1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ya ku li Başûr şikest, desthilatdariya teslîmkar e
Ya ku li Başûr şikest, desthilatdariya teslîmkar e,ya,ku,li,başûr,şikest,desthilatdariya,teslîmkar,e

Ya ku li Başûr şikest, desthilatdariya teslîmkar e

Hevserokê Tevgera Civaka Azad û Demokratîk a Kurdistanê Ebdullah got, "Ya ku li Başûrê Kurdistanê şikest gelê Kurd û pêşmerge nîne. Ya ku şikest, desthilatdariya heyî ya teslîmkar e."

A+ A-

 

Hevserokê Tevgera Civaka Azad û Demokratîk a Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemmed Ebdullah, li ser bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin û rêya çareseriyê ji ANF'ê re axivî.

Ebdullah diyar kir, bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin encam û berhema polîtîkaya desthilatdariya 26 salan e û bi bîr xist, ku di pêvajoya amadekirina Destûra Bingehîn a Nû ya Iraqê de ku sala 2005'an hate qebûlkirin, rêveberî û partiyên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê jî cih girtin.

Ebdullah anî ziman, ku vê rêveberiyê ji gel xwes ku deng bide vê destûra bingehîn û got, "Wê wextê bi navê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê me cihê xwe li qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê digirt. Me got, 'em deng nedin vê destûra bingehîn'. Vê partiyê û desthilatdariyê wê wextê em weke xayin îlan kir.

ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN DESTÛRA BINGEHÎN A HEYÎ YE; DESTHILATDARIYA BAŞÛR JÎ PIŞTGIRÎ DABÛ VÊ DESTÛRÊ

Bûyerên ku niha diqewimin, çavkaniya xwe ev destûra bingehîn e. Hikumeta Iraqê bi rêya vê partî û desthilatdariyê dengê Kurdan jî girt û bi vê destûra bingehîn niha ketiye nava tevgerê, ji Basrayê heta Zaxoyê dikare her derê dagir bike.

Her wiha ev destûra bingehîn wî mafî dide, ku hemû sînorên Kurdistanê bên kontrolkirin. Sedema pêşveçûna artêşa Iraqê li nava axa Kurdan û sedema bêhelwestiya pêşmergeyan a li pêşberî vê yekê, ev destûra bingehîn e.

Partiyên li Başûrê Kurdistanê desthilatdar in, ji gel re qala vê rastiyê nekirin. Di vî warî de bi durustî nêzî gel nebûn. Ji bo destûra bingehîn a ku niha rê li ber dagirkirina axa me ve kiriye, gel xapandin û deng ji gel xwestin. Destûreke bingehîn a demokratîk dikarîbû bihata amadekirin. Li vê nefikirîn. Ji bo destûra bingehîn ku bi kêrî berjewendiyên xwe didîtin, gel xapandin.

Partî û desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên heyî bi rengekî rast û berfireh analîz nakin. Mînak; peymana li ser firotina petrolê hem ji bo gelê Başûr hem jî ji bo Iraqê peymaneke şaş bû. Ji ber ku, li gorî destûra bingehîn a ku wan bi xwe jî qebûl kirin û ji bo wê deng ji gel xwestin, erka firotin û hatineyên petrolê dide hikumeta navendî ya Iraqê.

Lê belê rêveberiya Başûr bêyî Iraqê dest bi firotina petrolê kir. Qurişekî hatineyên ji petrolê jî neda.

Ligel van pirsgirêkan rabûn referandûm kirin. Çawa ku me deng nedan destûra bingehîn ji ber ku kêm û ne demokratîk e, me referandûma ku bi plana hêzên derve hate amadekirin, boykot kir."

'ME ZANÎBÛ KU WÊ ENCAM EV BE, LEWMA ME REFERANDÛM BOYKOT KIR'

Ebdullah ragihand ku wan texmîn dikir wê necam bigihêje vê astê, lewma wan referandûm boykot kirin.

Li ser sedemên vê yekê jî Ebdullah got, "Ya yekemîn, rewşa heyî ya Iraqê ev yek ranedikir. Ya duyemîn jî, neteweperestî sor dikir. Me texmîn dikir ku bi vê yekê re dikare zemîneke şer di navbera gel, bawerî û çandên li Iraq û Kurdistanê derxîne holê."

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemmed Ebdullah destnîşan kir, ku piraniya tiştên wan texmîn dikir, bi cih hatin û diyar kir, ku bi vê yekê re şikestineke mezin rû da.

DESTHILATDARIYA SIYASÎ YA TESLÎMKAR ŞIKEST

Ebdullah anî ziman, ku ev şikestin ne şikestina gelê Kurd û pêşmergeyan bû û got, "Ji ber ku gelê Kurd û pêşmergeyên gelê Kurd, di hemû serdemên bi pêşengiya şoreşgerî de bi ser ketin. Kurd û pêşmergeyên wan bi rêbertiyeke şoreşger re timî bi ser ketin. Ya ku şikest, desthilatdariya siyasî ya teslîmkar bû."

'BI RÊYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ EM DIKARIN PÊŞÎ LI PLANÊN LI SER WELAT Û NETEWEYA XWE BIGIRIN'

Der barê çareseriya pirsgirêkan de Ebdullah got, "Kurdistan welatekî yek parçe ye. Bi peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê re kirin çar parçe. Li qadên neteweyî û navneteweyî, jiholêrakirina van planên parçekirin û tinekirinê yên li ser Kurd û Kurdistanê, divê karê me yê sereke be. Karê me yê neteweyî jî divê li dora yekîtiya neteweyî bê meşandin. Eger em karibin vê bi ser bixînin, em ê hingî pêşî li planên li dijî welat û neteweya xwe bigirin. Parçetî aliyê me yê herî qels e. Ji bilî jiholêrakirina vê qelsiya xwe, çareyee me nîne."

Ebdullah da zanîn ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî saziyên ser bi KCK'ê, KNK û wan xwestine bi rola xwe rabin û got, "Di vî warî de me hewl dan. Lê mixabin Barzanî bû astengiya herî mezin li pêşiya vê. Sala 2013'an bi destwerdana Tirkiyeyê re Barzanî gavên ku me avêtibûn sekinand. Eger ev pêvajo bi fermana Tirkiyeyê nehatibûya sekinandin, eger me karîbûna kongreya xwe pêk bianiya, dewleta Iraqê wê nekarîbûn vê bîne serê gelê Başûrê Kurdistanê."

HÊVIYA GELÊ BAŞÛR JI PARTIYÊN DESTHILATDAR QET NEMAYE

Hevserokê Tevgera Azadî Ebdullah diyar kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê hêviya gel ji partiyên desthilatdar nemaye û wiha dewam kir: "Hêviya me jî ji van partiyên desthilatdar nemaye. Em bawer in ku bi têkoşîna civakî çareserî dikare bê afirandin. Têkoşînek bi zîhniyeteke neteweya demokratîk, dikare rê li ber çareseriyê veke. Yanî bi ruhekî nû, pêwîstî bi rêxistiniya gelê Başûr heye.

Ji ber ku nizanin welêt bi rê ve bibin, axa me di demeke kin de ji destê me çû. Pêwîste gelê başûr di çarçoveya neteweya demokratîk de xwe bi rêxistin bike û tevlî rêveberiyê bibe. Çareserî ev e.

Şoreşa demokratîk bi gel û îradya gel dibe. Îradeya gelê me yê li Başûr di vî warî de hatiye desteserkirin û li derveyî siyasetê hatiye hiştin. Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê îradeya xwe ji nû ve bixe destê xwe û xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Divê zanibe ku çareserî di destê gel de ye û bi vî rengî tevbigere."

ANF