1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê hat avakirin
Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê hat avakirin,yekîtiya,hunermendên,kantona,cizîrê,hat,avakirin

Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê hat avakirin

1.Konferansa Damezrîner a Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê bi girtina biryarên girîng û hilbijartina Hevserokatiya Yekîtiyê, bi dawî bû

A+ A-

 

QAMIŞLO – .

1.Konferansa Damezrîner a Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya ″Bi ruhê çanda gelên resen, em neteweya demokratîk misoger bikin″ de, hat lidarxistin.QAMISLO-KONFIRANSE-YEKITYE-REWSN-BIRAN1 ‫(1)‬ ‫‬

Di konferansê de, bendên rêziknameya Yekîtiyê hatin xwendin û nîqaşkirin û li ser vî esasî ev biryar hatin girtin:

*Divê hemû çalakiyên Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê li ser esasê azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, bêne meşandin.

*Divê xebatên Yekîtiyê yên çandî, hunerî û wêjeyî di xizmeta propagandaya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de, pêk werin.

*Divê Yekîtiya Hunermedên Kantona Cizîrê nirxên şoreşê, misoger bike.

*Hemû Endamên Yekîtiyê li hember parastina mafên hemû pêkhateyên civakê, berpirsyarin.

*Divê xebatên Yekîtiyê li dijî sîstemên kapîtalîst û zihniyeta desthilatdar bêne meşandin û armanca sereke avakirin û pêşxistina çanda gelên Bakurê Sûriyê be.

*Pêşxistina welatparêziyê û hezkirina welat.

*Avakirina avahiyeke navendî ji bo Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê.

*Divê xebatên hunerî çanda paqijiyê pêş bixin.

*Divê ji bo  hemû beşên hunerê, dewreyên perwerdeyê bêne dayîn.QAMISLO-KONFIRANSE-YEKITYE-REWSN-BIRAN1 ‫(1)‬

*Hemû beşên Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê heye ku beşdarî mihrîcanan û şahiyên ku li hundir û derveyî welat tênê lidarxistin, bibin.

*Divê hemû hunermendên ku çûne ser dilovaniya xwe,werin bîranîn.

*Piştgiriya lidarxistina kongreya rewşenbîr û nivîskarên Bakurê Sûriyê.

*Pêşxistin û firehkirina hemû beşên hunerî.

*Mafê Yekîtiyê heye ku beşdarî bernameyên televizyonê bibe.

*Divê studyoyeke taybet  ji bo Yekîtiyê were avakirin.

*Divê şevbuhêrkên hunerî û platformên çandî bi sponseriya Yekîtiyê li tevahî bajarên Kantonê, bêne lidarxistin.

Piştre jî, Nesrîn Mihemed û Salih Ismaîl wekî Hevserokên Yekîtiyê, her wiha Cîhan Elî Ebdulxefûr, Elî Ebdullah, Selah Osê, Fadî Şemûn û Mihemed Şakir ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan wekî cîgirên Hevserokatiyê, hatin  hilbijartin.

Di dawiya konferansê de, hunermend Salih Heydo stranên şoreşgerî gotin.

(mm)

ANHA

QAMISLO-KONFIRANSE-YEKITYE-REWSN-BIRAN1 ‫(267452930)‬ ‫‬