1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yagizay: Daxuyaniyên CPT û KE ne cihê baweriyê ne
Yagizay: Daxuyaniyên CPT û KE ne cihê baweriyê ne,yagizay,daxuyaniyên,cpt,û,ke,ne,cihê,baweriyê,ne

Yagizay: Daxuyaniyên CPT û KE ne cihê baweriyê ne

Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê (KE) Fayik Yagizay got, daxuyaniyên rayedarên CPT û KE yên tên dubarekirin, ji bo gel ne cihê baweriyê ne

A+ A-

  • YEKO ARDIL
  •  STRASBOÛRG

 

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay, çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) nirxand.

Yagizay bi bîr xist, ku mîna li gelemperiya cîhanê Kurdistanî û dostên wan ev hefteyeke li Strasboûrgê jî li ser piyan e destnîşan kir, ku daxuyaniyên ji aliyê saziyên pêwendîdar ve tên dayin têrker nînin.

Yagizay got, "Hem bi rayedarên CPT hem jî bi yên Konseya Ewropayê re hevdîtin hatin kirin. Her carê, ji bilî gotinên xwe yên berê dubare dikirin, me tiştekî din ji wan nebihîst. Hat gotin, 'em bi Tirkiyeyê re têkiliyê datînin', 'dema pêwîstî pê hebe em diçin'. Têkiliya wan a bi rayedarên Tirk re, wergertina agahiyan ji wan têra me nake û ji bendewariyên gelê me re nabin bersiv. Weke ku tê zanîn, her carê gelê Kurd radibe ser piyan piştre hevdîtin tê kirin. Niha li Tirkiyeyê sîstemeke faşîst heye, sîstemeke dijminê gel ku bajaran jî xera dike, heye. Di nava van şert û mercan de em ji jiyana Serok Apo bi fikar in. Lewma, eger malbat û parêzer karibin wî bibînin, wê çaxê wê fikarên gelê me karibe ji holê rabin."

SEBRA GEL DIFÛRÎNIN

Yagizay destnîşan kir, ku ev nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encama polîtîkayeke bi zanebûn e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dîlgirtina Serok Apo li Îmraliyê encamê kompoyeke navneteweyî ye û ev hê didome. Sîstema Îmraliyê ji aliyê van hêzan ve hate avakirin û di kontrola wan de ye. Naxwazin Serok Apo azad bibe. Naxwazin nêrînên wî bigihêjin derve. Ji ber vê yekê tecrîd heye û 19 sal in didome."

Yagizay diyar kir ku Kurd mafdar e ku di nava van şert û mercan de bi fikar bin û got, "Timî pirsgirêkên li ser jiyana wî derdixînin holê. Rewşa tenduristiyê, rewşa hevdîtinê, jehrdayin, heqaret û gelek pêkanînên din ên bi vî rengî yên li derveyî mirovahiyê lê tê kirin. Bi vê yekê re sebra gelê Kurd difûrînin."

REWŞ ACÎL E

Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Yagizay bal kişand ser acîliyeta rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Niha rewş gelekî acîl e û divê teqez agahî ji Serok Apo bê girtin. Hevdîtin şert e û heta e pêk were lazim e berxwedan bidome."

ANF