1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YRA`yê amadekariya şahiya roja rojnamevaniya kurdî dike
YRA`yê amadekariya şahiya roja rojnamevaniya kurdî dike,yra,yê,amadekariya,şahiya,roja,rojnamevaniya,kurdî,dike

YRA`yê amadekariya şahiya roja rojnamevaniya kurdî dike

A+ A-

Roja 22`ê Nîsanê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Beriya niha bi 119 salan li paytexeta Misrê Qahirê yekemîn Rojnameya bi zimanê kurdî ji aliyê malbata Bedirxan ve hate weşandin. Îro jî şopdarên xebatên çapemeniyê Roja 22`ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî destnîşan kirin.

Yekîtiya Raghandina Azad a Rojava her sal di 22’ê Nîsanê de vê rojê pîroz dikin û Xeleta Kedê ya Şehîd Mezlûm Bagok li rojnamevanên cîhanî, Kurdistanî, Rojava û Bakurê Sûriyê ên di xebatên xwe de kedê didin belav dikin.

Di xelat îsal de wê 7 rojnamevan ji wan rojnamevekî cîhanî, 2 rojnamevanên Kurdistanî û 4 rojnamevanên Rojava û Bakurê Sûriyê xelata îsal werbigrin.

Komîteya Amadekar a Şahiya Xelatdayînê, ragihandin ku wê şahî li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo di roja 22`ê Nîsanê were lidarxistin. Şahî dê saet di 10:00`an de destpê bike.

Komîteyê anî ziman ku wan hemû hemû rojnamevanên Rojava û Bakurê Sûriyê û rêxistinên çapemenî û saziyên civaka sivîl vexwendina ku beşdarî şahiyê bibin.

ANHA