1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wallstrom ji ber êrîşên li Efrînê serdana li Tirkiyeyê betal kir
Wallstrom ji ber êrîşên li Efrînê serdana li Tirkiyeyê betal kir,wallstrom,ji,ber,êrîşên,li,efrînê,serdana,li,tirkiyeyê,betal,kir

Wallstrom ji ber êrîşên li Efrînê serdana li Tirkiyeyê betal kir

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom, ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, serdana xwe ya Tirkiyeyê ku wê piştî du hefteyan bikira betal kir

A+ A-

Radyoya Dewletê ya Swêdê Ekot ev agahî bi sernavê "Hikumet li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê helwestê nîşan dide" weşand.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku li gorî plana hate kirin wê Wallstrom piştî 14 rojan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve û bi Erdogan re rûnişta, lê Wezareta Karên Derve ya Swêdê ev serdan ji bo demeke ne diyar taloq kir.

Ekot diyar kir ku li gorî agahiyên gihîştin ber dest, serdan ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê hatiye qalokirin û mijar di rûniştina parlamentê de ya li ser Efrînê hate nirxandin.

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh û Parlamenterê Partiya Keskan Jabar Amîn gotin, betalkirina serdana Wallstrom erênî ye.

 

ANF