1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPGê bi vîdeoyekê bersiv da Amerîkayê
YPGê bi vîdeoyekê bersiv da Amerîkayê,ypgê,bi,vîdeoyekê,bersiv,da,amerîkayê

YPGê bi vîdeoyekê bersiv da Amerîkayê

YPGê piştî rizgarkirina Reqqayê û daxuyaniya Amerîka ya di derbarê Serokê PKKê Abdullah Ocalan de vîdeoyek parve kir û 7 endamên wan di vîdeoyê de li ser hizir û îdeolojiya Ocalan axivîn

A+ A-

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê Hêza Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a ku pêşentgiyê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dike, piştî rizgarkirina bajarê Reqqayê û daxuyaniya Amerîka ya di derbarê Serokê PKKê Abdullah Ocalan de vîdeoyek parve kir. Di wê vîdeoyê de tê dîtin ku 7 endamên YPGê li ser rizgarkirina Reqqayê û fikr û îdeolojiya Ocalan dipeyivin.

 

Di wê nûçeyê de tê diyarkirin ku yek ji wan YPGyiyan dibêje hemû serkeftin, deskeftî, geşedan encama şerekî mezin e, ku xwe dispêre nêrîn û felsefeya Ocalan û ger hêza wî ya îdeolojîk ne ligel bûya, me dê nizanîbû çi bikira.

Herwisa endameke YPJê jî di vîdeoyê de dibêje, "Kesên ku ji bo Ocalan dibêjin ne hêjayê rêzgirtinê ye, ew bi xwe ne hêjayê rêzgirtinê ne." Li gorî wan agahiyan şervaneke ku xwe bi navê Hozan Kobanê û ji Kanadayê dide nasîn jî helwesta Amerîka ya li hemberî Abdullah Ocalan wekî xetereyekê bi nav dike.

Tê zanîn ku piştî rizgarkirina bajarê Reqqayê HSDê li pêş wêneyekî mezin ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dabû û ev yek di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûbû mijara nîqaşê. Li ser vê yekê Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê daxuyanî dabû û gotibû, "Ocalan ne mirovekî hêjayê rêzgirtinê ye." Ajansa Reuters jî ev videoya YPGyiyan wekî bersiveke li dijî Amerîkayê nirxand.