1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Vegera welatiyên Êzidî ya ji bo Şengalê dewam dike
Vegera welatiyên Êzidî ya ji bo Şengalê dewam dike,vegera,welatiyên,êzidî,ya,ji,bo,şengalê,dewam,dike

Vegera welatiyên Êzidî ya ji bo Şengalê dewam dike

A+ A-

TÎRÊJ ŞINGAL-NEDÎMA ŞINGALÎ/ ŞENGAL

 

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an welatiyên Êzidî koçî kampên Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûn. Piştî ku gundên wan yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin, êdî welatiyên Êzidî pêl bi pêl vedigerin ser axa xwe.

 

Li ser vegera xwe ya Şengalê jinên Êzidî yên ku ji kampên Başûr û Rojavayê Kurdistanê vegeriyane ser axa xwe ji ajansa me re axivîn.

 

Basîma Mişko di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew  di 3'ê Tebaxa 2014'an de  ji gundên xwe reviyan û piştî rêyek ji aliyê hevalan ve hat vekirin  ew yekser derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û li gundê Zawîtê bi cih bûn.

 

Her wiha Basîma Mişko got: “Di kampan de jiyana me hinekî bi zehmet bû, lê  neçarî derbasî kampa Keberto ya Zaxo bûn. Bi rastî di wir de hinekî derfetên me baş bû alîkarî ji me re dihat, lê piranî ji bo karmendên  derve dihatin."

 

Basîma Mişko axaftina xwe wiha domand: “Ev sê rojin em hatine war  û mala xwe ya berê ku li bajarokê Xanesorê ye. Bi rastî em gelek keyfxweşbûm bi vegera ser welatê xwe û em dibînin ku jiyan li vir heye û bi ewleye. Her şev dewriyên Asayîşê li nava taxan digerin, wisa bi min didin hîs kirin ku ez dikarim bi teniya xwe û zarokên xwe li vir bijîm.”

 

 

Basîma Mişko di dawiya axavtina xwe de bang li Êzidiyan kir û got: “Êdî axa me hemî ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin û warê me arame, av û ceyrana me heye. Êdî hun li benda çine hûn ji kampan nayên, me axa xwe ji her derê xweştir divê.”

 

‘Axa mirov ji hemû tiştî binirxtire’

 

Li ser heman mijarê jina bi navê  Gewrê Qasim li ser hatina xwe ya ji kampa Newroz ya li Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivî: “Dema ku em ji çiya reviyan heya ku berî em werin vê derê em li kampa Newroz bûn, bi rastî li wê derê gelek ji me re alîkar bûn û jiyana me li wir xweş bû, derfetên me hebûn. Lê her ne weke warê me bû, lewma em vegeriyan ser axa xwe, axa mirov ji her tiştî bi nirxtire."

 

Gewrê Qasim diyar kir ku dema bi sedan ciwanên wan berê xwe dan dervey welat, di deryayan de jiyana xwe ji dest dan û ev jî weke fermanek nû bû.

 

 

Gewrê Qasim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku her kesê bikaribe alîkariya me bike destê xwe bigihîne Êzidiyan ku niha vedigerin ser axa xwe. derfetên wan kêmi û zehmetiyan jiyan dikin. Em hêvî dikin ku hemû gel vegere welatê xwe  bibin tifaqek ku tiştek ji wan re çêbibe.”

 

 

 

 

 

(rn)