YARSANÎ,yarsanî

YARSANÎ

Di têgihiştina ol, mezheb, felsefe û nêrînên civakî de bi qasî guhlêdana kesekî ku mirov li nav û navnîşana wî pirs dike, guhlêdan û nasîna ji awira kesên ji wê olê, ji wê felsefeyê ye jî grîng e

A+ A-

 

 

 

Felekeddîn Kakayî: Ola Kakayî (Yarsanî)

 

Destpêk

Di têgihiştina ol, mezheb, felsefe û nêrînên civakî de bi qasî guhlêdana kesekî ku mirov li nav û navnîşana wî pirs dike, guhlêdan û nasîna ji awira kesên ji wê olê, ji wê felsefeyê ye jî grîng e. Ev şertê yekem ê hevûdu pejirandinê ye. Ango divê mirov kesekî xwe çewa dibîne, wî wisa bipejirîne.

 

Piştî mirov olekê an jî mezhebekê nas kir mirov dikare li wan bikole û derbarê wan de nêrînên xwe bîne ziman: Em çiqasî ji vê baweriyê dipejirînin, çiqasî jê napejirînin. Dema ne li dijî baweriya yekxudayî be an jî ne li dijî rewşa giştî ya civakî be, redkirin û nepejirandina baweriyeke olî bê guman ku ne hêsan e. Lewra herkes û her civak di baweriya xwe ya olî de û di şêwaza baweriya bi Xuda û rîtuelên olî de azad e.

 

Mirovahî ber bi nêrîneke exlaqî ya nû ve bi pêş dikeve. Ev nêrîna exlaqî ya nû li ser bingeha hevûdupejirandin, xweşbînî, azadiya ramanî û ya baweriyê şîn dibe.

 

Li Kurdistanê em bi oleka ku pir kêm li ser tê axaftin û bi taybet bawermendên wê olê pir kêm xwe didine nasîn re rûbirû ne. Ji ber vê yekê di destpêkê de em pirsên mîna “Navê ´Kakeyî´ ji ku derê tê? “; “Dîroka avabûn û belavbûna vê olê kengî ye?“; “Li ser kîjan erdnîgariyê şîn bûye?“; “Felsefeya wê çiye?“; “Rîtuelên wê yên olî çine?“ ji xwe dikin.

 

Di dawiya vê gotarê de jêderkên agahî jê hatine girtin hene. Jêderk ji du beşan têne pê. Ya yekem çavkaniyên Kakayiyan bi xwe ne. Pirtûkên grîng ên ji aliyê Kakayiyan ve hatine çapkirin û belvkirin.  Ya duyem jî, gotar û pirtûkên ji aliyê kesên ne Kakayî ve hatine nivîsîn û heya ciyekê ji aliyê Kakeyiyan ve jî hatine pesendkirin in.

 

Min hewl da cî bidime nêrînên Kakayiyan  û bixwe xwe vebêjin. Lewra armanca min ew e ez vê olê heya dikarim bi hemû rastiya wê ve nîşan bidim.

 

Divê di nêrîna felsefeya Kakayî (Yarsanî) de ciyê gel û olên din çiye bê vegotin.  Di derûniya baweriya Kakayî de pejirandina hemû ol, çand, netew, ziman û rengên cuda heye. Tu kesek, civakek an olek nikare xerab bê dîtin. Avakarên vê olê wiha ferman kirine “Xwe xerab û bi kêmasî bibîne, gel baş bibîne“. Ew gel dikare Kakayî be jî, dikare gelek din ê li ser ruyê erdê be jî. Ev şîret ji ber bawerî û felsewfeya ola Kakayî ya “Donawdon“ Kirasguherîn, reenkarnasyon, vejîn“ ê tê. Em ê di beşên bê de li ser vê mijarê rawestin.

 

Beşa Yekem

 

Koka gotina Kakayî

 

Gotina Kakakî him ji bo kesan û him ji bo civakê tê bikaranîn. Ango ji bo Kakayiyan jî bi tenê gotina “Kakayî“ tê bikaranîn. Gotina Kakayî bêtir li Îraqê tê bikaranîn. Li Îranê wekî “Ehlî Heq“ têne nasîn û li hin welatên din jî bi navên cuda têne nasîn. Mînak; li Afganistan û Pakistanê di wateya derwêşiyê de “Zikrî“ tê gotin. Di vê gotarê de em ê gotina “Kakayî-Yarsan“, yan jî bi tenê gotina “Kakayî“ bikar bînin.

 

Wateya wê ya zaravayî

 

Gotina Yarsan û Yaristan ji du beşan tê pê. Ji vana ”Yar” yek ji navên Kakayiyan e û di heman demê de bernavkê Siltan Sehak e jî. Herwiha gotina ”Yanî” jî ku tê wateya ”hezkirin” û ”dilovanî”yê, di zaravaya goranî de (hewramiya kevin) navek ji navê Xweda ye. ”Yanî” tê wateya ”dost” û ”alîkar” jî. Wekî tê dîtin dilovanî jî yek ji wateya gotina ”Yar” e. Ev hemî destnîşan dikin ku baweriya Yarsanî (Kakayî) xwe digihêjîne heya Mehrperwerî-Mîtrayî (perestina ronahiyê) û Zerdeştiyê ku ev her du ji baweriyên herî kevn in.

Gotina ”Mehr” a li vir, di wateya roj, ronahî, hezkirin, biratiyê de tê bikaranîn. Mîtra jî di wateya rastî, lisersozaxwemayîn û dilsoziyê de tê bikaranîn. Ji ber vê yekê jî Kakayiyekî niha jî divê li hemberî kesekî ji xwe an ji derî xwe jî li ser soza xwe bimîne, girêdayî peymana xwe be. Li ba Kakayiyan derbarê girêdan û pêşvebirina peymanên hundirîn de hinek rîtuel hene. Her wiha rastî û durustiya Kakayiyan li hemberî kesên ji derî xwe jî, ferman û divêtiyên ola wan e. Ev jî me dibin felsefeya ”Kiryara baş”, ”Gotina baş” û ”Ramana baş” ku ji aliyê Zerdeşt ve pir grîng têne dîtin. Lewra Zerdeşt dibêje ev felsefe rastî, aştî û yasa dêrûniya cîhanê ye. Kakayî ji bo pirtûka xwe ya pîroz dibêjin ”Spî”. Spiyên Yarsaniyan hertim vê yekê dubare dikin: ”Çar tiştan ji bîr nekin. Ev paqijî, rastî, nefspiçûkî û comerdî ne.” Paqijî, di her warên jiyanê de; di ziman, raman, tevger, cil û berg û laşê mirov de divê bibe. Comerdî û nefspiçûkî, dilovanî, xizmeta ol, welat û xwezayê, ev hemî felsefeya Zerdeşt a ”Kiryara baş”, ”Gotina baş” û ”Ramana baş” tîne bîra mirovan. Bi tenê li şûna gotina ”Paqij”iyê gotina ”baş”iyê bê bikaranîn, tu cudahiyek di navbera di navbera wan de namîne û di wateyê de jî tu tiştek naguhere.

 

”San” beşa duyem a gotina ”Yarsan” e. Tê wateya ”Siltan”, ”Mezin”, ”Pîroz” û ”Herêm”ê. Ji bo Yaranî Siltan Îshaq (Sehaq) ku 700 sal berê baweriya Yarsaniyê nû kir ”San Sehaq” jî tê gotin. Ji aliyê din ve her wekî Kurdistan, Afganistan û Îngilistanê, tê wateya herêm an jî welat jî. ”Yarsan” tê wateya ”Yaristan”, ango ”Herêma Yaranan”, em vê bi gotina kok a ”yar” wekî ”Yarî” dinivîsin.

 

Gotina Kakayî di wateya ”Biratî û hevkarî”yê de tê bikaranîn. Erebiya wê ”Ahî” ye. Wisa xuya dibe ku Kakayî ji tevgera ”Ahî” sûd wergirtiye ku di cîhana îslamê de û di nav gelek terîqet û komikên sofiyan de tê dîtin. Wateya gotina ”Ahî-Kakayî” pir nêzî gotina Yarsan e. Koka tevgera ”Biratî-Ahî”yê bi hezarê salan kevn e ku li Hîndistan, Çîn û Rojhilata Navîn tevgereke pêşketî bû. ”Eyaran”î, ku nêzî ”Yaran”iyan bûn, ji vê tevgera civakî re mînakek in.

 

Ji ber du sedeman ji Kakayiyan re ”Ehlî Heq” tê gotin. Ya yekem ku di pirtûka wan a pîroz Spî de gotina ”Heq”kut ê wateya Xuda pir caran tê bikaranîn. Her wiha ”Heq” radeya herî bilind a zanebûnê ye: ”Xwezanebûn Xudazanebûn e”. Ji aliyê din ve Kakayî şopînerên rêbaza sofîtiya navdar a dibêje; ”Mirov di çar gihînekan re derbas dibin: Şerîet, terîqet, marîfet û rastî” ne. Mirov di pêvajoya ”Rastî”yê de rohnî dibe, nêzî Xuda dibe, xwe nas dike, Xuda nas dike. Li vir, Kakayî bi gelek rêbazên sofîtiya îslamê re dibine yek. Di cîhana îslamê de gelek kom û rêbazên sofîtiyê hene ku ji xwe re dibêjin ”Ehlî Heq”. Ango Xuda li gel wan e, yan jî xwe gihandine Xuda û wekî tê zanîn ”Heq” navekî din ê Xuda ye.

 

Sedema em ewçendî li ser nav û wateya Kakayî (Yarsan) radiwestin ew e ku nav wateya naverokê dide.

Di şiroveyên xwe dispêrine çavkaniyên nivîskî yên ola Kakayiyan de em dibînin ku kokên vê baweriyê ji aliyekê ve digihêjine Mîtrayî (Mehrperwerî), Zerdeştî, Hîndûyî, Bûdhayî û olên din ên Hînd-Aryanî û ji aliyêkê ve jî digihêjine ola îslamê. Ev rewş di Spiyên Yarsaniyan de pir aşkere xuya dibe.

 

Beşa Duyem

 

Felsefeya Yarsan

Felsefeya Yarsan ango nêrîna wan a li jiyanê ji du xalên sereke plk tê. Yek ji van Donawdon (Reincarnation) e, ya din jî di bin ronahiya Reincarnation´ê de afirandina cîhan û gerdûnê ye.

1-    Reincarnation: Baweriyeke navneteweyî ye û ji dîrokeka pir kevnare ve heya roja me jî heye. Bi vê gotinê re armanc ne ew e ku em bêjin herkes bi Reincarnation´ê bawer dike, armanca vê gotinê bi tenê ew e ku baweriya bi Reincarnation´ê li gelek welatan belav bûye. Reincarnation, guherandina giyanê ya qalibê xwe ye. Mirina canewerekî, rêwîtiya ji cîhanekê ya cîhaneka din e. Lewra dema canewerek dimire giyana wê dikeve qalibeka din a yan ji cins û nîjada xwe yan jî ji cins û nîjadeka din. Hemû kesên ji Reincarnation´ê bawer dikin ne di heman baweriyê de ne. Di navbera wan de nêrîn û nirxandinên cuda hene. Weke mînak Kakayî Reincarnation´ê bi afirandina gerdûnê ve didine destpêkirin. Ji roja gerdûn hatiye afirandin û vir ve bi pêvajoya ”Donawdon”ê re, ango bi gihînekan gihîştiye îroja me.

Baweriya herî kevnar a bi Reincarnation´ê di pirtûka pîroz a baweriya Hîndû-Brahmayî Reg Veda de (Hostetî) tê dîtin. Reincarnation her wiha bi rengên cuda di baweriya Mîtrayî û Zerdeştî de jî heye. Bi giştî di olên Îndû-Aryanî de, ango bi hemû şaxên xwe ve di olên Hîndû û Bûdha, Mîtrayî, Zerdeşt, Manî, Mazdek, Kakayî de û di olên mîna wan de baweriya Reincarnation´ê heye. Reincarnation, li hemû Rojhilat û Rojava belav bûbû. Berê, li nav niştecihên Amerîkayê û bi taybet jî li nav welatên Amerîkaya Latînî, Afrîka, Asya û li Avusturalyayê baweriya bi Reincarnation´ê zêde bû. Ev bawerî li van herêman heya îroja me jî hebûna xwe didomîne. Baweriya Donawdon´ê di sedsala dawîn de li Ewropa û Bakurê Amerîkayê jî belav bû.

 

Baweriya bi Reincarnation´ê, bi olekê an neteweyekê ve girêdayî nîne. Her civak li gor xwe rîtuelên xwe hene. Weke mînak; rîtuelên olî yên Kakayiyan ji rîtuelên Bûdhaîzmê an jî ji yên olên din ên li Çîn û Japonyayê hene, cudatir in. Her wiha yên wan jî cudahiyên xwe hene. Lê hemû kesên bi Reincarnation´ê bawer dikin, li ciyekê digihêjine hev ku ev jî baweriya bi kulta ”Mirov-Xuda”, an jî ”Mirov-Firîşte” re ye. Ango mirov bi ronahiya giyanî û ramanî re, xwe nêzî rastiya mezin a Gerdûnê dike ku ev ji nûra Xuda pêştir tiştekî din nîne.

 

Armanca felsefeya Reincarnation´ê rizgarkirina kesan ji sînorên teng ên niha di nav de ne û gihandina wan a cîhana arişî (manewî), ya giyaneke paqijtir û ronahîtir e. Di bingeha xwe de peyama olên semawî jî her ev e: Berê mirovan bidine têgihiştin û zanebûnê. Peyama bingehîn a olên li cîhanê perwerdekirina mirovan, bi rêya başî, gotina rast û kiryara rast ve, bi hestên pak gihandina pîleya herî bilind a zanebûnê, ya ”Nasîna Xuda, nasîna xwe” ye.

Li gor baweriya Kakayî (Yarsan), hemû mirovahî ji destpêkê heya îroj û di dahatuyê de berê xwe dane vê rastiyê, didine vê rastiyê û dê bidine vê rastiyê. Armanca Donawdonê jî, di pêvajoya derbasbûna giyanê ya ji vê jîyanê ya jîyaneka din de, pakkirina giyanê ye. Di her jîyaneka nû de xwe ji xerabiyan bi dûr bikin, başiyan bikin û xwe bigihêjînine jîyaneka nû. Bi her carê zêdekirina pêkanîna başiyan re û bi birêveçûna li ser rêya rastiyê re xwegihandina encamê, vegera li rastiya xwe ye ku ev jî giyana Xuda ye. Weke di çanda îslamê de jî tê gotin; mirov dê li rastiya xwe vegerin.

Kakayî bi dil û can ji vê rastiyê bawer dikin. Ji ber vê jî Kakayî dibêjin; ”Ji tu kesekî re nebêje xerab e. Lewra em bi tenê ruyê mirovan a dide der dibînin, lê em nizanin ka giyana wî paqij e, an di çi radeya paqijiyê de ye.”

 

Li gor vê baweriyê, mirovekî di jîyaneke xwe de xwedî çi bawerî û olî dibe bila bibe, di jîyaneka xwe ya din de dikare xwedî ol û baweriyeka din be. Lewra hemû ol ber bi rastiyekê ve diçin. Tu bawerî, ol, çand, ziman û nîjad divê neyê reşkirin an tajang lê neyê kirin. Bingeha felsefe û exlaqê Yarsan ev e. Di tevgerên xwe de divê mirov efûkar, fireh û bêhnfireh be. Wekî me berê jî got nefspiçûkî, jixwedayîn û comerdî, ji şertên bingehîn ên baweriya Kakayî ne.  

Her çendî car caran di pratîkê de reng û teşeyên cuda bigire jî, îdeolojiya baweriya Kakayî wiha ye:

Di cîhana Îslamê de; li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê; Elewî, Bektaşî, Durzî, Îsmaîlî û bi dehan kom û rêbazên sofîtiyê yên li van herêman weke Kakayiyan diramin. Taybetiyên berçav ên van baweriyên navborî, dilovanî, bexşînerî û aştîxwazî ye; pejirandina kesên din e û baweriya bi jîyaneka bi hev re ya hevpar e.

Piştî Xirîstiyanî û Musulmaniyê, kesên ji Reincarnation´ê bawer dikin di rêza sêyem a mezin de ne. Wisa tê zanîn, hejmara kesên ji Reincarnation´ê bawer dikin milyarek e. Hejmarên ji aliyê UNESCO´yê ve 11 sal berê hatine dayîn nîşan didin ku 900 milyon kes ji Reincarnation´ê  bawer dikin. Îroj bi tenê li Hîdistanê 830 milyon kesên ji vê baweriyê hene. Li welatên mîna Tayland, Nepal, Kore, Vîetnam, Kamboçya, Laos, Burma, Filipîn, Hindistan, Endonezya, Avustralya´yê gel bi tamamî an jî beşeka grîng a ji gel bawerî bi Reincarnation´ê tînin. Ji bilî yên li Rojhilata Navîn, li Çîn, Japonya, Pakistan, Afganistan û li Rojavayê Ewropayê jî gelek kesên ji Donawdona´yê bawer dikin hene.

Wekî me di serî de jî got, Reincarnation baweriyeke pir kevnare û enternasyonal e û bi reng û teşeyên cuda di olên din de jî cî girtiye.

 

Afirîn

 

Em bên ser mijara di felsefeya Kakayî de, li ser bingeha Reincarnation´ê afirandina gerdûn û caneweran.

 

Ji ya gelek olan cuda, Kakayî weke efsaneyekê qala beriya afirînê ”mêj” dikin. Li gor nirxandinên zanyaran, netew û civak efsaneyên xwe yên li ser afirandina gerdûnê li ser çend xalên bingehîn ên mîna ”valahî”, piştre ”av” û piştî wan jî ”canewer”iyê didine rûniştandin. Di Qurana pîroz de ev têne gotin; cîhan di şeş rojan de hatiye afirandin. Baweriya olên semawî yên din jî derbarê mijarê de nêzî vê ye. Her wiha tê gotin ku ”tarî, di hemêza tarîtiyê de veşarî bû.” Piştre di şeş rojan de ev rewş guherî, cîhan û canewer afirîn. Her tişt li gor vîna Xuda ku dibêje ”bibe” ava bû. Di Încilê de jî ”Xuda ferman kir; ronahî bû, ronahiyê bibîne” dinivîse.

 

Ola Kakayî efsaneya afirînê weke ”bibe” di kêliyekê de bû xêz dike û afirînê wiha dide nasîn: Di destpêkê de, di ”mêj” de, bi tenê di cewher de (di atomê de, di derûniyê de) hêzeka veşarî heye. Yarsan vê hêzê weke hêza Xuda, ”hêza bi tenê” bi nav dike. Giraniya cewherê jî nayê zanîn.

Cewher, bi vîna Xuda ku dixwest xwe nîşan bide, weke nûr teqiya û belav bû. Bi teqîna cewherê re kaînat ava bû. Li lûtkeyê hêzeka ku ”hêza bi tenê” tê gotin, derbarê kar û barên cîhanê de bû xwedî biryar. Piçikên ji cewherê veqetiyan, ji hêza ji destpêkê ve heyî, sûdê wergirtin. Sedema vê yekê jî, rastiya veqetîna pirçikên ji ”hêza bi tenê” ya di destpêka afirînê de hebû bû.

 

Xwenîşandana Xuda û nîgarkirina yek kêliyekê ya afirînê, gencîneya veşarî ya Yarsan e ku weke ”Cîhana Cewherê” tê binavkirin. Di destpêkê de ji valahî û tariyê pêştir tiştek tunebû. Piştre, ”cewher”a ku hêza veşarî di xwe de diheband, ji bo Xuda xwe nîşan bide, bi destûra WÎ teqiya. Kevir, giya, madeyên hişk, ajel, canewerên di deryayan de dijîn û hemû tiştên din ên hatine afirandin, berhemên cewher û pirçikên wê nek u bi teqînê re jê veqetiyan. Ango enerjiya di nav cewherê de bû maddeyên li gerdûnê û bû jîyan û ev veguhezîna yekem a enerjiyê ye ku bû made.

Kesên ji baweriya ”Îşraqî” (Ronahî, biriqîn) ne, bawer dikin ku ew li çi binihêrin têde Xuda dibînin. Digihêjin encama ku hebûn jî tunebûn jî maf in û pirçikek ji Xuda di hemû hebûnan de veşarî ye. Ev felsefeya Îşraqî- Zerdeştî ya ji aliyê Şêx Şehabettîn Suherwerdî ve hati bipêşxistin, di bingeha xwe de felsefeya Zerdeştî bixwe ye. Baweriya Yarsan jî xwedî heman nêrînî ye. Di dîrokê de fîlozofên mîna Sokrat, Eflatûn, Pîsagor û çend fîlozofên din ên yunanî jî ji bawerî bi vê felsefeyê dianîn.

Ne bi tenê em mirov, lê hemû cîhan û gerdûn di encama teqîna ”cewher”ê ce ava bûn. Li ser vê bingehê, li gor baweriya Kakayî bi tenê ne li hemberî mirovan û civakan, lê li hemberî hemû canewer, xweza û gerdûnê jî divê rêz bê girtin. Baweriya Yarsan difermîne; ”divê ji bo pê li morîstankekê nekî hewl bidî, lewra ew jî canewerek e û parçeyek ji giyana gerdûnê dihebîne.”

 

Teqîna cewherê û fîzîk

 

Hin ji zanyarên Kakayî teqîna cewherê weke teqîna piçikên herî piçûk ên nayêne nasîn dibînin û dibêjin; ”mijara zanista fîzîkê, ev piçik û ´cewher´ e.” Eger ”cewher” bi hemû piçikên xwe yên herî piçûk ve bê zanîn, em dê hinekî din nêzîkî vegotina zanistî û olî ya afirînê bibin.

Di destnivîsên Kakayiyan û Spiyan de, 700 sal beriya parçekirina atomê, qala afirînê tê kirin. Ev nivîs di destpêka sedsala 20an de li zimanê rûsî, îngilizî, almanî û hin zimanên din jî hatine wergerandin û şirovekirin. Zanyarê navdar ê Yarsan Haci Nîmet, di salên piştî 1940î, derbarê mîta Kakayî ya afirînê û derbarê gelek mijarên din de bi farisî gotar nivîsîn û gotarên wî piştre li fransizî hat wergerandin.

Di sala 1995an de fizîknasên navdar rastiyeke zanistî derxistin holê. Li gor vê cîhan encama teqîna piçikên herî piçûk ên nayêne nasîn e. Ev teqîn (Big Bang) bi rêya teleskopa bi navê Hubble hat dîtin û wêneyê wê hat kişandin.

Fîzîknas dibêjin; ”di destpêka teqîna mezin de enerjiyeke bi qasî serê derziyê mezin lê pir bi bandor hebû. Piştre ev enerjî li gor formula Einstein E-=MC´yê, hêdî hêdî bû made.” Divê bê gotin ku zerengî û giraniya enerjiyê nîne. Ji ber vê yekê jî, enerjiyeke pir bi hêz jî dikare di nav ciyekî pir pir piçûk de cî bigire.

Divê mirov şaşwaz nebe ku ev gerdûna mezin ji piçikeka bi tenê afiriye. Lewra ev rastî ne dûrî hiş û aqil e. Rastiyeke aşkere heye ku di bingeha hemû hebûnan de enerjî heye.

 

Ronahî

 

Me qala baweriya Îşraqî (ronahî, biriqîn) kir ku tê wateya ronîbûna giyana mirovan. Pêkan e mirov li her deverê rast li rastiya ”Nûr” (ronahî)yê bê. Di Qurana pîroz sûreya ”Nûr”ê de wiha tê gotin; ”Allah nûra sererd û asîmanan e”. Di încîlê de jî ”Xuda nûr e” (peyama Yohanna) tê gotin. Herwiha Xuda xwe wiha nîşanê Mûsa da: ”Çirûskek pê ket û agirekî ku dar, ber, giya û çandiniyan nedişewitand derket.”

Di baweriya Sab î û Mandeyî de qala ”welatê nûrê” tê kirin. Ronahî bingeha baweriya Zerdeştiyê ye. Baweriya Yarsan rêzê ji roj, agir û ronahiyê re digire û wan weke pêkhatineke Xudayî dinirxîne. Ew sembolên Xuda ne. Îroj jî Kakayiyên bi temen bi ronkayiya rojê ya şeveqê re, heya roj bilind dibe dua dikin. Her wiha êvaran jî xatirên xwe ji rojê dixwazin, lê Kakayî perestiniya rojê nakin. Herwiha Zerdeştî jî ne agirperest in. Agir û ronahiyê weke pêkhatineke Xudayî dibînin. Ji aliyê din ve Kakayî dibêjin; ”roj, tişta herî pak û herî ronahî ya cîhanê ye”. Herkesek bi pakî û bedewiya rojê dizane, lê di heman demê de nebaş e jî, lewra kana enerjiyê ya herî mezin e. Di Qurana pîroz de jî bi rojê sond tê xwarin.

Armanca qalkirina ronahiyê ev e: Weke pêgirtiyên terîqên sofîtî û zanyariyê, Kakayî jî dibêjin; ”hemû gerdûn ji nûra Xuda ye. Di giyana hemû mirovan de, di cîhana wan a arişî de piçikek ji nûra Xuda heye. Bi rêya baweriya bi Xuda û ya başiyê, ev piçika nûr a veşarî divê cîhana hest û hişmendiyê ronahî bike, ji bo vê divê hewl bê dayîn.” Ev Ronahî´ya ku bi navên cuda tê ziman, felsefeya bingehîn a baweriyê ye. 

Kakayî dibêjin vebûna çavên hundirîn (batinî). Hin terîqên sofîtiyê dibêjin ”çavên dûrendîşî (basîret)”. Budhayî jî dibêjin ”çavê sêyemîn”. Jixwe gotina Budha ku bi sanskrîtî-Hînduî ye, tê wateya ”ronîdarbûn”ê, ango ”Budha gihîştiye vê astê”.

 

Ji bo Kurdistanê grîngiya çanda Yarsan

 

Çavkaniyên baweriya Kakayî, ji bilî yek du tiştên hîn nû têne çapkirin, hemî jî di Spî´yan de hatine tomarkirin ku ji destnivîsan pêk tên. Spî, ku koka baweriya Kakayî dibine bi hezarê salan berê, di çend demên cuda de hatine nivîsîn. Em ê qala vana nekin. Lê em ê li ser serdemên piştî derketina Îslamiyetê rawestin. Em ê li ser yên li gor Salnameya Rojê di sedsala 2an de bi destê Behlul Dana cara yekem hatine nivîsîn û di demên piştî wê de jî, bi guherînên di van deman de pêk hatine re û li ser guherînên divê li gor baweriya Yarsan jî pêk bên rawestin. Lê em ê niha li ser ku çima ol û çanda Yarsan divê ji aliyê kurdan ve grîng bê dîtin rawestin. Çanda Yarsan divê grîng bê dîtin. Lewra:

1-    Nivîsên pîroz bi zimanê kevin ê kurdî ve hatine nivîsîn ku ziman û çanda kurdî dewlemend dikin.

2-    Grîng e, lewra olek hebû û heye ku bi olên mezin ên din ên cîhanê re bi hev re bûye, pêş ketiye û belav bûye; çewa ku weke herêmên din li herêmên li nav dilê Kurdistanê yên mîna Hewreman, Loristan, Hemedan derketiye holê ev ol.

3-    Grîng e, lewra baweriya Kakayî, li gor Reincarnation´ê, xwenûkirina kesayet û jîyana manewî ye ku ev xaleka grîng e.

 

Ziman

 

Baweriya Yarsan (Kakayî), 1200 sal in, ango ji derketina holê ya Behlul Dana ya li Loristanê û bi vir ve, zaravaya goranî (hewramiya kevin), di anîna ziman a prensîbên xwe de bikar aniye. Hin zimanzan zaravaya goranî weke ”zimanê pehlewî” û zimanê pirtûka Zerdeşt Avesta binav dikin. Hewramî, Maçû, Şebek, Bacelan, Zengene, Çimor, Şêxanê Germiyan û heya ciyekê Kelhorî û Lorî jî devokên zaravayê kurdî Goranî ne.

Lênûskên Yarsan bi hezaran rûpel in. Heya niha bi tenê beşa yekem a deftera bingehîn Serencam ku 900 rûpel in hatiye çapkirin. Pirtûkeka ji 800 rûpelî pêk tê û beşeka piçûk a Serencamê şirove dike jî hatiye çapkirin. Bi dehan Spî û nirxandinên ji destnivîsan pêk tên jî hene. Ev an nexwestine bêne çapkirin, an jî nehatine çapkirin, lê heya roja me hatine. Ev hemî jî bi îdyom û bêjeyên ol û çanda kevnare ya li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn derdixine holê ve dagirtî ne. Ji aliyê ziman ve gencîneyeke dewlemend in, aliyên veşarî yên çanda Kurdistanê vedibêjin.

Li erdnîgariya baweriya Yarsan lê, bi hezaran cî û tirbên dîrokî hene. Îran û Îraq hin ji van deverên dîrokî ji xwe re dikine mal.

Spiyên Yarsan bi zaravaya kurdî Goranî hatine nivîsîn. Piştre, beriya 700 salî Kakayiyekî azerî, ji bilî dîwana xwe, beşeka grîng a defteran wergerand zimanê azerî. Li Tirkiyeyê jî çend Kakayiyên tirk, wergerandine tirkî. Niha bi sedhezaran Kakayiyên azerî li Azarbaycanê û Kakayiyên tirk jî li Tirkiye û welatên din ên bi tirkî diaxivin dijîn.

Ji aliyê din ve hemî Spî li farisî hatine wergerandin. Hin tekstên olî yên Yarsan jî bi farisî ne. Niha beşeka mezin a ji beyt û fermanên Yarsan bi kurdî (soranî û goranî), farisî, azerî û tirkî, bi çar zimanan hene.

Zanyarê rojhilatê yê rûsî Mînorsky di destpêka sedsala 20an de beşeka Defterê wergerand rûsî. Defter her wiha li almanî, îngilizî û zimanên din ewropî hatine wergerandin.

Li hin zanîngehên mezin dersên baweriya Yarsan têne dayîn, li ser lêkolîn têne kirin. Lê ne wek beşek serbixwe bi navê ”baweriya Yarsan”, di nav Îranolojiyê de tê dayîn. Her çendî zanyarên rojhilatê zimanê Kakayî weke zaravayekî bingehîn ê zimanî kurdî dibînin jî, Kakayîtiyê bixwe, ji aliyê çandî û dîrokî ve weke parçeyeke Îranolojiyê dipejirînin. Berpirsên vê rewşê di destpêkê de Kakayî û hemû kurd bixwe ne. Sedemeka din a grîng jî ew e ku baweriya Kakayî di nav baweriyên Hîndu-Aryanî yên mîna Mîtrayî, Zerdeştî û Manî de cî digire. Tekstên pîroz ên baweriyên di nav pergala baweriya Hîndu-Aryanî de cî digirin û şiroveyên van tekstan jî bi giranî bi farisî ne.

Ji bo li zanîngehên Kurdistanê ku ev 10 sal in geş bûne çanda Kakayî cî bibîne divê hewl bêne dayîn. Bi taybet jî taybetiyên baweriya Yarsanî ku em berê li ser rawestiyabûn, muzîka wê, çand û zimanê wê li zanîngehên Kurdistanê bêne lêkolandin.

 

Kakayî, sofîtî û zanîn

 

Ola Kakayî di bingeha xwe de baweriya sofîtî û zanînê ye û li ser ferdan radiweste. Lewra giyana mirovan bi tena serê xwe bi Reincarnation´ê re rûbirû dimîne, ji qalibekê, derbasê qalibeka din dibe. Gel li vê cîhanê bi hev re dijîn. Lê çi li pêşerojê, çi li paşerojê, di jîyana xwe ya din de bi tena serê xwe qalib guherand û dê bi tena serê xwe vê bike. Mirov ji bo xwe bigihêjînine asta herî bilind a paqijiyê divê hewl bidin.

Di ola Yarsan de zikir û îbadetên komî hene. Lê hemû îbadet û rîtuelên olî jî dîsa sedemek in ji bo kes bi tena serê xwe di rêya zanînê de biçin, têbigihêjin û giyana xwe bilind bikin. Tu kesek nikare ji dêlva kesekî din ve di vê rêyê de here. Herkesek divê bixwe li hemberî zorî û zahmetiyan sîng vegire. Ev jî rêya rizgarî û azadiya manewî ye. Lewra zanîn û sofîtî, ji bo mirov di vê rêwîtiyê de azad bin, zincîrên li pêşiya wan û leleyên li piyên wan ji holê radike. Zanîn rêya rizgariya ferdî ye. Mirovan ji astengî û zincîrên civakî, ji pêkutiyên ramanî, ji adet û toreyan û ji gumanbariyan rizgar dike. Gumanbarî di hemû jiyana mirovan de xwe di mêjî, dil û giyana mirovan de bi cî dike, lê giyana mirovan bi ”îraqî” (ronahî)yê rizgar dibe.

Di ola Yarsan de sofîtî û zanîn, di derûniya xwe de weke baweriyên din e. Ji ber vê yekê Yarsan, di serî de Hasan Basrî Rabîyî Edewiye (di sala 135an a hicrî de mir), Sufyan Sevrî, Ebû Haşim Sofî, Zoltan Misrî, Davud Tahî û şagirdên din ên Hasan Basrî, xwedî li sofî û alimên navdar ên Îslamê derdikeve, wan weke Yarsanî dibîne.

Di navbera salên 250-350 yên hicrî de sofiyên din derketin holê. Ebû Qasim Cined (di sala 297 a hicrî de mir), Bayezid Bestamî (261 hicrî), Sehîl Bîn Abdullah Tisterî (283 hicrî), Ebû Saîd Heraz (286 hicrî), Emîr Bîn Osman Mekî Sofî (334 hicrî), Amîd Zencanî û yên din sofiyên navdar ên rêber bûn. Hallacî Mansûr ji Bexdayê derket û ji ber baweriya wî ya zanînê li wir hat kuştin. Zincîra bi Hellacî Mansûr dest pê kir û bi fîlozof û zanyarê ronahîbûnê Ferîdûn Etar, Mewlana Celaledînî Rûmî, Şemsî Tebrîzî, Sanaî, Hakanî, Kîrmanî Şah Nîmetullah Welî, Şêx Mahmûd Şebisterî, Endelqewzad Hemedanî ku ji ber baweriya xwe ya zanînê hat kuştin,  Seyîd Mehemed Nûrbexş, Camî û heya bi Seyîd Îmadeddîn Nesîmî, gelek sofî û zanyarên xwedî zanînê hene ku her yek jî xwedî dîrok û jîyaneka trajîk e. Yarsan van hemiyan weke ”yar” dost û ”rêber” dibîne û navê pirê ji wan di zincîra Reincarnation´ê cî digire. Di defteran de qala wan hatiye kirin.

Hin sofî û zanyar terîqet ava kirine. Hinek ji van terîqetan tevlî baweriya berfireh a Yarsan bûne. Her terîqetek ji ya din zanîn û tecrûbe digire û ramanên nû li tevgera sofîtiya nav îslamê zêde dike.

Dema em bi kitekitên berfirehtir û ji awireke berfirehtir lê hûr bibin, pêlên tevgera sofîtiyê ji Kurdistan û Rojhilata Navîn heya bi Hîndistan, Çîn û sînorên Rojhilata Dûr, Bakurê Afrîkayê û heya hin welatên Ewropayê belav dibin.

Zanîn û sofîtiya Yarsan, nêzî sofîtiya Yahûdî, Xirîstiyan, Hîndû û Bûdhayî ye. Tevgera Kakayî, ji destpêkê ve li dijî desthilatdariyên zordest tevgereke ramanî û felsefî ya civakî ye. Ev tevger bi tena serê xwe nejiya, xwe di nava xwe de negirt. Dijberî wê, weke çemekî tevlî hewldanên tevgerên civakî yên mirovahiyê, yên rizgarî, ronahîbûn û xwegihandina kamilbûnê bû.

Hin nivîskarên pispor wiha dibêjin: ”Li seranserê çiyayê Zagrosan û derdora wan, li dijî pergala civakî, siyasî û aborî, Yarsan şoreşek bû. Ji ber vê jî mirov ji Tebrîz û Erdebîlê, heya Hamedan, Kirmanşan û Hewramanê, ji Şarezûrê heya bi Loristan, Bexda, Kerkûk û Mûsilê, li erdnîgariyeke berfireh, dikare rast li tirb û ziyaretên mezinên Kakayiyan rast bê.” Bermayiyên ziyaret û tirban, niha di bin parastinê de ne. Hin erdnîgarzan diyar dikin ku hin bawermendên ol û mezhebên din jî diçine serdana hin ziyaretên Kakayiyan. Piştre em ê çend navên grîng ên ji van ziyaretan bibêjin.

 

Dîrok û Erdnîgarî

 

Di vê beşê de em ê bi alîkariya perestgeh, gor û tirbên navdarên Kakayiyan, erdnîgariya baweriya Yarsan jê derketiye û belav bûye nas bikin.

Perestgeha herî grîng a baweriya Yarsan, qibleya hemû Kakayiyên li cîhanê, tirbeya Siltan Sehak (San Sehak) e. Siltan Sehak ji aliyê komeka fanatîka olî ve ku di navbera salên 1275-1400an de hebûne, hatiye şehîdkirin û li herêma Hewraman, li gundê Şêxan hatiye veşartin. Tirba Siltan Sehak weke ”Pirdewer” tê binavkirin. (Aliyê din ê pira kevin a li ser Çemê Sîrvanê) Yarsanên li Rojhilat, bi taybet di Newrozê de diçine serdana tirba Siltan Sehak Berzencî (San Sehak). Lewra wisa tê bawerkirin ku ew di 21ê adarê de, roja Newrozê hatiye dinê. Zerdeştî jî wisa bawer dikin ku Zerdeşt di serê meha Newrozê de hatiye dinê. Hinek Zerdeştî jî bawer dikin ku Zerdeşt di roja pêncan a Newrozê de, ango di 26ê adarê de hatiye dinê.

Di Newrozê de bi dehhezaran Kakayiyên kurd, tirk, azerî û faris diçine serdana Pirdewerê. Herwiha Kakayî di her çar demsalan de jî, diçine Pirdewerê ku weke hecê dibînin. Ji bilî Pirdewerê jî ev tirb û ziyaret hene:

1-     Li Çiyayên Kirmanşan-Dalaho Baba Yadîgar, gelek kes piştî Pîrdewer, diçine serdana Baba Yadîgar.

2-     Serdana gora Xatûn Rezbar a li Kirmanşan-Pave Pirdewerê.

3-     Dawid keva Siwar, li Pirdewerdê.

4-     Pîr Binyamîn, li Kirmanşan-Kerendê.

5-     Pîr Mûsa li Kirmanşan-Kerendê.

6-     Pîr Mîkaîl Dawdanî, li Hewraman-Bangyanê.

7-     Seyîd Mehemed Gewre Siwar, li Kirmanşanê.

8-     Kake Mistefa, li Pirdewerdê.

9-     Pîr Şalya, li Hewreman-Tehtê.

10- Gumbet û Aleviyan, li Hemedanê.

11- Baba Tahirê Hemedanî, li Hemedanê.

12- Pîr Bexter û Hudawende, li Sehene-Kirmanşanê.

13- Hacî Babo Îse, li Kirmanşan-Deynûr-Sehenenê.

14- Xan Ahmed (Pîr Ahmed, Îmam Ahmed), li Kerkûkê taxa Musellayê.

15- Bavê Haydar, li gundê Kifrawir a Bati Gîlanê.

16- Şah Îbrahîm, li Bexdayê li Şêx Omer.

17- Bavê Şahsiwar, li Kifriyê.

18- Bavê Mehmûd, li Xaneqînê.

19- Seyîd Ferzî û Şêx Emir, li gundê Qazûnyê ya Kengawera Kirmanşanê.

20- Şa Heyas, li gundê Werdek a li ser navçeya Qereqûşa Mûsilê.

21- Kel Dawid, li Serpêlî Zehavê.

22- Kuşçuoglu, li Azerbaycanê, di navbera Tebrîz û Erdebîlê de.

23- Li Berzenciya bi ser Silêmaniyê gora Şêx Îsa û ya Şêx Mûsa Berzencî.

24- Mîrî Sûr, li navçeya Seyîd Sadiq a bi ser Silêmaniyê ye.

25- Pîr Mensûr, li Silêmaniyê ye.

26- Pîr Mihemed Şarezûrî, li Helebçeyê.

Û Hewar, Helebçe, Şarezûr û li deverên din bi dehan ziyaret û tirb hene. Mirov bala xwe bide tirb, ziyaret û perestgehên Kakayiyan, dibîne ku Kakayî ji li Loristan, Kirmanşan û Hewramanê heya Azerbaycan, Bexda, Kerkûk, Xaneqîn û Mûsilê hebûne û îroj jî hene.

Kakayî li van deran bi piranî hebûn, pir an hindik, îroj jî li van deveran xwedî bandor in.

Li gor hin çavkaniyên ewle, dema mirov li lîsteyên wan ên herêm û bajarên Yarsan lê dijîn dinihêre, ev nexşeya li jêr derdikeve pêşberî me. Bê guman Kakayî li van herêman ne di piraniyê de ne, lê hindik bin jî hene. Ji Başûr ber bi Bakur ve:

1-     Ahwaz (Xûzistan), Li peravên kendavê jî Kakayî hene û hejmara wan a li bajarê Ahwazê gelek e û weke ”Mûşe Eşeyî” têne nasîn.

2-     Li bajar û herêmên bi ser Loristanê ve, mînak li Lekistanê Kakayî di piraniyê de ne.

3-     Bajarê Şîrazê û derdora wê, beşek ji herêma Bextiyar.

4-     Bajarê Kirmanşanê ku gelek Kakayî lê hene û derdora wê.

5-     Herêma ji Hemedan û derdora wê heya bi Gazvînê.

6-     Di vê navberê de divê Tehran neyê jibîrkirin. Li navenda bajêr, li bajarên nêzîkî wê mîna Kereç û Heştgird û heya bi herêmên Sawa û Qûmê.

7-     Li Calus, Mezanderan û Sarî´yê. Bi taybet jî li wilayeta Gîlanê ji 70yî zêdetir gundên nêzî hev Kakayî ne.

8-     Herêma Hewraman. Ev dever, devera herî kevin a Kakayiyan û ciyê tevgera wan e. Wisa ku Siltan Sehak weke ”Şahê Hewraman” jî tê naskirin. Ji rojhilatê Hewraman heya Becar û Zencanê; ji rojavayê wê heya Hawar, Helebçe, Şarezûr, Çemçemal û heya bi navend û derdora Kerkûkê; ji başûr ve Dakûk, qûntarên çiyayê Hemrînê, Kifrî, Kelar û Xaneqîn, Mandelî, Bexda û hin everên Îraqa Navîn (Li wilayetên Dîyala û Bakûbe Kakayiyên ereb dijîn); ji bakur ve Hewlêr, navçeya Xebatê, Qereqûş, navenda Mûsilê, Tilefer û heya Nemrûdê.

9-     Eyaletên Îranê Rojhilat, Rojava û Azarbaycanê û Azarbaycana di nav Sovyeta berê de jî, deverên Kakayiyan e ku lê dijîn. Tebrîz, Elîhçî, Sofyan, Heştarûd, Kurtdere, Ormiye û derdora wê, Maku, heya sînorên Îran û Ermenistanê, li gund û navçeyên van herêman Kakayî hene.

10-   Li Tirkiyeyê li Rûmelî, Dêrsim, Sêwas, Ezirgan, Karakoyunlu, Anadoliya rojava, Reha, Wan, Colemêrg û li deverên din;

11-  Li bajarên Yekîtiya Sovyetê yên mîna Aşkabad, Araks, Elzabes û li Pird´ê; 

12-  Li Afganistanê ku weke ”Zikrî” têne nasîn, li Mezarî Şerîf û derûdora wê û li çend herêmên din;

Weke komikên piçûk û mezin, ji nezanî, ji tirsan û weke ku çewa îroj dibe ji ber sedema bi hêsanî nikarine bêne ba hev, li vir û wir gelek Yarsanên ji nasnameya xwe bê hay dijîn hene.

Weke me berê jî gotibû, armanca em qala van ciyan dikin ne ew e ku em bêjin ev herêm hemî Kakayî ne, lê em dixwazin bêjin ku li hemû van herêman pir an hindik Kakayî hene. Wekî din, ji ber baweriya Reincarnation´ê, Kakayî xwe demeke dirêj bi ciyekî tenê ve girêdayî nahêlin.

 

Hejmara Kakayiyan

 

Heya niha derbarê Kakayiyan de, serhejmartineke berçav nehatiye kirin. Li gor hejmara giştî ya Kakayiyan, Kakayî li Îraqê hindikin, li Tirkiye û li Îranê zêde ne.

Hin kes dema li gor berfirehiya erdnîgariya Kakayî lê dijîn dihejmêrin, dibêjin bi qasî 5-6 milyonan hene. Hin kes jî vê hejmarê hindik dibînin û dibêjin bi qasî 8-9 milyonan hene.

 

Dîrok û hin kevneşopî

 

Li gor baweriya Yarsan, ev bawerî di sê gavan de ava bûye:

1-     Pêvajoya ne diyar a nayê zanîn, roja cîhan hatiye afirandin.

2-     Serdema baweriyên Mîtrayî, Zerdeştî û yên Hîndû Aryan ên din ku kokên baweriya Yarsan digihêje wan û ev ol beriya 3500-4000 sal berê derketine holê. Bi dehan pelgeh, gotar û danberheviyên bi kitekitan hene û nîşan didin ku kokên çandî û felsefî yên baweriya Yarsan diçin heya olên Zervanî, Mîtrayî, Zerdeşt û Manî. Herwiha bi baweriyên Rojhilatî yên mîna Brahmayî û Budhayî re jî ketine nav bandorekê.

3-     Pêvajoya piştî derketina Îslama pîroz ya li gor baweriya Reincarnation´ê ji çend serdeman pêk tê û wekî helqeyên zincîrekê bi hev ve girêdayî ne.

a)     Piştî Îslamiyetê serdema yekem di sala 806an de li Loristanê bi beytên bi zaravayê Goranî yên ji aliyê Behlul Dana ve hatine nivîsîn ve dest pê kir. Behlul Dana bi vî rengî bingeha baweriya Yarsan a îroj ava kir. Behlul Dana wê demê ji yaranên xwe re dibêje ”werin e mola kurd (Îran) nû bikin”. Ango ev bawerî berê jixwe hebû û çand û baweriya Mîtrayî û Zerdeştî bû.

b)     Piştî Behlul Dana di navbera salên 1014 û 1074an de Şah Huşen tê. Şah Huşên wekî ”Şahê Mubarek” hatiye nasîn û li Loristanê jiyaye. Şah Huşên di merasîm û pergala civakî ya Yarsanan de guherînên mezin kiriye. Muzîk, sema û şahiyê têkilî vê baweriyê kiriye. Lewra Zerdeşt dibêje ”armanca afirandina gerdûnê hezkirin û şahî ye”.

c)      Serdema Baba Naûz.

d)     Serdema Baba Xelîl.

e)     Li gor salnameya hicrî di destpêka sedsala 6an û destpêka sedsala 7an de serdema Baba Serheng e. Baba Serheng li Hewremanê, li çiyayên Şaho jiyayê. Li derdora van pîran hin komên yaranî û hemdemî hebûn.

f)      Serdema Siltan Îshaq (Sehaq): Siltan Îshaq di navbera salên 1270 û 1400î de jiyaye. Ev serdem hîn nehatiye lêkolan û divê lêkolînek li ser bê kirin.

Di baweriya Yarsan de guherînên herî mezin ji aliyê Siltan Sehaq ve hatine kirin. Ew avakarê pêkanînên navxweyî yên heya îroj didomin e jî. Di vê serdemê de derketina Siltan Îshaq bû sedema serhildan û şoreşê. Siltan Îshaq bandora xwe li herêmeke berfireh kir. Ronahiya peyamên wî yên giyanî li başûrê Ahwazê, li Loristanê, Anadoliyê, Azarbaycanê, li bakur, başûr û li hemû Îranê belav bû. Piştî hate şehîdkirin, li gundê Şêxan a Hewremanê hate veşartin. Mezelê wî yek ji ziyaretên sereke ye ku bûye wekî qiblegeha dildarên wî. Yarsan her sal bi taybet jî diçine serdana tirba Siltan Îshaq û rîtuelên olî dikin.

Siltan Îshaq pirtûka pîroz Serencamê dinivîse û ji Yarsanan re dihêle. Pîrê herî mezin ê Kakayiyan Pîr Binyamîn e. Delîl Dawid jî rêber e, rê nîşan dide, xwedî hêzên manewî ye û alîkariya kesên ketine tengasiyê dike.

Siltan Sehaq baweriya xwe ya olî li ser çar bingehan Pîrdewer, Serencam, Dawid û Binyamîn ava kiriye.

Sed sal beriya Siltan Sehaq çend pêvajoyên din jî pêk hatin. Gelek zanyar û kesên dixwestin guherînan pêk bînin li dû hev derketine holê. Her yek ji wan kevirek li ser bingeha baweriya olî zêde kirin, rê nîşanê bi dehhezaran dan. Ew kes ev bûn:

a)     Serdema Abidîn Çaf û Nêrgiz Çaf (Hicrî 730).

b)     Serdema Baba Yadîgar: Li Kirmanşanê, li Serene û Çiyayên Dahoyê (Hicrî 803).

c)      Serdema Şah Îbrahîm ku rast li heman serdema Baba Yadîgar tê. Şah Îbrahîm bi armanca belavkirina olê, ji çiyayê Dalahoyê çûye Bexdayê û li wir miriye. Tirba wî niha li Bexdayê ye.

d)     Serdema Seyîd Ekabîr Hamoş (Seyîd Hamoş). Seyîd Hamoş di sala 844an a hicrî de li Hewremanê li gundê Şêxanê ji dayîk bûye.

e)     Serdema diyarkirina Derwêşên Teq Teq û baweriya Yarî.

f)      Serdema El Begî Çaf (Hicrî 989-860). El Begî, ji eşîra Çaf e û bi zanîna xwe ya wê di rojên pêş de çi bibe hatiye nasîn.

g)     Serdema Xan Ateş, Xan Elmas Loristanî (Hicrî 1073-1138). Ev du bira bûn û dizanîbûn dê di rojên pêş de çi rû bide. Di sererastkirina navînî ya baweriya Yarsan de rolên grîng lîstin.

h)    Serdema Bavê Heyder, piştî serdema Pîrdewer.

i)      Serdema Elî Qelender.

j)      Serdema Saveş Qulî.

k)     Serdema Şah Heyas (Hicrî 1125).

l)      Li herêma Çimonabad a Kirmanşanê serdema Seyîd Ferzî û li herêma Mûsilê jî serdema Şêx Emîr.

m)   Serdema Dade Nezer, navê wî di pirtûka ”Navdarên Kakayî” ya Herdewel Kakayî de derbas dibe.

n)     Serdema Seyîd Birake. Li herêma Kirmanşanê di sala 1894an de ji dayîk bûye.

Di her serdemê de pîrên ku hêz û dînamîzmê dane tevgera Yarsan derketine.

 

Jin

1-     Di baweriya Yarsan de ciyê jinê heye. Jin jî mîna mêran dikarin xwe bigihêjînine lûtkeya gihîştina giyanî.

2-     Li gor baweriya Kakayî, di serdema derketina holê ya baweriya Xuda û derketina caneweran de yek ji çar melekên gihîştine lûtkeya gihîştina giyanî, jin e.

Di nav mezinên Yarsanan ên di nav Defterên Yarsan û gotaran de cî girtine navê herî kêm 16 jin û keçan derbas dibe.  Hin ji van saz lê didan, hin beytên Yarsan digotin, hin ji wan jî bi mêran re van beytan dinivîsîn û dixwendin.

Navên hin jinên ”pak” û ji giregiran ên ji dema Behlul Dana (Piştî Zayînê 806) û heya van demên nêzîk derketine, ev in:

-         Celale Xanim Loristanî (Hicrî 406-468), dayika pîrê mezin ê Kakayî Şah Huşên, di dîrokê de tê gotin ku ”kurê xwe bi qîzanî aniye dinê”.

-         Rihane Xan Loristanî (Hicrî 570).

-         Fatma Lorî Goran, hevjîna Baba Tahirê Hemedanî. Di detpêka sala 1000´î ya mîladî de li Hemedanê derket holê.

-         Lîza Xanim Çaf, di sedsala 5´an a hicrî de li Şarezûrê ji dayîk bû.

-         Dayê Turezî Hewramî, di destpêka sedsala 4´an a hicrî de li Hewramanê ji dayîk bû.

-         Dayê Hezanî Sergetî, di destpêka sedsala 5´an a hicrî de li başûrê Hewramanê, li gundê Serget ya nêzî Helepçeyê jiyaye.

-         Nêrgiz Xanim Şarezûrî (Çaf), di sala 813´an a hicrî de li Şarezûrê ji dayîk bû. Di 63 saliya xwe de li Hewremanê, li gundê Şêxan mir.

-         Şemîne Xanim Çaf, dayika Kake Abidîn.

3-     Di kakayiyan de zewac bi keseka tenê re dibe û berdan jî tune. Lê bi bandora veguherînên civakî û hawîrdorê re, di nav Kakayiyan de jî zewaca ji yekê zêdetir û berdan têne dîtin.

4-     Li gor qanûnên her welatî mara fermi tê birîn. Li gel vê, bi armanca meşrûkirina zewacê, merasîmên taybet ên olî jî têne kirin.

5-     Mîrate jî di nav de, di mijarên din de jî wekheviyek di navbera jin û mêrê de heye. Herwiha mafê perwerdeya jin û keçan heye. Zerdeşt pir grîngî daye perwerdeya keçan û bi keça xwe Pure Çesîp re jî dest bi perwerdeyê kiriye.

6-     Di rastiya xwe de jinên Kakayî makyajê nakin, lê pêşkeftinên civakî vê rewşê jî guherandin.

-         Bi Reincarnation´ê re, ji ber baweriya wekheviya giyanî ya mêr û jinan, jin bindestê mêran nayêne dîtin. Lewra jin, di warê têgihiştiniya giyanî de dikare ji mêrê pêşkeftîtir be.

 

Hin merasîn û kevneşopî

1-     Limêj

Limêj her wekî di gelek ekolên sofîtiyê de heye, bi komî, çembera dua û gaziyan tê avakirin û limêj wisa tê kirin. Kesên bixwazin xwe bigihînine têgihiştinê, di bin çavdêriya pîr û aliman de dikarin limêjên ferdî bikin. Hebûna pîr û xelîfeyek di her civînên olî de, grîng e.

2-     Kakayî di hemû merasîmên xwe yên olî de pêşî tembûr, piştre def, şimşal û ensturmanên din lê didin û beytên bi taybet hatine çêkirin dixwînin. Qala 82 awazan tê kirin ku ji serdema Zerdeşt ve mane.

3-     Beriya civîna olî, avdest tê girtin û divê laş û kinc jî paqij bin.

4-     Caran û li hin deveran destûr didine jin û keçan jî ku beşdarê civînên olî bibin, ensturmanekê lê bidin û beytan bêjin.

5-     Wekî komên din, Kakayî jî simbêl ber didin. Hin ji wan por û rûyên xwe jî dirêj dikin. Lê bi guherînên civakî re her ku diçe ev kevneşopiyê jî diguhere.

6-     Pîrdewer (Tirba Siltan Îshaq a li Hewramanê) hec e.

7-     Bi tenê 3 rojan rojî digirin.

8-     Newroz cejna herî grîng a Kakayiyan e. Her wiha bi temamî rêz ji cejna Qurban û ya Remezanê re jî digirin, hev û du pîroz dikin, diçine serdana kesên ne Kakayî.

9-     Serjêkirina qurbanan heye ku ji serdema Peyamber Îbrahîm û olên din ve maye.

10-   Merasîma soz û peyman dayînê heye ku ji serdema olên Aryanî ve maye. Armanca wê biratî ye û bihêzkirina têkiliyên civakî û giyanî ye.

11-   Kakayî, ji bilî telqînên Îslamî, duayên xwe yên taybet jî li ber serê miriyên xwe dikin.

12-   Piştî zarokek ji dayika xwe re dibe, di demeke diyar de bi merasîmekê nav li zarokê tê kirin û şahiyeke piçûk jî pêre tê kirin.

13-   Zarokên kurîn, hîn di temenê xwe yê piçûk de têne sunetkirin.

14-   Nêrîna li heram û helalê ya Yarsan her wekî olên Îbrahîmî, wekî Yahûdîtî, Xirîstiyanî û Îslamiyetê ye.

 

Encam

Kakayî, ji bilî zimanê wan ê duayê û hin kevneşopiyên ji rewşa wan a civakî tê pêştir, xwedî tiştekî cudatir nînin li gor mirovên din. Hin kevneşopiyên wan li gor herêman guheriye. Sedema veşartina merasîm û kevneşopiyên xwe, dikare ji ber pêkutiyên hin derdorên ku wan bi navên nexweşik bi nav dikin û nebûyan bi wan de tînin be. Ev pêkutî bûne sedema ku Yarsanî xwe ji civakî dûr kirin, di nava xwe de man û xwe wekî derxwezayî û ecêb hest kirin, ji derdora xwe re bi bêbawerî û bi şik bûn.

Êdî dem hatiye ku bi çavekî xwezayî li Kakayiyan bê nêrîn, civaka Kurdistanê hemêza xwe ji Kakayiyan re veke û cudahiyan ji nava xwe rake.

 

Çavkanî

a)     Pirtûkên ji aliyê nivîskar û lêkolînerên Kakayî ve bi kurdî û farisî hatine nivîsîn û çapkirin.  

1-     Şahnameyî Heqîqet, Hecî Nîmetullah Çayhûn Abadî, Beşa Îranolojî, Parîs, lêkolîna Dr. Mehemed Mukrî, Parîs, hicrî 1350, bi farisî.  

2-     Nûr Alî Îlahî, Birhan Elheq, bi farisî, îapa 3., Pirtûkxaneya Tahûrî, Tehran, hicrî 1354.

3-     Seyîd Mehemed Huseynî, Dîwana Mezin, berhevkirin, Weşanên Baxî Ney, Kirmanşan hicrî 1382, bi kurdî.

4-     Dr. Gulmûrad Mûradî, felsefeya Ehlî Heq û nêrînek li dîrokê, bi farisî, Weşanên Erzan, Swêd, 1990.

5-     Dr. Mehemed Mukrî, Seyad Yelahî û Şabaz Ezelî, (serdema Damyar), Wiesbaden. Almanya, Weşanên Herasutîs, 1967.

6-     Teyîb Tahirî, dîrok û felsefeya Serencamê, berhevkirin-lêkolîn, bi kurdî û farisî, Weşanên Aras, Hewlêr, 2009.

7-     Mecîd Qas, Remzyarî, berhevkirin-vekît, Kirmanşan 1979.

8-     Mecîd Qas, Ayînî Yarî, berhevkirin-vekît, Kirmanşand hicrî 1358.

9-     Mecîd Qas, Enderzî Yarî, berhevkirin-vekît, Kirmanşan, 1980.

10-   Herdewîl Kakayî, helbestvan û navdarên Kakayî, Bexda 1990.

11-   Dr. Baram Îlahî, Rêya Têgihiştinê, bi farisî û bi nêrîna Yarsanî derbarê zanînê de 4 pirtûkên wî.

12-   Destnivîsên Kakayî yên hîn nehatine çapkirin.

b)     Çavkaniyên ne ji aliyê Kakayiyan ve hatine nivîsîn, lê ji aliyê Kakayiyan ve heya ciyekê têne pejirandin.

1-     Sadiq Sofîzade (Borakeyî), Nameya Serencamê (Kelamî Hezane), Weşanên Hermend, Tehran hicrî 1375.

2-     Pirtûk û gotarên grîng ên Sadiq Sofîzade.

3-     Mehîrdamadî Îzedî, pirtûka wî ya derbarê kurdan de ya ji 14 beşî, beşa derbarê Yarsan de, bi kurdî, Weşanên Serdem, Silêmaniye 2007.  

4-     Mehmet Bayrak, Alewî û Kurd, bi tirkî, beşa derbarê çand û dîroka Yarsan de, 1997.

5-     Gotar û lêkolînên van kesan: Mehmet Mukrî (Parîs), Sadiq Sofîzade, Mehmet Alî Siltanî, Dr. Cemal NEbez, Mînorsky, Reşîd yasmî, C.Y. Palack, Laibzîg Almanya 1865, M. Hewramî, Eyub Ristem, W.M. Jawkovisky Murad Arvreng, Vladîmîr Aleks Yung Îvanov, 1886 û çend çavkaniyên din.

6-     Ansîklopedî. Di piraniya ansîklopediyên Îslamê de, di beşên Ehlî Heq (Kakayî, Yarsan) de weke ”komek sofiyên cîhana îslamê” tê nivîsîn.

7-     Ansîklopediya Eldiyan Elalamî (Ansîklopediya Olên Cîhanê. Ansîklopediya herî nû û grîng e. Erebiya wê di navbera salên 2000 û 2001î de derket. Ji aliyê Ediot Creps İnt. ve bi almanî, fransî û erebî hat çapkirin. Ev ansîklopediya ku xebata ji zêdetirî çil lêkolîner û mirovên olî ye weke 10 cildan derket. Ansîklopedî derbarê hemû dînan de hatiye amadekirin û di beşa wê ya Îslamiyetê de, ji Zanîngeha Ezher a Misirê, bi alîkariya mirovên olî yên ji Îran û Siûdî Erebistanê hatiye amadekirin. Di beşa wê ya ”Di cîhana Îslamê de Sofîtî û komên Sofiyan” de qala 58 koman tê kirin. Beşa 58´an a ansîklopediyê ji Ehlî Heq-Kakayiyan re hatiye veqetandin. Di vê beşê de taybetiyên baweriya Kakayiyan bi berfirehî, bi şêwaza Kakayî xwe tînine ziman tê vegotin ku ev mîna naveroka vê gotarê ye. Di nav ansîklopediyên Îslamê de şiroveya herî nêzî derûniya Kakayiyan, ji aliyê vê ansîklopediyê ve hatiye kirin.

Çeviren: Mesud Tek

(*) Çaf, yek ji eşîra herî mezin a Kurdistanê ye ku di navbera sînorên Îran û Îraqê de bi cî û war bûne.

 

Çavkanî: Kovara Deng hejmara 85´an.

Wergera ji tirkî: amidakurd.net (Gotar ji aliyê Mesud Tek ve li tirkî hatiye wergerandin)

 


Bêjeyên Miftehî