1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Araf li Hamburgê ye
Araf li Hamburgê ye,araf,li,hamburgê,ye

Araf li Hamburgê ye

A+ A-

Lîstika ku ji aliyê Cîhan Şan ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Aydin Orak dike, jiyana zanyarê kurd Mûsa Anter kiriye mijar. Di lîstikê de Aydin Orak bi tena serê xwe dilîze, mûzîk Efkan Şeşen, ronahî Amed Çay, derhênerê dîmenê Huseyîn Karabey û alîkariya derhêner Bîlal Bulut û Aram Dildar dikin. Araf, bi deng û dîmenê Mûsa Anter û lîstikvaniya Aydin Orak, bi şêweyê şanoya dokumanterî hatiye amadekirin. Lîstik bi piştgiriya Konsolosxaneya Swêdê Ya Stenbolê û Şaredariya Nisêbînê derdikeve ser dikê. “Araf/Di Navbera Du Welatan De” di mihrîcana navnetewî ya Enqere de bi eleqeyeke mezin hatibû pêşwazîkirin, li Îzmîra Tirkiyê jî hatibû qedexekirin. Wek berendamê Xelatên Kovara Tiyatro Tiyatro hat nîşandan.

4 Sibat 2011, Saet: 19.00, Universität Hamburg Von Melle Park 8 Hörsaal Erziehungswissenschaft Hamburg, Germany


Bêjeyên Miftehî