1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Anket: BDP Bilind Dibe
Anket: BDP Bilind Dibe,anket,bdp,bilind,dibe

Anket: BDP Bilind Dibe

A+ A-


Her roj hilbijartina 12'ê pûşperê (hezîran) nêzîktir dibe. Di 12'ê pûşpera 2011'an de li Tirkiyeyê dê Hilbijartinên Giştî pêk bên û gel herin ser sindoqan. Pêşbazî di navbera 42 partiyan de çêdibe, lê her wisa pêşbazî di navbera dewlet û kurdan de ye.

Bi nêzîkbûna hilbijartinê re her hefte şîrketên lêkolînên civakî anketan li çêdikin. Gelek ji van şîrketan encamên der barê BDP'ê de vedişêrin.

Yek ji van anketan jî vê heftiyê ji aliyê şîreketeke tirk a ANDY-AR'ê ve hate kirin. Anket îro di çapemeniyê de jî xwedî cihekî girîng e. Serokê ANDY-AR'ê Faruk Acar da xuyakirin ku di dengên BDP'ê de pêşketinek heye.

Li gor anketa ANDY-AR'ê dengeên BDP'ê ber bi %7'an hildikişe. Faruk Acar dibêje ku li gor anketa wan dengên BDP'ê gihaştiye %6.9 û li gor lêkolînên berê %1.0 pêşketin heye.

Li gor anketê AKP 48.3, CHP 25.2, MHP jî 10.6 xuya dike.

Wekî tê zanîn nirxandina van rojan a herî navdar ew e ku AKP dixwaze MHP'ê li dervê parlamentoyê bihêle, ango bixe bin bendava %10.

Li gor encama anketê jî ev wisa xwiya dike û MHP di asteke krîtîk de xwiya dike. Dengên wê wekî 10.6 xwiya dikin.

Tiştekî din ê balkêş heye ku divê em bi xwendevanên xwe re parve bikin. Van rojan li Kurdistana Bakur, li bilboardan reklama BBP'ê heye. Hemû dever bi van reklaman hatine xemilandin. Wekî tê zanîn ev partiyeke nijadperest a tirk e. Û partiya ku herî pir deng ji MHP'ê dixwe jî ev e.

Nexwe îqtîdar (AKP) û BBP ji bo têkbirina MHP'ê dest dane hev. Ji bo vê yekê alîkariyek din jî dane hev an na, em nizanin. Lê xwiya ye heta hilbijartinê dê ev wisa heye.


Bêjeyên Miftehî