1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Apple İWatch û teknolojiya wergirîner
Apple İWatch û teknolojiya wergirîner,apple,iwatch,û,teknolojiya,wergirîner

Apple İWatch û teknolojiya wergirîner

A+ A-

Her gaveke me ya weşandina nûçeyeke bi kurdî dibe gaveke nîqaşên çend gotinên kurdî jî.

Ez dixwazim der barê "Wearable technology" de çend gotinan binivîsim û xwendevanên kurdî der barê teknolojiyê sala pêş de agahdar bikim. Lê divê pêşî em bêjin ku "wearable technology" çi ye.

Wearable technology, ji bo teknolojiya ku mirov dikare li xwe bike, yanî wergire, tê gotin. Mînak mirov dibêje "cilên xwe li xwe bike" an jî "cilên xwe werbigire". Îcar di sala pêşiya me de dê hinek teknolojî derkevin, ku mimkûn e şûna telefona destan jî bigirin, dê bên lixwekirin. Bi kurdî em niha jê re bêjin "teknolojiya wergirîner". Heke şaşiyek di wergera vê gotinê de hebe, ez hêvîdar im zimanzanên me bêyî ku serê min bişînin, min agahdar bikin, da ku ez vê sernivîsê biguherim.

Em bên ser mijara xwe. Her wekî berê min di çend gotar û nûçeyan de behs kiribû, Google xwe amade dike ku di sala pêşiya me de berçavkeke baqil derxe. Berçavka Google bi îhtimaleke mezin dê nihêrîna me ya teknolojiyê biguherîne, ji ber ku em ê êdî di berçavka wê re li cîhanê binihêrin.

Hîn der barê berçavka Google'ê de agahî kêm in, lê wa ye Apple'ê jî nehika ser dehikan îlan kir. An jî em bihesibînin ku îlan kiriye. Lewre tiştên ku tên axaftin û wêneyên ku tên parvekirin ne hindik in.

Teknolojiya wergirîner a Google berçavk e, ya Apple jî saeta destan e. Her wisa em dizanin ku projeyên sol (pêlav) û hin wekî din jî li ber destê van camêran hene.

Ma tiştek, ev teknolojiya nû dê bi kêrî çi bê û çawa were bikaranîn?

Di vî warî de her du şîrket jî devê xwe pir venakin û agahiyan belav nakin. Ji ber ku bi dehan şîrketên teknolojiyê li fikrekê digerin ku hema ji xwe re derxin piyaseyê.

Lê dîsa jî der barê teknolojiyên nû de çend gotinan bi dizî be jî didin der. An çavên xwe ji wê diziyê re digirin. Da ku ji wan re bibe reklameke çirifîtî.

Apple iWatch

Apple bi teknolojiya wergirîner re pir têkildar e, di vî warî de bi qasî ku tê belavkirinin bala wê niha li ser saeta destan e. Balkêş e, di serê mehê de, li Hewlêrê min li bazara mobile saetên destan ên telefon dîtibûn, ku bi 50 dînarî dihatin weşandin. Tenê ew Bluetooth a wê ya ku mirov dixe guhê xwe li xweşa min neçû.

Li gor nûçeyên kovarên teknolojiyê, Apple iWatch di dawiya sala 2014'an de dê derkeve piyaseyê.

Li gor nirxandêrê KIG Securities'ê Ming-Chi Kuo, dê ev saet 1,5 x 2,0 înç be. Her wisa dê şopa tiliyên destan nas bike.

Berçavka Google jî tiştekî cuda ye. Li gor agahiyên hatine belavkirin û li gor ceribandinên ku niha tên kirin, kesên vê berçavkê têxin çavên xwe, dê êdî înternetê jî di çavên xwe xin. Dema li derekê binihêrin, li tiştekî binihêrin dê der barê wî/wê tişta de agahiyan jî bistînin.

Ditirsim êdî kesên di nûçeyê de gotinek biyanî dîtin, hema rahêlin berçavka xwe têxin çavên xwe û di berçavkê de wateya wê gotinê xuya bike. :)

Lê hema pêşîn ez bêjim ku xweziya we di dilê we de bimîne! Berçavkeke wisa derkeve jî dê wateya kurdî nebêje. Ji bo tiştekî wisa bibe divê mejiyê rêveberên kurdan pêşî biguhere.