1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xelatên Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin dayîn
Xelatên Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin dayîn,xelatên,wêjeyê,ya,osman,sebrî,hatin,dayîn

Xelatên Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin dayîn

2’emîn Mîhrecana Wêje ya Osman Sebrî bi merasîma xelatê bi dawî bû. Mîhrecan diyarî berxwedêrên Efrîn û Şehbayê hatin kirin

A+ A-

QAMIŞLO 

Mîhrecana Wêje ya Osman Sebrî ji aliyê Komîteya Wêje ya Kantona Qamişlo ve li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin, gelek kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûn. Mîhrecan 3 rojan dom kir.

Mîhrecan ku jiyana Osman Sebrî, guhdarkirina helbestan a bi Erebî, Kurdî, semînerên çîrok û helbestên Kurdî, dengbêj û muzîkan destpêkiribû bi merasîma xelatdayînê ve bi dawî bû. Mîhrecan diyarî berxwedêr û gelê li Şehba û li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin hate kirin.

Endamê Komîteya Nirxanê Dildar Deşto spasiyê wêjevan û helbestvanên beşdarî mîhrecanê bibûn kir û rola wan destnîşan kir.

Paşê xelatên yadîgerî pêşkêşî navenda Çand û Huner a Reqayê, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Navneda Çand û Hunerê ya Minbicê, Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê hatin kirin.

Navê kesên di beşên cuda yên festîvalê de hêjayî xelatê hatî dîtin wiha ne:

Çîrokên Kurdî: Neriman Evdikî, Mistefa Mistefa, Lema Elî

Helbestên Kurdî: Fatmê Sîdo, Îsmail Heci Mûrad, Lewend Yusif

Gotarên Kurdî: Pêşeroj Cewherî

Çîrokên Kurdî: Cuma El Heyder, Wan Silo, Îbrahîm Îshaq

Helbestên Erebî: Xidir Hemadî bin Hemadî, Îbrahîm Berekat, Ehmed Yûsif, Mistefa Sîno

Gotarên  Erebî: Xalis Misewer, Cemîla Mihemed, Reşîd Ebbas.

ANHA

ANHA