1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPJ/YJŞ'ê zarokek û 2 xwişkên Êzidî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
YPJ/YJŞ'ê zarokek û 2 xwişkên Êzidî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin,ypj,yjş'ê,zarokek,û,2,xwişkên,êzidî,ji,destê,daiş'ê,rizgar,kirin

YPJ/YJŞ'ê zarokek û 2 xwişkên Êzidî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin

A+ A-

 

Pêngava rizgarkirina Reqayê ku ji aliyê QSD'ê ve dest pê kiriye û şervanên YBŞ û YJŞ'ê jî cih di nav de digirin, bi rengekî serketî dewam dike. Li gel rizgarkirina gelek taxên Reqayê, heta niha  bi hezaran sivîl ji destê çeteyan hatine rizgakirin û zarok û jinên Êzidî yên ji Şengalê hatine revandin jî di nava wan de hene. Yek ji wan jî zaroka bi navê Sûheyîle Daxil e, ku 10 salî ye û ji gundê Werdiyê ye. Daxil ku piştî rizgarkirinê anîn Şengalê, ji me re qala bûyerên bi serê wê ve hatî kir:

DAXIL A 10 SALÎ QALA BÛYERÊN BI SERÊ WÊ VE HATÎ, KIR

"Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê me kir, me xwe di nava axurê de veşart. DAIŞ bi zorê kete mala me û destpêkê bavê min birin û ji me re gotin, dema ku ew vegeriyan, derî li wan vekin. Malbat me ji 9 kesan pêk tê. 4 xwişk û 3 birayên bûn. Ji xwe em hemû ji hev veqetandin. Piştî demekê bav û birayekî min xwe xilas kirin. Dema balafiran li çeteyên DAIŞ'ê dan, birayekî min wê demê hate kuştin. Hîn jî diya min û 3 bira û xwişkên min di destê wan hovan de ne. Bi rastî ez wek zarokekê, min gelek zehmetî kişand. Zilamekî ez kirîm ez bire mala xwe. Min xizmeta hevjin û zarokên wê dikir. Min pir bêrya malbata xwe dikir. Ez her roj digiriyam, min bawer ne dikir ku ez rojekê rizgar bibin û werim Şengalê. Erê ez niha kêfxweşim ku hatime li ser axa ku ez li ser ji dayîkbûme. Lê belê hina ji dayik, xwişk û birayên min di destê wan hovan de ne. Ez hêvîdarim ku ew ji di demeke kin de werin rizgar kirin."

Keça biçûk Sûheyîle Daxil bi van hevokan dawî li gotinên xwe tîne: "Ez spasiya hevalan dikim, ku em rizgar kirin. Bir astî ne ji wan bûya ez rizgar nedibûm. Ez ti carî keda wan ji bîr nakim. Ez niha li Şengalê me, hatime nava hevalên xwe."

Keça bi navê Xalide Hecî Xelef jî, ku temenê wê 15 salî ye û ji gundê Dîgurê ye, der barê serpêhatiya xwe de wiha axivî:

'REVA PÊŞMERGEYAN DANÎN BÎRA ME, BI ME DIKENIYAN'

"Saet 5'ê Sibehê, DAIŞ hat. Hinekan digotin ku keçên ciwan dibin. Bavê min hat em birin çiyê. Hinek hatin ji me re gotin, nerevin, tiitekî bi we nakin. Em careke din vegeriyan gund. DAIŞ'ê em xisitn maşîneyan û birin aliyê rojava. DAIŞ'ê gule li me reşandin, me jî xwe avêtin erdê. Jinekê serê xwe rakir û got, zilam hemû birin. Piştî demekê birayê min hat cem me. Min pirsa bavê xwe kir. Got, 'Ez nizanim çavê me hemûyan girê dabû. Ez nizanim bavê min birine ku derê'. Hatin, çi keçikên bedew hebûn hemû birin. Di dawiyê de em 7 keç man, herî dawî em jî xistin maşîneyekê û em birin. Ez û xwişka xwe bi ehv re bûn. Fêhmk kirin em xwişkên ehv in, ez ji maşîneyê danîn. Ez giriyam, min got 'ez naxwazim ji xwişka xwe veqetim'. Ew birin dawî hatin ez birim. Zilamekî bi navê Ebû Asem temenê xwe 30 salî bû û ji Siûdî bû. Wî ez kirîm û bir cem xwe. Roja berî em bên rizgarkirin, wî xwişka min anî cem min. Bi rastî pir zor bû, hemû xirabî bi me dikirin. Destdirêjî li zarokên 8 salî dikirin, bi rûmeta me dilîstin. Gelekî tesîr li ser derûniya min kir. Wan hovan êrîşî me dikirin, dixwestin rûmeta me binpê bikin. Ji me re digotin, 'hûn kafir in, pêşmergeyan hûn firotine' û bi me dikeniyan. Digotin, 'hûn yên kirîn û firotinê ne'."

Xalîde Hecî Xelef got, "Ez di serî de spasiya hemû hevalan dikim, ku em rizgar kirin. Hevalan berî demekê diya min û 2 xwişkên min rizgar kriibûn. Ku ne ji hevalan bûya, em nedihatin rizarkirin. Ez keçeke Êzidî heta sax bim, keda wan ji bîr nakim."

'KU NE JI HEVALAN BÛYA, YEK JI ME ÊZIDIYAN NEDIMA'

Xwişka Xalîde ya bi navê Heyam Xalid Xelef jî, ku ji aliyê şervanên YPJ/YJŞ'ê ve hate rizgarkirin, qala bûyerên bi serê wê ve hatî kir: "Dema em birin, ez jî ji malbatê veqetandin. Ez giriyam û min got, 'Ez ji diya xwe qut nabim'. Ez bi zorê birin, ez pir giriyam. Zilamekî ez kirîm û ez bir Reqayê. Ez birim mala xwe. Jê re digotin Ebû Îsa. Zewicî bû û keçeke wî hebû. Hevjîna wî pir zilm li min dikir. Min ji wî re digot, 'ez nikarim li vir bijîm'. Piştî wê ez birim malekê. Dema ew diçû ez bi tenê dimam, dema hebû ez ji wî ditirsiyam. Dema diçû, ez ji tenêbûnê ditirsiyam. Ji ber ku temenê min biçûk bû. Rojekê ji min re got, ez ê biçim şer. Piştî demekê hinek hatin ji min re gotin, ew hatiye kuştin. Ez qet negiriyam, lê ez pir tirsiyam. Min got, 'vê carê çi ji min bikin'. Lê baş bû, ew zilamê xwişka min li cem bû, ez birim cem xwişka min. Tesadufeke pir xweş bû. Çawa ez hatim cem xwişka xwe, heval hatin em rizgar kirin ji destê wan zaliman. Bi rastî me gelek zehmetî dît. Ji ber temenê min biçûk bû ji bo min gelekî zehmet bû. Weke kafiran nêzî me dibû, ne digotin temenê wan biçûk e. Zor û zehmetî herî zêde bi serê jin û keçên temenê wan biçûk ve hat."

Heyam Xalid Xelef di dawiya axaftina xwe de got, "Ji ebr ku min di wî temenê biçûk de gelek zehmetî ji destê DAIŞ'ê dîtiye, ez niha bawer nakim ku rizgar bûme. Ez niha pir kêfxweş im, ez nizanim çi bêjim. Ez spasiya hevalan dikim. Ku ne ji hevalan bûya, Yek ji me Êzidiyan nedima."

'BILA HER KES BAŞ ZANIBE, EM ÊDÎ NE ÊZIDIYÊN BERÊ NE, ME XWE JI HER ALÎ VE BI RÊXISTIN KIRINE'

Bi navê malbatê metka Xalîde û Heyam Xirdir Xelef a bi navê Xezal Xelef axivî û got, "Ez pir kêfxweş im ku her du keçên birayê min rizgar bûne. Ev yek ji bo min xewnek bû. Bi rastî me jinên Êzidî gelek êş ki destê DAIŞ'ê kişand. Di vê fermanê de herî zêde jin û keçên me qurban dan. Em hê agahiyê ji jin û keçên xwe yên hatine revandin nagirin. Ev êşa ku me kişand, hemû ji ber bêrêxistiniya me bû. Ev ji bo me bû dersek. Niha civaka Êzidî bi taybetî jinan xwe bi rêxistin kirine ku pêşî li êrîşan bigirin. Bila her kes zanibe, em ne weke berê ne. Me xwe di hemû aliyan de bi rêxistin kirine, ji ber ku kes nikare êrîşî civakeke rêxistinbûyî bikin."

Xezal Xidir di dawiya axaftina xwe de got, "Em spasiya hevalan dikin, ku ev kesên me rizgar kirine. Wan di ber me re gelek berdêlên giran dan. Heta em sax bin, em ê li ser şopa şehîdan bin. Ji ber ku wan xwîna xwe di ber me re rijandin û em parastin."

'EM EWLEHIYA XWE NEMA JI KESÎ RE DIHÊLIN'

Bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xidir Hamo jî axivî û got, "Em bi hatina van kesên xwe, pir kêfxweş in û bextewar in. Ji ber ku her roj çavên me li hatina hinekan bû. Civaka Êzidî gelekî êş kişand. Bêguman civakek bê parastin be, wê b her awayî êrîş lê were kirin. Ji ber em civakeke bê parastin bûn. Kesên digotin em parastina we dikin, dema ku ferman rabû berî me reviyan. Wê rojek were, wê hesabê vê bidin. Lê belê bila baş zanibin, em ne weke wê dema ku wan digotin em parazvanên Şengalê ne. Erê me gelek berdêl dan, lê em niha hişyar bûn, ku divê em xwe bi rêxistin bikin. Em ewlehiya xwe ji kesî re nahêlin."

Hamo jî di dawiya axaftina xwe de got, "Em spasiya hevalan û kesên hatine pêşwaziya van kesan dikin. Bi taybetî spasiya kesên ku niha li Reqayê di pêngava cenga mezin de cih digirin, dikin. Ji xwe yekîneyek ji keçên me yên Êzidî çûne beşdarî wê berxwedanê bûne. Ez ji hemûyan re serketinê dixwazim. Dem dema serketinê ye. Roj roja azadiyê ye."

Kesên hatin rizgarkirin, ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê radestî malbatên wan hatin kirin.