1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Versiyonên nû yên mîsyoner Sidika
Versiyonên nû yên mîsyoner Sidika,versiyonên,nû,yên,mîsyoner,sidika

Versiyonên nû yên mîsyoner Sidika

Nûnerên serdema heyî yên mîsyonera Tirk Sidika Avar a piştî komkujiyê ji Dersimê re hate şandin û dest bi Tirkkirina zarokên Kurd kir, kar û hewldanên xwe zêde dikin

A+ A-

Bûyerên ku di nava meha dawî de li dibistanên Tirkan ên li Kurdistanê û guhertina saziyên hatine desteserkirin de qewimîne nîşan didin ku polîtîkaya Tirkkirinê ya dewleta nîjada Tirk bi rengekî bê perwa tê meşandin.

Ayşe Sidika Avar, sala 1939'an weke mamoste li Enstîtuya Keçan a Xarpêtê hate bicihkirin. Mîsyonereke Tirk bû, ku delweta Tirk piştî komkujiyê bi zanebûn li herêma Dersimê wezîfedar kir. Haya wê jî ji vê hebû û li gorî vê wezîfeya xwe tevgeriya. Di navbera salên 1939 û 1954'an de ji bo zarokên Kurd ên li Dersimê bike Tirk, çi ji destê wê hat kir. Ewqasî ji xwe bawer bû ku hemû kiryarên xwe di pirtûkeke bi navê 'Dag Çîçeklerî' de vegot.

Avar ku ji bo keçên Kurd bike Tirk li gundan kom kir, nifşekî ku ne kêmî xwe li pey xwe hişt. Ne tenê mamosteyên ku bi dilxwazî ev kar dikir, her wiha mufredat û bernameyan jî giranî dan ser vê mijarê. Erdogan di her serdana xwe ya li welatekî Yekîtiya Ewropayê de got, "Na ji asîmîlasyonê re. Nabe ku em ji ol, ziman û çanda xwe tawîzê bidin." Lê hikumetên wî ev 15 sal in ji bo zimanê Kurdî tine bikin, sazî, dersxane û kreş girtin û digirin.

Em çend ji van mînakan bînin bîra xwe:

XÊZKIRINA NÎŞANEYA HEYV Û STÊRKÊ LI ENIYA ZAROKAN

Ev bûyer li kreşeke li Sêrtê qewimî. Mamosteyê kreşê yê gundê Zoqeydê yê navçeya Misricê, nîşaneya heyv û stêrkê li ser eniya zarokan xêz kir û ew şand malê. Li gorî nûçeya di malpera direnisteyiz.org hate weşandin, dê û bavê zarokan nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan. Bûyerê bandoreke neyînî li zarokan kir.

BI TÎŞORTÊ JI ALA TIRKAN DEST DA MAÇÎKIRIN

Hikumeta AKP'ê ku Şirnex bi erdê re kir yek û mirov bi zorê da koçberikrin, bi rê û rêbazên cuda polîtîkaya xwe ya qirkirina çandî didomîne. Di çarçoveya projeya "Pira Dilan" de ku di navbera Midûriyetên Bajêr ên Spor û Xizmetên Ciwanan ên Ordû û Şirnexê de hate îmzekirin, komek ji xwendekarên li Şirnexê birin Ordûyê. 45 zarokên ji Şirnexê yên ji branşên cuda yên weke judo, pêlewanî, halter û voleybolê birin Walîtiya Ordûyê. Waliyê Ordûyê Seddar Yavûz ew pêşwazî kir. Rayedarên ku proje amade kirin, tîşortên ji ala Tirkan li zarokên sportvan kirin û destê Walî Yavûz bi wan dan maçîkirin.

GIRTINA KREŞA KURDÎ

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi rêya kursên Tirkî, Erebî û Quranê hewl didin jiyanê bi temamî bikin Tirkî. Li navçeyê ku komele, dibistan û kreşên bi Kurdî perwerdeyê didin hatine girtin, bi destê qeyûm û miftîtiyê asîmîlasyon tê ferzkirin. Kreşa Zarokan a Nûbihara Biçûkan, dibistanên seretayî yên Bêrîvan û Melayê Cizîrî ji aliyê qeyûm ve hatin girtin. Qeyûm, avahiyên van dibistanên Kurdî radestî Baskê AKP'ê yê Jinan û perwedey aolî ya Partiya Hur Dava kir.

NAVÊ BIRYAR KIRIN RAMAZAN

Li navçeya Baglar a Amedê, mamosteyekî li şûna mamosteyê ji kar hatin derxistin li Dibistana Seretayî ya Mesût Yilmaz hate bicihkirin, hewl da navê Kurdî yê zarokan biguherîne. Ji zaorkekî ku navê wî Biryar e got, 'Bila ji niha û pê ve navê te Ramazan be'. Qîma xwe bi vê jî neanî û ji bo zarok ji bîr neke li ser destê wî 'Ramazan' nivîsand. Zarok dema çû malê, diya wî bi navê Biryar bang lê kir, lê zarok ji diya xwe re got, 'Dayê navê min êdî ne Biryar e, Ramazan e. Mamosteyê min navê min guherand'. Malbat ji vê rewşê aciz bû û çû bi mamoste re rûnişt. Mamoste jî bêyî li ber xwe bikeve ji malbatê re got, 'Min henek kir, mijarê siyasî nekin'.

AXAFTINA BI KURDÎ QEDEXE YE

Dîmenekî çend roj berê ji Şirnexê hate weşandin gelekî deng veda. Di dîmen de ku li medya civakî hate weşandin, mamosteyê polê "Lîsteya tiştên qedexe" li dîwêr daliqand. Xala destpêkê jî "ez ê bi Kurdî neaxivim" bû. Ev lîsteya ku malbata zarokekî dîmenê wê kişand, rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Di heman demê de nîşan da bê zexteke çawa li zarokan tê kirin.

IŞARETA NÎJADPERESTAN A LI SINIFÊ

Çend roj piştre dîmenekî din vê carê ji navçeya Bismil a Amedê hate weşandin. Mamosteyeke Tirk li sinifê li ber ala Tirkan nîşaneya nîjadperestan kir û ev wêneyê xwe di medya civakî de weşand. Ji ber nerazîbûnê Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr ragihand ku dawî li karê mamosteya navborî hatiye anîn. Lê piştre derket holê ku wê mamosteyê bi xwe îstifa kiriye. Piştî hefteyekê, ji hesabê twîtterê yê MHP'ê wêneyê hevdîtina wê mamosteyê bi Devlet Bahçelî re hate weşandin. Xuya ye piştî ku ji Bismilê derket yekser serdana MHP'ê kiriye.

MAMOSTEYA KU BI KELEŞÊ WÊNE KIŞAND

Gokçen T. a ku li gundê Yemîşlî yê navçeya Qilaban a Şirnexê mamostetî dikir, di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyekî xwe weşand, ku bi kalaşnîkovê wêne kişand. Gokçen T. timî ala Tirkan dixist destê xwendekaran.

MAMOSTE BUŞRA YA NÎJADPEREST

Mamoste Buşra Ozdemîr ku dema li Wanê wezîfe dikir, kîn û hêrsa xwe bi rêya medya civakî verşiya û wiha got, "Û... em ê zarokên we yên bê şeref perwerde bikin. Hûn ê hemû di binê wan bombeyan de bimirin."

DIBISTANA JI KALEKOLÊ

Lîseya li gundê Kûştepe yê navenda Şirnexê hatiye çêkirin, ji ber ku mîna kalekolê hatiye çêkirin, bi vî navî tê binavkirin. Berevajî dibistanan, li banê vê dibistanê kûleyên şopandinê yên mîna kalekolan hatine çêkirin. Tê payin ku zarok ji gundên xwe bên girtin û li vê dibistanê werin bicihkirin ji bo bên asîmîlekirin.

PERWEDEKIRINA NIFŞÊ NÎJADPEREST-OLPEREST

Mufredata perwerdeyê ya Tirkiyeyê ku ji berê ve hewl dide nifşekî Tirk-Sûnî perwerde bike, di dema AKP'ê de hê bêhtir antî demokratîk bû. Hikumeta AKP'ê di çarçoveya vîzyona 'nifşê kîndar' a Tayîp Erdogan de bi mufredata zayendîperest, rê li ber îstîsmara zarokan vedike, zimanê dayikê jinedîtî ve tê, dûrî zanistiyê ye û laîktiya demokratîk ji holê radike, dewam dike.