyên kurdan xwest ku ji bo yekîtiya neteweya kurdan di berjewendiyên kurdan ên hevpar de bibin yek. Turk, da zanîn ku ger îro Kongreya Neteweya Kurdan pêk hatibûya dê di navbera partiyên kurdan de diyalog bêtir xurt bûbûya. 

Siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji bo Yekitiya Neteweya Kurd heta niha gelek caran ket nava hewldanan, li ser hewldana Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) û referanduma li Başûrê Kurdistanê ku di 25'ê Îlonê de pêk bê nirxandin kir. Siyasetmedar Turk, li ser yekîtiya kurdan anî ziman ku kurdan firsendên dîrokî ji destê xwe revandin û xwest vê carê vê firsendê ji destê xwe nerevîne. Turk, anî ziman ku pêdiviya kurdan a sereke Yekîtiya Neteweya Kurd e û ji her demê bêtîr pêdivî bi yekîtiya kurdan heye. Turk, xwest her partî di berjewendiyên kurdan ên hevpar de bibin yek û her partî di rastiya xwe de israr nekin û di parastina nirxên kurdan ên hevpar de bibin yek. Turk, xwest her partî berjewendiyên kurdan ên hevpar, yekîtiya kurdan, pêşeroja kurdan esas bigire û nêzî hev bibin. Turk, anî ziman ku kurd ji vê pêvajoyê û şûnde kî li hemberhî wan şaşiyan bikin dê helwesta xwe dînin holê û bersîvê bidnin wan. 

Turk diyar kir ku wan her tim balkişandiye ser giringiya yekgirtina kurdan û wiha got: "Pêwîstiya kurdan di navxweyî û qada navnetewî de bi yekgirtinê heye. Em li Hewlêrê hatin cem hev, lê mixabin Kongeya Netewî ya Kurd pêk nehat. Sedemên sereke ji hev bawernekirina partiyên kurdan û destwerdana hêzên derve bûn. Ji bo yekgirtina netewî nabe ku hişmendiyek her partî bêje îdeolojiya min rasete divê her kes bê ser îdeolojiya min bê şopandin. Hişmendiyek ku desthilatdariyê biparêze dê her winda bike. Lê îro giringiya yekgirtina kurdan derket holê. Eger kongre çêbûba dê ev pêvajoya ku kurd têde bi dîalogên nava kurdan û qada navnetewî statuya kurdan feyde bidîtiba. Ev firset hat windakirin." 

TURK XWEST BIRYARA SERXWEBÛNÊ BAŞ BÊ FIKIRÎN 

Turk referanduma serxwebûna Başurê Kurdistanê jî nirxanand û da zanîn ku tu kurd û partiyên kurdan ne li dijî serxwebûna kurdan e. Turk xwest biryara serbixwebûnê baş bê fikirîn û wiha pê de çû: "Dê serxwebûn çi bîne û çi bibe? Dê piştî referandumê serxwebûn pêk bê yan ne? Ev yek ne diyar e. Di Rojhilata Navîn ku wek çiravekî ye, dê Kurdistanek serbiwe çi bîne û çi bibe. Dê nêzîkatiyên Ereb, Tirk û Îran ê çi be? Ji ber ku cîranên kurdan nawazin ew bibin xwedî statuyek. Bi taybet berteka Tirkiye yê diyare û sedema tevlîbûna Tirkiye yê ya şerê Suriye yê ewe ku kurd nebin xwedî statu. Dibe ku hinek têkiliyên ekonomî hebin lê dema gotin bê serbixwebûnê dibe ku ev hêz bibin hêzên dijmin. Divê têkiliyan de seknek bi nirx hebe. ?  

Turk balkişand ser destkeftiyên Başurê Kurdistan û wiha axivî: "Li Başurê Kurdistan gelek bedel hatin dayîn û di enfalan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Lê eger destwerdana Emerîkayê û palelerên 37'an nebûya niha pêkhateyek wiha nebû. Divê ev biryar baş bê fikirîn. Bi taybet ji bo bajarên kurdan Şengal û Kerkûkê. Kerkûk û Şangal li ser hikumeta Îraqê ne, destpêkê divê referanduma wan herdû bajaran bê kirin. Dê di serbixwebûnê de herdû bajar li ku bin. "

'DIVÊ BIRYAR LI PARLEMENTOYÊ BÊ GIRTIN'

Turk nexebitîna parlementoya Kurdistana Federal nirxand û diyar kir ku divê biryara serbixwebûnê li parlementoyê bê girtin û wiha got: "Partiyek siyasî bi tenê nikare bê biryarê bigire. Heman demê de saziyên sivîl ên civakî dibê bên guhdar kirin. Lê îro li başur parlemento nikare kombibe. Biryarek bê parlemento dê piştre rê li nîqaşan vebike. Eger sibe serbixwebûn neyê pêkanîn dê xeyalên kurdan bişkên." 

'DIVÊ DESTPÊKÊ LEŞKERÊN TIRK JI KURDISTANÊ DERBIKEVIN'

Turk nebûna hêzên parastina hewayî û bejayî ya Başurê Kurdistanê li bîr anî û wiha berdewam kir: "Hêza parastina Kurdistanê ya hewayî û bejayî tuneye. Li 18 cihên Kurdistanê leşkerên tirk hene. Divê destpêkê ew bên derxistin. Dê dawiya wan çi bibe?"

'YA GIRING JIYANEK DEMOKRATÎK E'

Turk modela serbixwebûna Başurê Kurdistan ji bo parçeyên din yê Kurdistanê wiha nirxand: "Heman model li parçeyên din yên Kurdistanê ne mumkune. Ji ber şert û mercên her parçeyekî cudaye. Hêjama nifusa her parçeyekî cudaye. Giring ne al û peykerek e ya giring ew e ku sîstemek demokratîk bê avakirin."

Beritan Îrlan / Dicle Kara - dihaber