1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Ajansa Fezayê ya Ewropayê dixwaze li Heyvê gundekî ava bike
Ajansa Fezayê ya Ewropayê dixwaze li Heyvê gundekî ava bike,ajansa,fezayê,ya,ewropayê,dixwaze,li,heyvê,gundekî,ava,bike

Ajansa Fezayê ya Ewropayê dixwaze li Heyvê gundekî ava bike

Li şûna Stasyona Fezayê ya Navneteweyî, ku welatên yekîtiya Ewropa, DYA û eglek welat bi hev re lê dixebitin, projeya Gundê li Heyvê tê amadekirin

A+ A-

PARÎS - ANF Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ragihandin, ku projeya Gundê li Heyvê dibe ku ji sala 2030 û pê ve bikeve meriyetê.

Dîrektorê Giştî yê ESA Johann-Dîetrîch Worner di civîna salane ya çapemeniyê ya li Parîsê de, vîzyona avakirina gundekî li Heyvê ji bo meşandina lêkolînan, da naskirin. Worner di çarçoveya vîzyona da nasîn de, wê di sala 2030 de projeya gundekî ku astronot lê karibin bixebitin, bikeve meriyetê.

Worner diyar kir ku ev projeya nû ya gundê lêkolînê wê bikeve şûna Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS), ku tê plankirin ISS di sala 2020 an jî 2024'an de bê bidawîkirin. Worner destnîşan kir, ku projeya 'Gundê Heyvê' çareseriya herî îdeal e. Dîrekteroê Giştî yê ESA da xuyakirin, ku projeya Gundê Heyvê ji nava gelek projeyên pêşkêşî ajansê hatine kirin, hatiye neqandin.

ESA dixwaze hevparên ISS'ê DYA, Rûsya, Çîn, Kanada û Japonyayê jî tevlî vê projeya Gundê Heyvê bike. Tê plankirin, ku Gundê Heyvê bi axa ji cîhanê were avakirin.

Her wiha tê zanîn ku ESA wê ji îsal û pê ve bi Ajansa Fezayê ya Rûs re projeya ExoMars li Marsê bixe meriyetê. Maşîna fezayî ExoMars wê li Marsê li nîşaneyên jiyanê bigere.