1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Zimanê Tirkî Tuneye!
Zimanê Tirkî Tuneye!,zimanê,tirkî,tuneye

Zimanê Tirkî Tuneye!

A+ A-

 Li gor Zimanzanê zimanê tirkî Orhan Hançerlîoglu, tu bêjeyeke tirkî ya bi tîpên «C», «F», «H», «I», «J», «L», «M», «N», «P», «R», «Ş», «V», «Z» dest pê dikin nînin. (Binêrin: Türk Dili Sözlüğü, Remzi Kitabevi…) Her wiha piraniya bêjeyên ku ev tîp têre derbas dibin jî ne bi tirkî ne. Dîsa ji 29 tîpên di alfabeya tirkî de têne bikaranîn 13 jê bi koka xwe ve ne tirkî ne û dimîne 16 tîp. Di nav van 16 tîpan de jî erebî, farisî, fransizî, yunanî, rûmî, îngilizî, latînî, rûsî, bulgarî, sirpî, arnawidî, çînî, mogolî, almanî, îtalyanî, îspanyolî, kurdî, pehlewî, ermenî, sanskrîtî, aramî, îbranî, sumerî û ji 30 zimanên din jî gotin hatine girtin. Ev bêje hemî bêne berhevkirin, hejmareka pir mezin derdikeve holê û pir kêm bêjeyên tirkî dimînin. Di nav van de jî ji %5 gotinên çêkirî hene û dîsa gotinên ku koka wan wenda bûne hene. Di encamê de ji %10 kêmtir bêjeyên bi tirkî dimînin. Ango zimanê tirkî ji %90-95î zêdetir, ji bêjeyên zimanên din pêk tê. Weke tê dîtin, tirkî zimanê herî lawaz ê cîhanê ye. Hema bêje zimanê tirkî tuneye. TIRKÎ ZIMANEKÎ KÊMENDAM Ê BÊJEYÊ YE.

 

Li gor Orhan Hançerlîoglu tîpên «C», «F», «H», «I», «J», «L», «M», «N», «P», «R», «Ş», «V», «Z» di tirkî de nînin. Bêjeyên bi van tîpan dest pê dikin û îroj weke tirkî têne binavkirin û di tirkî de têne bikaranîn hemî jî ji zimanên din hatine girtin, ne bi tirkî ne. Lê ji aliyê zimanzanên din ve jî tê gotin ku ev tîpên bi koka xwe ne bi tirkî ne, hejmara wan zêdetir in.

 

Li gor etîmolog Alî Karduxos jî, bêjeyên bi tîpên «B», «C», «Ç», «F», «G», «Ğ », «H», «I», «İ», «J», «L», «M», «N», «P», «R», «Ş», «V»,«Z» dest pê dikin û koka wan bi tirkî be, nînin.

 

Serokê berê yê Saziya Zimanê Tirkî (TDK) Şukru Halûk Akalin bi xwe mukur tê: ”Dema sal bû 1935, dîsa zimanek ku herkes jê fam nake derket holê. Jixwe gilî û gazincên ji tirkiya osmaniyan ev bûn: zimanekî tirkî yê wêjeyî ku dikare bê nivîsîn lê nikare bê axaftin û zimanekî gel ê dikare bê axaftin lê nikare bê nivîsîn hebû. Ev diviya bihata çareserkirin. Em ji metnên nû têdigihêjin lê ji yên kevin tênagihêjin.” Ji aliyê zimanzanan ve jî tê gotin ku tirkiya Asyaya Navîn jî pir lawaz bû. Hemû alfabeya uygur ji 14 tîpan dihat pê û ev 14 tîp hemû jî ne yên zimanê uygurî bûn. Nivîstekên Orhunê jî dîsa ji sogdacayê hatine girtin.

 

Di çapa 10. a Ferhenga tirkî ya ji aliyê Saziya Ziman a Tirk ve hatiye amadekirin de nêzî 100 hezar bêje hene. Em dîsa bi rêzikên zimanê tirkî destnîşan bikin ku di tirkî de evqasî bêje tunene û nikarin hebin jî.

 

1- Di tirkî de du ahengên dengdêran ên mîna ahenga dengdêrên mezin (dirêj) û ahenga dengdêrên piçûk (kurt) hene. Li gor van rêzikan di tirkî de bi gelemperî piştî 1. Di bêjeyekê de piştî dengdêrên kurt (a, ı, o, u) dengdêrên kurt û piştî dengdêrên dirêj (e, i, ö, ü) jî dengdêrên dirêj tên. Mînak; bêjeyên mîna çiçek, gözlük, dolma, dokuz li vê rêzikê dikin, loma dikare bê gotin bi tirkî ne. Bêjeyên mîna kitap, kalem, beraber, gazete ji ber li vê rêzika navborî nakin ne bi tirkî ne. Lê li gel vê jî nikare bê gotin ku bêjeyên li vê rêzikê dikin bi tirkî ne. Mînak; bêjeyên mîna nihilist, madam, radyo, mutlak, meclis, satır li gel ku li vê rêzikê dikin jî ji zimanên din derbasî tirkî bûne. Hin bêjeyên tirkî yên orjînal ku li vê rêzikê nakin lê ji ber piştre bilêvkirina wan guheriye jî hene. Weke; Kardeş (kardaş), elma (alma). Li gor rêzika dengdêrê kurt di bêjeyekê de piştî dengdêrê rast (a, e, ı, i) rast, piştî dengdêrê gulover (o, ö, u, ü) rast-berfireh (a, e), an jî dengdêrên teng-gulover (u, ü) divê bên. Li gor vê qaîdeyê dengdêrên a, ı, e, i dikarin piştî hev bên. Piştî dengdêrên o, ö, u, ü jî u, ü, a, e dikarin bên. Mînak; bêjeyên mîna alkol, bandrol, horoz, kabul, konsolos, müzik, mümin, professör, radio li vê qaîdeyê nakin ne bi tirkî ne. Lê hin bêjeyên ji zimanên din hatine girtin, li qaîdeya dengdêrê kurt hatiye anîn: müdür (müdi:r), mümkün (mümki:n), müşkül (müşkil).
Û bêjeyên li van qaîdeyan nayên jî, îstîsna ne têde, teqez ne bi tirkî ne. Encam: Ferhenga TDK (Saziya Ziman a Tirk) vekin û bêjeyên li qaîdeya dengdêrên kurt û dengdêrên dirêj nayên hemiyan jê bavêjin.

 

2. Di tirkî de tu bêjeyek ku bi dengdarên «C», «F», «H», «I», «J», «L», «M», «N», «P», «R», «Ş», «V», «Z» ve dest pê dikin tunene. Li gor zimanzan û etîmolog Alî Karduxos jî, tu bêjeyek ku bi dengdarên «B», «C», «Ç», «F», «G», «Ğ », «H», «I», «İ», «J», «L», «M», «N», «P», «R», «Ş», «V», «Z» ve dest pê dikin di tirkî de tunene. Ji bilî çend bêjeyên ji dengên xwezayê hatine zarkirin (texlîd) pêve, wekî: Vizînî (vız), zirînî (zır) şirîna avê (şır) cik (dengê çûkan). 
Pir kêm bêjeyên bi vî rengî ku ji xwezayê hatine girtin, bizarîkirina dengan in ku ji xwezayê tên, ango ONOMATOPE ne. Yan jî, li gel ku ji zimanekî din hatine girtin jî, ji ber bi guherînên fonetîkî û wateyî re rûbirû mane, derxistina holê ya koka wan bêjeyan çetîn bûye. Di hin zimanên din de dikare gotinên bi hin tîpên dengdêr ve dest pê dikin tunebin, lê wekî di tirkî de tunene, nikare di zimanekî din de ewçendî gotinên watedar ên bi tîpên dengdar dest pê dikin tunebin. Em çend mînakên bi van bêjeyan dest pê dikin bidin: Cinayet (Ar.), Jale (Fr.), Lamba (Yun.), Milli (Ar.), Nabız (Ar), Rapor (Fr.), Şans (Fr.), Valiz (İt.), Zaman (Ar.).

Balkêş e ku yek bêjeyeka bi tenê jî ku bi dengdarê ”r” dest pê dike tuneye û di zimanê gel de jî bêjeyên biyanî yên bi vê dengdarê dest pê dikin, bi alîkariya hin dengdêrên ku didine serê wê ve dikarin bêne gotin, wekî: Recep>İrecep, resmi>iresmi, Rıza>Irıza.



Encam: Ferhenga tirkî ya TDK’yê vekin û bêjeyên bi dengdêrên li jor hatine diyarkirin dest pê dikin hemiyan biçirînin û bavêjin. Lewra yek ji wan jî (dengên dengvedanê ne tê de) ne bi tirkî ne. 



 

3. Bêjeyên bi tirkî bi dengdarên b, c, d, g bidawî nabin. Hemû bêjeyên biyanî yên bi van dengdaran bidawî dibin bi dengên li şûna b, p; li şûna c, ç; li şûna d, t û li şûna g, k têne bidawîkirin. Mînak; kitab>kitap, muhtac>muhtaç, derd>dert, reng>renk, cild>cilt.



Encam: Hay ji bêjeyên bi p, ç, t, k bidawî dibin hebin. Dikarin en bi tirkî bin.

 

4. Dengdêrên fireh gulover (o, ö) bi tenê dikarin di kîteyên yekem ên bêjeyên bi tirkî de hebin.

Encam: Di kîteyên duyem an yên din de gotinên ku dengdêrên o an jî ö di nav de hene ne bi tirkî ne. Mînak: Horoz, doktor, otobüs, külot, anot, katot, azot, kolon, alkol, traktör, varoş. 



 

5. Dengdarê J di tirkî de tuneye. Ji ber wê gundiyê tirk ji jîlê re cilêt, ji jandarma re candarma, ji japon re capon dibêje.

Encam: Eger we di serî, dawî an nava bêjeyekê de dengdarê j dît, zanibin ku ew bêje ne bi tirkî ye.

 

6. Di tirkiya kevin de li gel j, dengdarên f û h jî nînin. Vedîtina van tîpan, ji destpêka sedsalên pêşîn ên tirkiya başûrê rojava ve, bi veguherîna dengên hin bêjeyan re bûye. Wekî; öbke>öfke, uvalt>ufalt. 



Encam: Hejmara bêjeyên bi tirkî yên di nav de dengdarên f û h hene ji hejmara tiliyên du destan zêdetir nîne.

 

7. Di tirkî de, di nav kîte an bêjeyekê de du dengdêr nayêne ba hev. Mînak: Şiir, şair, matbaa û saat ne bi tirkî ne.

 

8. Di koka bêjeyên tirkî de du dengdarên mîna hev nayêne ba hev. Mînak: Hissetmek (hiss), affetmek (aff). Di bêjeyên mîna van de bi tenê lêkera alîkar a  ”etmek” bi tirkî ye.

 

9. Di bêjeyên bi koka xwe tirkî de dengdêrên dirêj tunene. Dengdêrên dirêj di bêjeyên ji erebî û farisî ketine nava tirkî de têne dîtin: şair (şa:ir), numune (numu:ne), iman (i:man). Di van mînakan de dengên beriya du xalên li ser hev hatine nîşandan, dengdêrên dirêj in û dirêj têne gotin. Lê di gelek bêjeyan de dengdêrên dirêj hatine kinkirin: beyaz, hiç, rahat, ruh. Dengên di van bêjeyan de hatine reşkirin, di zimanê ku jê hatine girtin de dirêj in lê di tirkî de kin têne gotin.

 

10. Di serê bêjeyên tirkî de du dengdar nayêne ba hev. Mînak: Tren, grup, stasyon, spirto, traş. Gel wan wekî tiren, istasyon, ispirto, gurup, tıraş bilêv dike. Lihevanîna dengdaran.

 

11. Paşpirtikên bêjeyên bi tirkî yên bi dengdarên hişk bidawî dibin, bi dengdarên hişk dest pê dikin: aç-tı, aş-çı, bak-tım, bas-kı, çiçek-ten, düş-kün, geç-tim, ipek-çi, seç-kin, seç-ti, süt-çü. Yên wiha dest pê nakin, ne bi tirkî ne.

Encam: Li gor van xalên 7, 8, 9, 10, 11´an divê hûn ferhenga tirkî careka din di ber çavan re derbas bikin. Dema em agahiyên li jêr jî hatine dayîn li ber çavan bigirin, dê ferhengeke ji 4000 û 5000 bêjeyan tê pê bimîne. Mirov dikare qaîdeyên din jî li ên li jor hatine dayîn zêde bike. Zimanzanên tirkî ku hay ji vê rastiyê hene, di beşên ”Wêje û Zimanê Tirkî” û ”Mamostetiya Tirkî” ya zanîngehan de ji xwendekaran re timî wiha dibêjin; ”di zimanekî de ya grîng hejmara bêjeyan nîne; lê hêza wî zimanî ya vegotin û dazanînê ye”. Tişteka din a balkêş a mirov di ferhega TDK´yê de lê rast tê, nivîsandina lêkeran e. Kesekî ku hema piçek jî bi rêzimana tirkî zanibe, dizane ku di tirkî de lêker bi raweya rader (mesder) me(ma), mek(mak), ış(iş, uş, üş) ve têne çêkirin. Lê TDK bi armanca zêdenîşandana bêjeyan û zêdekirina ferhengê, van her sê teşeyan jî
weke xalên cuda cuda nîşan daye. Em lêkera ”bak” (binêre) weke mînak bigirin. Vegotinên ferheng ji bo vê lêkerê dike ev in: Bakma: (karê) Bakmak işi, Bakmak: Bakışı bir şey üzerine çevirmek. (Baldayîna ser tiştekî)
Bakış: Bakmak işi veya biçimi (kar û teşeya lênêrînê). Bala xwe bidinê, vegotina her yek ji van xalan bi alîkariya yê din hatiye çêkirin. Bêguman her yek ji van di nav hevokê de di wateyên cuda de dikare bê bikaranîn. Lê ji ber wateya wan a ferhengî yek e û teşeyên masdar ên lêkera ”bak” in, wan weke xalên cuda nîşandan û bi vî rengî hejmara bêjeyan zêdekirin bi tenê dikare karê TDK´yê be. Li gor vê kiryarê dema hejmara lêkerên ferhenga TDK´yê bê diyarkirin, divê ji sisiya duduyên lêkeran ji ferhengê bêne derxistin. Di ferhengê de gelek bêjeyên bi koka xwe biyanî ne û ji derveyê qaîdeyên li jor dimînin lê wekî tirkî hatine destnîşankirin û dikarin ji aliyê etîmologan ve bêne zelalkirin hene.

 

Prof. Dr. Hasan Eren ku pêşgotina ferhengê nivîsiye û gotinên bi koka xwe biyanî ne bixwe destnîşan kiriye, mînakên balkêş in: şölen (bi Mogolî) , inci (bi Çini), pirinç, çeltik, peynir, armut (bi Farisî), soba (bi Macarî), kapuska (bi Rusî) û wd.
Em bêjeyên bi erebî, farisî, fransizî, yunanî, rûmî, îngilizî, latînî, rûsî, bulgarî, arnavûdî, çînî, mogolî, almanî, îtalyanî, îspanyolî, kurdî, pehlewî, ermenî, sanskrîtî, aramî, îbranî, sumerî û wd. jî ji tirkî derînin, zêde tiştek namîne.

 

Em hin bêjeyên din jî lêbikolin

Roj:

1-Pazar: Bi farisî.

2- Pazartesi: Pazar-ertesi, bi farisî.


3- Salı: Bi farisî.

4- Çarşamba: Bi kurdî.


5- Perşembe: Bi kurdî.

6- Cuma: Bi erebî.


7- Cumartesi: Bi erebî Cuma-ertesi.


8- Hafta: Hejmara heft ji zimanên aryenî.

 

Meh û dem:

1-Ocak: Bi tirkî; devera agir lê tê dadan, mal û xanî.

2- Şubat: Bi suryanî; di wateya lêdan, lêxistin, xerabkirin de ye.

3- Mart: Bi latînî; “Mars” navê xudawendê şer.


4- Nisan: Bi suryanî; Nīsu destpêkirin, vekirin (destpêka biharê). 


5- Mayıs: bi latînî; ji bêjeya ”maior” tê ku tê wateya ya herî mezin. Koka wê ji yunanî tê.

6- Haziran: Bi suryanî; tê wateya ”germ”.

7- Temmuz: Bi sumerî/îbranî, tê wateya ”beg, efendî”.


8- Agustos: Bi latînî navê Împaratorê Roma´yê August e.

9- Eylül: Bi suryanî (trî), tê wateya ”meha tirî”.

10- Ekim: Bi tirkî ”cot”, meha cotkirina zeviyan (di sala 1945an de li hev hatiye anîn, çêkirin)

11- Kasım: bi erebî; tê wateya yê vediqetîne.

12- Aralık: Bi tirkî; ji gotina “aralık”a (navber, navbeyn) tê. (di sala 1945an de li hev hatiye anîn, çêkirin).

13- Mevsim: Bi erebî.

14- Sene: Bi erebî. 


15- Saat: Bi erebî.

16- Sabah: Bi erebî.

17- Şafak: Bi erebî.

18- Takvim: Bi erebî.

19- Dakika: Bi erebî.

20- Devir: Bi erebî.

21- İklim: Bi yunanî.

22- Bahar: Bi kurdî.

 

Reng:


1-Siyah: Bi farisî.

2- Kahverengi: Wate diyar e (rengê qehwê).

3- Gri: Bi fransizî.

4- Kurşuni: bi kurdî.

5- Kırmızı: "Kırmıs", dikare bi erebî be. Navê kêzikekî.

6- Bordo: Bordeaux; li Fransayê navê bajarekî ye. 

7- Turuncu: Ji rengê mêweyê bi xwe tê; turunc-u.

8- Pembe: Bi kurdî/farisî.

9- Yeşil: Di tirkî de ji gotina ”ter” (zindî) tê, lê ne zelal e, dikare bê nîqaşkirin.

10- Turkuaz: Bi fransizî; rengê kevirê "Turkuaz

11- Mavi: Bi erebî.

12- Lacivert: Bi farisî.

13- Yavruağzı: Bi tirkî; Rengê devê çêlikên çivîkan.

14- Menekşe: Bi kurdî; Binevş

15- Mor: Bi erebî.

16- Leylak: Bi erebî, rengê çîçekê.

17- Bej: Bi fransizî.

18- Kara: Di zimanên din de pir zêde wateyên wê hene. Ya baş mirov xwe tê nede.

19- Haki: Bi kurdî; Xakî.

20- Eflatun: Bi erebî.

21- Sarı: Bi zimanên aryenî.

22- Kestanerengi: Bi yunanî; Kastano.



 

Hin bêjeyên biyanî yên li ser malbat, ferd, zewac û wd.

 

Amca: Bi erebî, Avrat: Bi erebî,
Baba: Bi farisî,
Bebek: Bi erebî, Çoban: Bi kurdî,
Dadı: bi erebî, Damat: bi farisî, Dayı: Bi erebî, Düşman; Bi kurdî, Erkek: Bi erebî, Evlat: Bi erebî, Evlilik: Bi erebî, Fert: bi erebî, Gerdek: Bi farisî, Hala: Bi erebî, Hamile: Bi erebî, Kız: Bi kurdî, Nesil: Bi erebî, Peder: Bi farisî, Teyze: Bi farisî, Valide: Bi erebî,
Zevce: Bi erebî,

 

Em didomînin:

Çiçek: bi farisî, Nebat: Bi erebî, Sebze: Bi farisî; di wateya kesk de, Hububat: Bi erebî, Bakla: bi erebî, Bakliyat: Bi erebî, Baklava: Bi kurdî; Peqlewe (Pel: Yaprak, Keva: Yufka)
Gül: Bi kurdî, Müge: Bi fransizî; Muguet,
Menekçe: Bi kurdî, Sümbül: Bi kurdî, Glayöl: bi fransizî-îngilizî, Lale: Bi farisî, Kakûle: Bi farisî, Zencefil: Bi erebî; Zencebil,
Tarçın: Bi kurdî, Domates: bi zimanê çermesorên meksîkayî, Çay: Bi çînî, Kahve: Bi erebî, Şeker: Bi zimanên hînd û aryenî, Reyhan: Bi erebî-aramî,
Turunç: Bi farisî, Portakal-Mandalin: Bi zimanê hînd û aryanî, Narenc-Narenciye: bi farisî, Greyfurt: bi îngilizî; Grape-fruit,
Brokoli:bi îtalyanî, Şebboy: Bi farisî, Kaktüs: Bi zimanê çermesorên Amerîkî, Safran: Bi farisî, Nişasta: Bi farisî, Limon: Bi zimanên hînd û aryanî, Kivi: Bi zimanê aborcînên Avusturyayî,
Avokado: Bi zimanê çermesorên Amerîkaya Başûr, Gonca: Bi farisî, Şeftali: Bi farisî (Şeftalû),
Gülnar: Bi farisî; Gula hinarê, Zeytin: bi erebî. Û hîn bi dehan bêjeyên biyanî yên din.

 

Navên mêwe, sebze û gil û giyayên ji yunanî ketine zimanê tirkî:

Açelya Azalea,
Ananas Ananas,
Anemon Anemonis,
Bamya Bamia,
Barbunya Barbunia,
Biber Piperi,
Bulgur Bligouri,
Fasulye Fasoulia,
Fulya Fulia,
Ispanak Spanaki,
Karanfil Karafilli,
Kayısı Kaisi, 
Kestane Kastano,
Kiraz Kerasi, 
Krizantem Krisantemi,
Köknar Kukunari,
Lahana Lahano, 
Limon Lemoni, Hint Avrupa dilinden
Mandalina Mandarini, 
Manolya Manolia, 
Mantar Manitari, 
Marul Maruli, 
Maydanoz Maidanos, 
Muşmula Mousmoula,
Ökaliptus Ev-Kalips,
Papatya Papadia,
Patates Patates,
Pırasa Praso.

 

Ji zimanên hînd û aryanî:

Portakal Portokali, 
Yasemin Yasemi.

 

Navên Ajalan: Akbaba: bi farisî-erebî; Uqab,
Akbın: Bi ermenî, Akreb: Bi erebî, Beygir: Bi kurdî-farisî; bergir,
Boğa: Bi mançûyî-zimanê çermesorên Amerîkaya Başûr, Bülbül: bi kurdî-farisî, Çakal: bi farisî Camus: Bi erebî (ji kurdî gotina ”gamêş” derbasî erebî bûye –M.F.), Canavar: Bi farisî, Ceylan: bi mogolî, Civciv: Bi farisî, Ejder: Bi farisî, Engerek: Bi yunanî, Fâre: Bi erebî, Fil: Bi erebî, Folluk: Bi yunanî, Gazel: Bi erebî, Gergedan: Bi farisî,
Guguk: Bi sanskrîtî, Hayvan: Bi erebî, Horoz:Bi farisî, İnek: Bi sanskrîtî, Jaguar: Bi zimanê çermesorên Başûrê Amerîkayê tê wateya ”xeyaleta daristanê”, Kanarya: Bi îspanyolî, Kancık: Bi latînî, Katır: Bi pehlewî, Kaz: bi farisî, Kedi: Bi rûmî.

 

Ji zimanên hînd û aryanî

Kertenkele: Bi farisî, Krokodil: Bi yunanî, Kukumav: Bi yunanî; kukuvaya, Kuğu: bi farisî, Kumru: Bi erebî-farisî, Leylek: Bi erebî (Ji kurdî ketiye zimanê erebî; leg leg, leg, ling M.F.), Manda: Bi sanskrîtî, Maymun: bi yunanî, Meral: Bi mogolî, Öküz: Bi zimanên hînd û aryanî, Papağan: Bi zimanê çermesorên Amerîkaya Latînî, Piton: Bi yunanî, Şahin: Bi farisî, Salyangoz: bi rûmî-yunanî, Sansar: Bi sanskrîtî, Timsah: bi erebî, Zürafa: Bi erebî.

 

Hemû navên masiyan bi yunanî ne.

 

Navên xwarin, şîranî û vexwarinan

 

Cacık: Bi ermenî, Çerez: Bi rûmî, Çorba: Bi farisî; Zırbe (tê wateya şorbeya sîr), Yahnî: Bi farisî, Lahmacun: Bi erebî, Kebab: Bi erebî, Biryan-Büryan (Püryan): Bi farisî; tê wateya kebab, goştê biraştî, Lokum: Bi erebî, Peş Melba: bi fransî; Pêche Maelba (Xoxa Melba, şîraniyeke bi xox a ji duşesa li Avusturya’yê re hatiye dîyarîkirin), Lalanga: Bi yunanî; Lalaga tê wateya qelandin, qijilandinê, Nuriye: Bi erebî, Şŭbiyet: bi erebî, Makarna: Bi îtalyanî Makaroni,
Spagetti: Bi îtalyanî, Pizza: Bi îtalyanî, Pasta: Bi îtalyanî, Hamburger: Bi îngilizî-almanî, Bira: Bi îtalyanî, Şarab: Bi kurdî, Konyak: Bi fransizî, Whisky: Bi îngilizî, Keşkül: Bi farisî (tê wateya derdana parsekan), Chickenöy (Mille-feuilles): Bi fransizî (tê wateya hezar pel, hezar tebeqe), Şerbet: Bi kurdî, Şurub: Bi kurdî, Şıra (Şire): Bi kurdî, Şirden (Şirdan): Bi kurdî, Likőr: Bi fransizî; (Liqueur Fr, Liquor-Lat),
Krem Karamel: Bi fransizî, Gulaş (Guyaş): Bi macarî.

 

Navên malzeme, eşya û navgînên bi yunanî-rûmî yên herî zêde têne bikaranîn:

Anahtar Anahtari,
Balyoz Balios,
Cımbız Tsimpida,
Çengel Tsingeli,
Çember Tsemperi,
Fener Fanari,
Fırın Fournos,
Fincan flitzani,
Fıçı Foutsi,
Fırça Fırtsas,
Gübre Kopria,
Halat Halati,
İskemle İskemle,
Istaka Steka,
Izgara Skara,
Kavanoz Kavanos,
Kerpeten Karfi
Kiler Kelari,
Kilit Klidi
Kiremit Keramidi,
Kova Kouvas,
Kümes Koumesi,
Kutu Kouti,
Lamba Lampa,
Makara Makaras,
Masa Maso,
Mangal Mangali,
Olta Olta,
Pabuç Papoutsi,
Patik Patiki,
Sünger Sfungari,
Semer Samari,
Tuğla Toublo,
Vernik Verniki û bi hezaran bêjeyên wisa.

 

Navên yunanî:

Açelya Azalea,
Akasya (Vejîn),
Ata-Athan (Nemir),
Bora Bora,
Defne (Darek),
Delfin (Masiya Yunus),
Demet Demati,
Dilara Diara
Eda (Jenerasyon),
Eflatun (morê vekirî),
Eftelya (vekirina kulîlkê), Esmerelda (Zümrüt),
Elmas,
Fidan, Fide, Filiz Filizi,
Fulya (kulîlkek), Funda,
İdil (Gotar an jî helbesta li ser jîyana li gundan) İlay-İlke (Ronahî),
Kiraz (Navê mêweyek),
Manolya Manolia,
Melinda (Nazik),
Melisa (mêşê hingiv), 
Menderes (Deverên zîvironek ên çeman), Merve-Merme (Tişta ku dibiriqe),
Methe (Nazik-İnci),
Papatya Papadia,
Pelin Pelini,
Poyraz (Bayê sar ê ji bakurêrojhulat ve tê), Saba (yê ji Sebayê),
Selen-Selin (Ay),
Sibel (Jîrik-şîretkar) Talya (Şa),
Temel (Çala ji bo avakirina avahiyekê hatiye vedan, Stûn) Yasemin Yasemi û bi dehan navên wisa. Ev nav, navên herî zêde li Anadoliyê têne bikaranîn in.

 

Hin bêjeyên çandî yên yunanî ku rojane têne bikaranîn:

Asparagas,
Bre,
Despot,
Efendi,
Fasofiso,
Felek,
Fiske,Gaf,
Hovarda,
İzmarit,
Kalpazan,
Kaparo,
Karavana,


Katakulli
Kerata,
Külüstür,
Manav,
Namus
Paçavra,


Paydos,
Zevzek.



 

Bêjeyên balkêş ên bi kurdî-farisî:

Bari, Çünkü, Eğer, Eyvah, Gerçi, Her, Henüz, Herkes, Hiç, Hemen, Hep, Kâh, Ki, Keşke, Meğer, Meğerki, Naçizane, Ne, Peşin, Parça, Sade, Ta, Ya, Tek.



 

Bêjeyên balkêş ên bi erebî:

Acaba, Ama, Alaka, Asıl, Asla, Aynen, Amma, An, Bazen, Bazı, Bizzat, Cümle, Daima, Dahil, Dair, Defa, Dikkat, Ebediyen, Ekseriyet, Elbet, Ezel, Fakat, Falan, Filan, Fazla, Galiba, Hakikaten, Hakiki, Hâlâ, Hâlbuki, Hâlen, Harbi, Hülasa, İlla, İsim, İstisna, İzah, Kadar, Kelime, Kere, Keza, Külliyen, Lakin, Lütfen, Mesela, Misal, Rağmen, Şey, Tabii, Tamam, Tesadüf, Vallahi, Ve, Vesaire, Yahu, Yani, Zaten.

 

Di hemû cîhanê de, bi tenê di zimanê tirkî de li beramberî gotina ”Ve”(û) tiştekî tuneye. Lewra ”Ve”, bêjeyeke bi erebî ye. Hema bêje hemû bêjeyên derbarê ekonomî, teknolojî, zanist, spor û hunerê de ji zimanên ewropî hatine girtin. Hema hemû termên huqûqî ji erebî hatine girtin: Adi, adil, hak, hukuk, hakim, mahkeme, dava, adalet, hapis, ceza, suç, bereat, tazminat, tescil, sicil, kayıt, evrak, itiraz, taciz, tecavüz, katil, katliam, mahküm, müvekkil, red, inkar, kabul, itiraf, yasa, kanun, madde, karar… û bi sedan bêjeyên din.

 

Dîsa di hemû cîhanê de tirkî yekane ziman e ku navên hemû cil û bergan ji zimanên din girtiye. Navên cil û bergan ên bi tirkî tunene: Atlet, külot, pantolon, fistan, entari, pardüso, ceket, şapka, çorap, mayo, bikini… hemî ji zimanên din hatine girtin.

 

Di nav hemû zimanan de tirkî yekane ziman e ku navên “köy” (gund) û “şehir”(bajar) têde nîne. Ev her du bêjeyên ketine zimanê tirkî jî bi farisî ne. Tirkiya van bêjeyan tuneye. Di heman demê de “kasaba, kaza, nahiye, il, ilçe” (bajar, navçe) jî ji zimanên din hatine girtin.

 

Hemû bêjeyên derbarê olê de ji erebî hatine girtin: Allah, din, cennet, cehennem, günah, sevap, peygamber, melek, ayet, ilah, namaz, ibadet, cami, hutbe, sadaka, zekat, hadis, cenaze… û bi sedan bêjeyên din.

 

Hemû bêjeyên bi “-syon, -siyon” bidawî dibin ji zimanên ewropî hatine girtin: Istasyon, enflasyon, organizasyon, develasyon, federasyon, fraksiyon, direksiyon…



 

Hemû bêjeyên bi “-iyet, -iye” bidawî dibin ji erebî hatine girtin: Cumhuriyet, hürriyet, cemiyet, niyet, ciddiyet, samimiyet, maliye, harbiye, terfiye, kurabiye…

 

Bêjeyên derbarê keştîvaniyê de bi piranî ji zimanê îspanyolî û îtalyanî hatine girtin.

 

Bêjeyên derbarê karên destan (wekî zêrkerî) de, ji ermenî; bêjeyên derbarê masîvanî, xwarin-vexwarin, amûrên cotyarî de ji rûmî û grekî hatine girtin. Di warê wêjeyê de farisî serkêşiyê dike. Bêje û têgehên di helbesta dîwanê de derbas dibe hema bêje hemî bi farisî ne.

 

Tirkî di koma ziman a Ural-Altay de ye. Di vê komê de pêşgir û paşgirên têne pêşî û paşiya bêjeyên din û ji wan bêjeyên nû têne afirandin tunene. Di tirkî de bi tenê bi rêya lêdanîna hin pêvekan li dawiya bêjeyên rayek dikare bêjeyên nû bêne çêkirin. Rayek tucarî naguhere. Ji ber di tirkî de bêjeyên rayekî pir kêm in, çêkirina bêjeyên nû bi sînor in. Di tirkî de pêşgir nayêne bikaranîn, lewra di tirkî de pêşgir tunene. Lê gelek paşgîrên ku hemî jî ji zimanên hînd û aryanî hatine girtin hene. Û ev paşgîr, bêyî ku fonksiyonên wan baş bêne zanîn, bê ser û ber û bi her awayî têne bikaranîn: -der, -dar, -er, -ar, -e, -el, -al, -sel, -sal, -am, -av, -li, -lik, -cı, -cık, -ce, -çe, -gi, -geç, gar, -tay…

tarihsel (dîrokî): tarih + sel
tarih: bêjeyeke bi erebî ye.
-sel, -sal: Ji fransizî hatine girtin, Paşgirên ji latînî hatine girtin. masacık: masa+cık.
masa: bêjeyeke bi yunanî ye. -cık: pêveka piçûkkirinê ya bi yunanî.
haberdar: haber + dar.
haber : Bêjeyeke bi erebî ye. -dar : paşgireka bi kurdî ye. kurul+tay, danış+tay, yargı+tay, sayıştay.
-tay: paşgireka bi mogolî ye. Pêveka “-tay” wateya “... bûyî” dide.
dürme+dan+lık, su+dan+lık.
dan: pêvekeka bi farisî ye.
parça: par+çe.
par: di kurdî de beş/para kesekî an para tiştekî ye. Pêveka -ça /-çe di kurdî de pêveka piçûkkirinê ye. Türkçe (tirkî): Türk+çe.
Tê wateya tirkiya piçûk.Ev pêvek jî bi awayekî tewş hatiye bikaranîn. Hîn gelek tiştên bi vî rengî hene.

 

Encam:

Zimanê tirkî; zimanê herî jar, berhevkirî, çêkirî û bê binî ya cîhanê ye. Tirkî di rastiya xwe de xwedî 4-5 hezar bêjeyî ye ku ew jî pirê wan di van 90 salên dawîn de hatine çêkirin. Li Anatoliyê dîroka tirkî ji sala 1932an ve dest pê dike. Lewra Saziya Ziman a Tirkî (Türk Dili Tetkik Cemiyeti) di sala 1932an de hate damezirandin. Tirkî di serdema Osmaniyan de tu carî nebuye zimanê fermî.

 

Têbinî:

Em ji bo keda wan spasî li Serdar Evdirehman, Ali Karduxos û Özcan Kaplan dikin. Ev xebat a Tîrîgan (C.A) e. Hilbijartin Bibliografya



1-Sevan Nisanyan, Sözlerin Soyağacı, çapa II., Weşanên Adam, Stenbol 2003.



2-Orhan Hançerlioğlu, Ferhenga Zimanê Tirkî, Stenbol, 1992.



3- Rêzimana tirkî, E.Zeginis-P.Xidiroglu. Weşanên Vanyas, Selanik, 1995.



4-Zana Farqînî - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Ferhenga Mezin a Tirkî-Kurdî, Stenbol, 1992.



5-Yorgos Babinyotis, Ferhenga Zimanê Yunanî, Atina 1998.



6-Mevlût Sari, Ferhenga Tirkî-Îngilizî-erebî-Farisî. GONCA. İstanbul.



7-Rêzimana Farisî, Mürsel Öztürk. TTT. Ankara 1988.



8-Ferhenga Tirkî-Farisî, İbrahim Olgun û Cemşît Drahman, Pirtûkxaneya Elhan. Ankara 1988.



9-Georgios G. Yannakis "Hind-Ewropî, ziman û çanda wan". Kitap Enstitüsü-Kardamıca Yayınları, Atina 2005

 

aykiridogrular.com

 

Wergera ji tirkî: Mahabad Felat (amidakurd.net)


Bêjeyên Miftehî