1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zanyar: Roj tiral bûye
Zanyar: Roj tiral bûye,zanyar,roj,tiral,bûye

Zanyar: Roj tiral bûye

3 çerxên aktîvîteyê ku ji sala 1985´an ve dest pê kirine yek normal e, lê çerxên her du aktîvîteyên dawîn bi qasî ku nedihatine payîn lawaz in

A+ A-

 

 

Di gotareka di Monthly Notices of the Royal Astronomical Society (MNRAS) de balê dikşînine ser tevgerên rojê ku di van salên dawîn de bi çavan tê dîtin ku aktîvîteyên manyetîk ên dendika rojê kêm bûne û di xebatên dendikê de guherînên potansiyel ên bêveger têne dîtin û ev daketiye bin radeyeka ku rekor e.

 

Li gor vê gotarê, ji Zanîngeha Birminghamê ya Rojavayê Îngilistanê Yvonne Elsworth dibêje; dê pir balkêş be em hîn bibin ka sedema kêmbûna aktîvîteyan çiye.”

 

 

Encamên ji aliyê koma zanyaran ve hatine dîtin nîşan didin ku ji 3 çerxên aktîvîteyê ku ji sala 1985´an ve dest pê kirine yek normal e, lê çerxên her du aktîvîteyên dawîn bi qasî ku nedihatine payîn lawaz in.

 

Pispor didine zanîn ku tevgerên li ser ruyê Rojê jî guherîne û di her du çerxên dawîn de tevgerên rojê yên li cemserê hêdî bûne.

 

Werger: amidakurd.net


Bêjeyên Miftehî