1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. YJŞ: Hemû cîhanê çavên xwe li fermanê girt
YJŞ: Hemû cîhanê çavên xwe li fermanê girt,yjş,hemû,cîhanê,çavên,xwe,li,fermanê,girt

YJŞ: Hemû cîhanê çavên xwe li fermanê girt

YJŞ’ê bi daxuyaniyekê hemû şehîdên fermana 73’an bi bîranî û ragihand ku hêzên ji bo parastina gelê Êzidî li Şengalê bûn, gelê Êzidî di nav pencên fermanê de hiştin, yên ku xwe di vê fermanê de gihandibû hewara gel şervanên Kurdistanê bûn û got: “Hemû cîhanê çavê xwe li fermana Şengalê girt.”

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Yekîneyên Jinên Şengalê bi boneya 4’mîn salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî di malpera xwe ya fermî de belav kir  û diyar kir ku ew şehîdên fermanê û jinên ku di fermanê de hatine qetilkirin di şexsê Bêrîvan, Nûjiyan û Zîlanan de bi bîrtînin.

 

Di daxuyaniya YJŞ’ê de wiha hate gotin: “Di sedsala 21’an de di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ber çavê cîhanê jenosîdek mezin li Şengalê pêkhat. Ji ber ku Êzidxana pîroz, di dîroka xwe ya kevnar de wek dergoşa mirovahiyê cihê xwe girt û li hemberî 73 fermanan hebuna xwe parast, bi fermaneke nû xwestin wê hebûn û çandê di şexsê jin û zarokan de tûne bikin û ji nav pelên dîrokê de derxînin. Beriya vê fermanê li Şengalê jin, bi ferasetên desthilatdariya zilam ji fermana 73’emîn re hatibû amadekirin. Bi hezaran jin di vê fermanê de ji bo dîl nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê xwe di zinaran de avêtin, li rexmê gelek zehmetî û bê derfetiyan, dîsan gelek ji wan ji bo careke din li ser axa pîroz jiyanê bi afirîne, dest ji welatê xwe bernedan û di konan de jiyana xwe berdewam kirin.”

 

‘Cîhan giştî çavên xwe li fermanê girt’

 

Her wiha YJŞ’ê destnîşan kir ku bi armanca tunekirina çanda Êzîdxanê, bi hezaran jin hatin qetilkirin, di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl hatin girtin, wek cariye hatin karanîn û di bazarên Mûsil û Reqayê de hatin firotin û got: “Di van êrişên qirkirinê de hêzên ku ji bo parastina gel û çiyayê Şengalê li vê derê xwe bi cih kiribû, di nav vê jenosîdê de pişta xwe dan gelê me yê Êzidî û reviyan. Yê ku di nav vê fermanê de xwe gihand hawara gel, şervanên Kurdistanê bû. Heman roja ku ferman li ser gelê me rabû, giştî cîhan çavên xwe ji vê qirkirinê re girt û hinek jî di nav vê qiyametê de dest ji me berdan û reviyan. Lê piştî ku ji aliyê hêzên YPG’ê û YPJ’ê ve korîdora mirovahiyê hat vekirin, şervanên Kurdistanê, gerîlayên HPG’ê û YJA-Star ji çiya xwe berdan deştan û ber bi hawara gelê me ve hatin.”

 

‘Armanc tevlîbûna cenga mezin tolhildan û rizgarkirina jinên Êzidîne’

 

Daxuyanî wiha dewam dike: “Bi pêşengtiya wan hêza li Şengala me ya pîroz berxwedaniyeke bê hempa hat meşandin û gelek rêhevalên me yên qehreman gihîştin şehadetê. Dîsa bi pêşengtiya YJA-Star û YPJ’ê wek jinên Êzidî me çek girt û ew hêza li hemberî DAIŞ’ê şerkirinê me bi xwe de afirand. Bi fikir û ramanên Rêber Apo ya ku azadiya jinê bingeh digre, wek jinên Êzidî me xwe birêxistin kir û bi soza tolhildana jinên Êzidî me artêşa xwe ya YJŞ’ê avakir. Bi avakirina YJŞ’ê li her qadên Şengalê wek jinên Êzidî me di nav her pêngavekî de cihê xwe girt û ji bo mîsogeriya azadiya jinên Êzidî di her qadê de me tekoşîna xwe berdewam kir. Tevlîbûna me ya Cenga Mezin a Reqayê jî bi heman armanca soza xwe ya tolhildana jinên Êzidî pêkanîn û rizgarkirina jinên ku hîn di destê çeteyên DAIŞ’ê de dilgirtî ye.”

 

YJŞ daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Em wek YJŞ’ê êdî li Şengalê fermanê nîqaş nakin, berxwedanî û tekoşîna jinê ya ku bi saya kedên Rêber Apo û şehîdên vê dozê pêşketiye nîqaş dikin. Li ser vê bingehê emê tû car rê nedin ferman û qirkirinên nû re. Êdî em wek jinên Êzidî xwe digihînin nasname û îradeyekî azad. Ji bo rêxistinkirin, azadkirin û parastina jinên Şengalê, her gavekî dîrokî ya ku were avetin dibe pêngavek li hember hêzên ku qirkirinê pêşdixînin. Li ser vê bingehê carekê din em hemû şehîdên fermana 73’emîn bibîrtînin û dibejin ku heya mîsogeriya azadiya jinên Êzidî emê di her qadê û bi her awayê ala tekoşînê ya ku me ji şehîdên xwe girtiye hîn bilindtir bikin.”

 

(rn)