1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Têkçûna olîgarşiya Barzanî
Têkçûna olîgarşiya Barzanî,têkçûna,olîgarşiya,barzanî

Têkçûna olîgarşiya Barzanî

Bingeha krîza li Başûrê Kurdistanê der bûye dîrokî ye, kûr e. Pirsgirêk pirsgirêka pêşengiyê ye; desteserkirina desthilatdariyê ye, tasfiyekirina mûxalefetê ye û bi têkbirina şoreşa Rojava re rêvebirina Başûr mîna şîrketekê ye

A+ A-

  • SEYÎT EVRAN
  •  ANF

 

Têkoşîna Kurdan a li Başûrê Kurdistasnê xwe dispêre salên dûr û dirêj. Bi bûyerên 15 rojên dawî re careke din derkete holê ku ji ber pirsgirêka rêbertiyê ev têkoşîn bi şoreşê bi encam nebûye. Ya rast, pirsgirêka li Başûr ne ya du hefteyê dawî ye. Krîza bi salan e.

Li pey hev çar enfal, yanî qirkirin li gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin û van qirkirinan heta sala 1991'ê dewam kirin. Kurdan Şerê Kendavê ji xwe re weke firsendekê bi kar anîn û li Keladizê û Ranyayê dest bi raperînê kirin. Vê raperînê di demeke kin de li Zaxo û Duhokê belav bû.

Dema ku Raperînê dest pê kir, rêveberên PDK û YNK li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bûn. Hêzên Iraqê ji Keladizê, Ranya, Çarkurne, Silêmanî, Zaxo, Duhok, Hewlêr û gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê hêzên Iraqê hatin derxistin. PDK û YNK ji Îranê hat û li cihê gel bi dest xist, bi cih bûn. Bi vî rengî desthilatdariya ku heta roja îro rê li ber pirsgirêkan vekir, derkete holê.

Piştî raperîna gel, DYA bi navê 'Hêza Çakûç' li Başûrê Kurdistanê hêza xwe bi cih kir. Paralelên 36 û 42. bi Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebçeyê hate bisînorkirin. Nînova, Kerkûk, Diyala, Xaneqîn, Germiyan û Celawla li derveyî sînorê Kurdistanê hatin hiştin.

PARLAMENTA BAŞÛR A LI WASHÎNGTONÊ HATE DAMEZRANDIN

Ev pêvajoya nû li DYA dest pê kir. Di navbera Washîngton û Hewlêrê de trafîka dîplomasiyê xurt bû û di encamê de sala 1992'an bi parlamentekê re temam bû. Ev parlament li Washîngtonê ava bû.

Di rûniştina destpêkê ya vê parlamentê de biryar hate dayin ku tevlî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bibe. 3'ê Cotmehê, PDK, YNK û dewleta Tirk li dijî gerîlayên PKK'ê dest bi operasyoneke bi navê 'operasyona sandvîç' kirin.

Operasyona leşkerî ya PDK-YNK û Tirkiyeyê mehekê dewam kir. Li Xakurkê roja 25'ê Cotmehê, gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di vê operasyonê de teslîm nebû û xwe ji zinar avêt. 

Êrîşên hêzên başûr û Tirkiyeyê yên lihemberî gerîla li pey hev dihatin û di salên 95 û 97'an de şerekî dijwar qewimî. Ev pêvajo heta salên 2000'î dewam kir.

DAGIRKIRINA IRAQÊ

Piştî ku DYA Iraq dagir kir, ev welat du slan bi rêveberiyên demî hate birêvebirin. Di vê demê de destûreke nû ya Iraqê hate amadekirin. Di destûra bingehîn a nû de bajar û navçeyên kurdistanê yên di nava sînorên Kurdistanê de nehatin bicihkirin, vê carê weke 'herêmên cihê nîqaşê' hatin destnîşankirin. Lê belê ji ber çavkaniyên xwe yên enerjiyê, bala her kesî li ser bû. Ji bo Kerkûkê biryar hate dayin ku di nava du salan de referandûm li ser diyarkirina statuya wê bê kirin.

STATUYA NÛ YA KURDISTANÊ Û LÎSTÎKÊN SIYASÎ YÊN NAVXWEYÎ

Piştî hilweşandina rejîma Saddam Huseyîn, Mam Celal bû yekem serokkomarê sivîl ê Iraqê. Li gorî destûra bingehîn a nû, Iraq êdî welatekî federal bû. Başûrê Kurdistanê jî weke herêmeke federal hate qebûlkirin. Barzanî li şûna Serokkomariya Iraqê, serokatiya Başûr tercîh kir. Û wezîfeya Serokatiyê du serdeman dewam kir. Parlament hate çalakkirin, qanûn hatin derxistin û li gorî qanûnan wezîfeya serokatiyê herî zêde du serdeman dikarîbû bimeşanda. Dema wezîfeya Barzanî sala 2015'an qediya, lê dest ji wezîfeya serokatiyê berneda. Serokatiya Herêma Kurdistanê desteser kir.

Di nava vê demê de li herêmê du caran hilbijartin çêbû û Tevgera Goran bû partiya duyemîn a herî mezin. Mesûd Barzanî sala 2015'an darbe kir û parlament tevizand. Nehişt ku Serokê Parlamentê yê ji Tevgera Goran bikeve nava Hewlêrê. Wezîrên Goran û Komala Îslamî ji wezîfeyên xwe hatin girtin. Barzanî û PDK'ê dixwestin Başûr bi tena serê xwe bi rê ve bibin û ji bo vê jî darbe kir.

JI BO KERKÛKÊ TIŞTEK NEKIR

Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, ji bo diyarkirina statuya Kerkûkê diviyabû referandûm di sala 2005'an de bihata kirin. Tevî ku 12 sal di ser re derbas bûn PDK'ê ji bo Kerkûkê tiştek nekir.

Ji ber şerê navxweyî û piştre ji ber rûdana şerê li dijî DAIŞ'ê, Bexda ne alîgir bû ku referandûm bê kirin. Rewşa de facto ya li Kerkûkê bi kêrî PDK'ê dihat. Ji ber ku gelekî sûd ji rezervên petrolê yên li Kerkûkê digirt, ti carî ji xwe re nedikir pirsgirêk ku statuya bajêr diyar bibe. Ne tenê ji bo Kerkûkê, her wiha ji bo Xaneqîn, Celawla, Mendelî û Xurmatû jî tiştek nekir.

Ji bo her saziyeke rêveberiyê, yekî ji malbata xwe bi cih kir. Nêçirvan bû Serokwzîr, Mesrûr bû Serokê Konseya Ewlekariyê û hemû saziyên din bi vî rengî dîzayn kir.

BANGA OCALAN A JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Piştî ku Celal Talabanî weke Serokkomar hate hilbijartin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tespît kir ku pêvajo bi kêrî kurdan tê û sala 2005'an ji bo yekîtiya Kurdan bang kir ku konferansa neteweyî bê kirin. KCK'ê jî gelek caran eşkere kir ku ji bo yekîtiya neteweyî amade ye bi her awayî gavê biavêje. Lê PDK'ê û Mesûd Barzanî bersiv nedan vê bangê. her ku nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî diketin rojevê, Barzanî yekser berê xwe dida Enqereyê.

Piştî ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji nû ve diyar bûn, sala 2011'an Barzanî bi PKK'ê re dest bi hevdîitnan kir. Komîteyek ava bû û di nava komîteyê de nûnerên PKK'ê jî hebûn. Ev komîte heta sala 2014'an xebitî. Tevî ku sê sal di ser re derbas bûn, ji ber helwesta mijûlkirinê ya Barzanî, kongre nekarî bê kirin û yekîtiya neteweyî pêk nehat.

Sala 2011'an, serhildanên gel ên li Tûnisê dest pê kir, bi guhertina rejîmên Lîbya, Misirê bi encam bûn. Di dawiyê de xwe gihand Sûriyeyê. Di hedefa van serhildanan de rejîmên dîktator hebûn.

Barzanî gihîşt wê baweriyê ku ev pêvajo wê bigihêje wî û qebûl kir ku ji kongreya neteweyî re amade ye. Dema ku Kurdan li Rojava şoreş pêk anîn, herî zêde Barzanî ji vê aciz bû, ji ber ku sîstema wî leqiya.

Ji xwe piştî vê bi temamî dest ji xebatên ji bo yekîtiya neteweyî berda û xwe teslîmî Tirkiyeyê kir.

FIRSENDÊN DI DEMA DAIŞ'Ê DE HATIN BIDESTXISTIN

DAIŞ, ku ji şerê navxweyî yê Iraqê derkete holê, sala 2013'an li Sûriyeyê bû xwedî bandor. Piştre êrîşî Rojava kir. Êrîşê li derdora Efrîn û Kobanê dest pê kir. Lê ji van êrîşên destpêkê encamek bi dest nexist. Bandora YPG û YPJ'ê pêşî li DAIŞ'ê girt. Ji bo DAIŞ bi bandor bibe di navbera Enqere, Riyad, Qatar û Hewlêrê de gelek hevdîtin hatin kirin.

Sala 2014'an li Ammanê di civînê de nexşerêya DAIŞ'ê hate destnîşankirin. Li gorî vê yekê hat plankirin ku DAIŞ Mûsil û Şengalê dagir bike. Piştî vê dagirkirinê Îlona 2014'an êrîşî Kobanê kir. Wekî din ji Xaneqînê dest pê kir û berê xwe da Kerkûkê.

Barzanî di vê demê de hewl da Kerkûka ji aliyê YNK'ê ve dihate kontrolkirin, bi dest bixe. Gelek herêmên petrolê yê li Kerkûkê weke Bay Hasan, Dibisê kontrol kir. Petrola vê derê jî pêşkêşî AKP'ê, Erdogan û malbata wî kir.

Li hundir jî pirsgirêkên civakî û aborî der bûn. Sedema vê krîzê jî ew bû ku Mesûd Barzanî û malbata wî dest ji rêveberiya herêmî û serokatiya ku desteser kiribûn, bernedan. Ji ber vê krîzê gel gelekî xizan bû, mûçeyên karmend û pêşmergeyan hate birîn. Bi dengekî bilind gel pirsa 'Petrol ji Tirkiyeyê re tê firotin, lê pere bi ku ve diçe?', 'Çima mûçe nayên dayin?' dipirsî.

PDK'Ê MÛXALEFET TASFIYE KIR

PDK'ê li paytext Hewlêrê mûxalefet nehişt. Hemû derxist derveyî Hewlêrê. Mûxalefet li Silêmanî asê ma. Cih li Barzanî jî teng bû. Ji bo xwe ji krîzê rizgar bike û heta bi hetayê li ser desthilatdariyê bimîne, ji bo şoreşa Rojava bişikîne, biryara referandûma serxwebûnê da. Ev biryar, lîstina qumarê bû li ser hebûn û tinebûna gelê Kurd. Di serî de YNK gelek partî û rêxistinên li Başûrê Kurdistanê gotin, ku divê referandûm bi biryara parlamentê be û parlament bê çalakkirin. Lê belê malbata Barzanî bi waliyê Kerkûkê yê YNK'yî Necmettîn Kerîm, Kosret Resûl Alî, Mele Bextiyar, ji fermandarên pêşmergeyan Şêx Cafer Mûstafa û hin rêeberên Îslamî Yekgirtû re biryara referandûmê da.

BIRYARA REFERANDÛMÊ

Di serî de DYA, Îngilîstan û Fransa gelek hêzên navneteweyî xwestin referandûm bê taloqkirin. Lê belê Barzanî bi biryar bû ku heta bi hetayê li ser kursiya Serokatiyê ya dagirkirî rûnê û xwe weke qehremanê damezrîner ê Kurdistanê îlan bike. Ji bo vê jî 'herêmên cihê nîqaşê' jî tevlî referandûmê kir. Jê hebû ku di serî de Amerîka wê hêzên Rojavayî wî bi tenê nehêlin.

Bexdayê li pey hev peyam da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ye 'danûstandinan' bike. DYA, Îngilîstan, Fransa û Neteweyên Yekbûyî planeke alternatîf pêşkêşî PDK'ê kir. Lê PDK'ê ev hemû ji nedîtî ve hat. Li ser vê yekê, Iraqê ragihand ku hêza leşkerî jî di nav de wê bi her awayî dest li rewşê werde.

20 roj piştî referandûmê artêşa Iraqê tevî Heşdî Şabî ku Îran destekê dide ber bi Xurmatû û Kerkûkê ve bi pêş ve çûn. Li vê eniyê Pêşmergeyan şer nekirin û xwe vekişandin. Xurmatû, Taze, Daqûq û Kerkûkê di demeke kin de dest guherandin. Piştre Pirdê ku herêma petrolê ye û bi 50 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye ket destê hêzên Iraqê.

Ebadî, ku bi girtina herêmên ji DAIŞ'ê moral girt, vê carê berê artêşa xwe da Xurmatû, Kerkûk û herêmên li derveyî paralelên 36 û 42'an dimînin.

LI BAŞÛR NÎQAŞÊN LI SER GUHERTINÊ

Demeke kin beriya referandûmê Mam Celal jiyana xwe ji dest da. Vê yekê nîqaşên li ser nûbûna siyaseta li Başûrê Kurdistanê anî. Ya rast, ev pêvajo bi Tevgera Goran re dest pê kir. Lê belê ji ber ku hemû endamên damezrîner ên Tevgera Goran ji YNK'yiyên berê pêk tê, ev guhertin di asta ku dihate xwestin pêk nehat. Di çarçoveya vê nûbûnê de YNK'ê beriya bi demeke kin biryara kongreyê da û tê payin ku piştî wextekê kongre pêk were.

Li gel destpêkirina nîqaşên li ser nûbûnê jî, PDK'ê di vî warî de hê gavek neavêtiye. Barzanî, li şûna ku wezîfeya xwe radestî nifşê nû bike, xwest ku bi kur, birazê, xizmên xwe yên nêz ên qet ji siyasetê fêhm nakin, vî karî bimeşîne. Mesûd Barzanî dixwaze, timî li asta herî bilind a rêveberiyê be.

RÊYA ÇARESERIYÊ

Piştî ku Kerkûk û bajarên din ên Kurdan radestî Iraqê hatin kirin, rêveberiya Başûr têk çû. Rewş ne diyar e. Krîza di nava du hefteyên dawî de rû da mirov dikarin bêjin ku kûr e.

Paşeroja Başûrê Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî diyare diyar bibe.