1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Atalan: Ji bo li Şengalê qirkirineke din rû nede xweserî şert e!
Atalan: Ji bo li Şengalê qirkirineke din rû nede xweserî şert e!,atalan,ji,bo,li,şengalê,qirkirineke,din,rû,nede,xweserî,şert,e

Atalan: Ji bo li Şengalê qirkirineke din rû nede xweserî şert e!

A+ A-

ALÎ GULER - KOLN/ANF 28.12.2014 07:04:32 Hevserokê FKÊ Alî Atalan diyar kir ku operasyona azadkirina Şengalê ya hêzên Kurd watedar e û got, "Ji bo Êzidî careke din li qirkirineke nû rast neyên, divê li herêmê sîstemeke xweseriya demokratîk a xwe dispêre parastina cewherî hebe."

Bi destpêkirina operasyona azadkirian Şengalê re, nîqaşên li ser statuya Êzidiyên li Şengalê destpê kirin. Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiya (FKÊ) Alî Atalan da xuyakirin ku Şengal parçeyek ji Kurdisatnê ye û divê bibe xwedî statuyeke taybet. Atalan destnîşan kir ku ji bo li herêmê komkujî û qirkirinên nû rû nedin, xweseriyek xwe dispere parastina cewherî şert e. Alî Atalan operasyona azadkirina Şengalê û statuya Êzidiyan ji ajansa me re nirxand.

'OPERASYONA AZADKIRINA ŞENGALÊ HÊVÎ DA'

Li Şengalê niha rewş çawa ye?

Pêngava şoreşgerî ya ji bo Şengal ji dagirkeriya DAIŞ'ê bê rizgarkirin; di nava civaka Êzidî de rê li ber hêviyeke nû û mezin vekir. Bi vî rengî mexdûriyeta 10 hezar mirovên me yên li çiyayê Şengalê bi dawî bû. "Operasyona azadkirina Şengalê" tê wateya destpêka pêvajoya avakirineke nû."

Hêzên Kurd çiqasî serdestê herêma Şengalê ne?

Hêzên Kurd di rewşa heyî de li tevahiya çiyayên Şengalê, piraniya gundan û beşeke girîng a bajêr serdest in. Ji bo DAIŞ'ê girtina korîdora Rojava Mûsilê gelekî girînb û. Nuqteyên herî stratejîk ketine bin însiyatîfa Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê.

Operasyona azadkirina Şengalê bi taybetî li cejna Êzî rast hat, ev yek xwedî wateyeke çawa ye?

Beriya her tiştî em vê pêngavê weke diyariyeke cejnê dibînin. Bi dîtina min pêwendiya xwe bi têgihiştina dîrokî, wijdanîbûyîna tevgerê û bi taybetî jî bi paradîgmaya civaka azad a Tevgera Azadiyê ya Kurd ve heye.

Di operasyona azadkirina Şengalê de rola YBŞ'ê çiye?

YBŞ organîzasyoneke parastinê ye ku ji aliyê felsefîk û operasyonel ve bi HPG'ê re di nava koordîneyekê de tevdigere. YBŞ bi hemû hêza xwe tevlî vê operasyonê bûye û performanseke gelekî serketî nîşan daye.

'DIVÊ ÊZIDÎ TEVLÎ REFÊN YBŞ'Ê BIBIN'

Hêza YBŞ'ê di kîjan rewşê de ye?

Weke ku tê zanîn YBŞ hêzeke berxwedanê ya ji Kurdên Êzidî pêk tê ye. Her çend ji ber mercên tên zanîn di asta tê xwestin de ji aliyê hejmarî ve mezin nîne jî, ji aliyê wesf û mîsyona xwe ya dîrokî ve gelekî watedar û girîng e. Di dîroka Êzidiyan de, tevgereke berxwedanê ya ewçend hemdem û bi rêk û pêk nehatiye dÎtin. Di rojên dawî de bi vekirina korîdorê re, li Başûrê Kurdistanê tevlîbûna li nava refên YBŞ'ê zêde bûye. Em bawerin ku ev yek wê zêdetir bibe. Di pêşeroja Şengalê de YBŞ'ê, bingeha sîstemeke parastina cewherî ya mayînde û rêxistinbûyî danî ye. Xurtkirina vê, beşdariya li nava vê, wezîfeya her welatparêzî, wezîfeya her Kurdekî Êzidî ye.

Navenda Şengalê û navendên we yên bawerî û dîrokî, zerareke bi çi rengî dîtine?

Tespîta vê hînê nehatiye kirin. Eger mirov li kar û barên rêxistineke li dijî mirovahiyê ya DAIŞ'ê bifikirin, hingî mirov dikarin texmîn bikin ku her tiştên li ser navê baweriya Êzidiyan hatine xerakirin. Dijminatiya DAIŞ'ê ya li baweriya herî qedîm a mezopotamyayê Êzidiyatiyê, ji karektera wan a dîrokî û faşîst a rojane tê. Parastina baweriya Êzidiyan li hemberî van êrîşên tinekirinê, wezîfeya mirovane û şaristaniyê ye.

'XWESERÎ FERZ E'

Ji niha û pê ve divê li Şengalê sîstemeke çawa hebe?

Ji bo Êzidî rastî qirkirineke nû neyê, dibê statuyeke wan hebe. Ev statu jî divê bi Şengalê neyê bisînorkirin. Divê bibin xwedî statuyeke xweseriya demokratîk ku di nav Êzidiyên li Şêxan, Asûrî, Şebek û hindikahiyên din jî hebin. Ev yek wê bibe bersiva herî baş li qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an. Eger hesabên rêxistinî û siyasî li aliyekî bê hiştin, hingî naskirina vî mafî ji civaka Êzidî re, hem wezîfeya însanî, wijdanî ye, hem jî wezîfeyeke neteweya demokratîk e.

Ji bo Şengal xweser bibe, divê çi were kirin?

Beriya her tiştî ji bo civaka Êzidî xwe di nava sîstemeke siyasî, çandî û dîplomatîk de îfade bike, divê di qada parastina cewherî de xwe ji nû ve birêxistin bike û gavên pêwîst tavilê biavêje.

Hînê hin Êzidiyên noker pişta xwe didin hin hêzan, vîna xwe di oxira berjewendiyên madî de radest dikin, hewl didin civakê parçe bikin, yekîtiya wê xera bikin û pêşeroja vî gelê mezlûm ê tiyê azadiyê ye tarî bikin. Lİ hemberî van hewldanan girîng e têkoşîneke bi bandor a îdeolojîk-polîtîk bê dayîn. Ji bo ji nû ve avakirina Şengalê divê "Foneke Avakirinê ya ji bo Şengalê" ya navneteweyî ava bibe, mayînên hatine çandin bên rakirin, hêzeke cewherî ya ji Êzidiyan pêk tê bê avakirin, sîstemeke aboriyê were destnîşankirin û sîstemeke îdarî derkeve holê. Bi vê yekê re statuya xweser bê naskirin. Ev yek jî divê di çarçoveya prosedurekê de, bi taybetî li ser têkiliyek bi Iraq û Kurdistanê re, divê gelê Şengalê bi referandûmê biryara vê bide.

'ŞENGAL PARÇEYEKÎ KURDISTANÊ YE'

Helwesta PDK, YNK û PKK'ê der barê Şengalê de çi ye û hûn çi ji wan dixwazin?

Tevgerên Kurd ên mijara gotinê, pêwîste hewldanên wan ên ji bo rizgarkirina Şengalê cuda cuda bên nirxandin. Bêguman kî bi kîjan motîvasyonê, sedemê û çawa tevdigere jî, di dawiya dawî de ji bo rizgariya Şengalê li hemberî dijminê hevpar têdikoş in û ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Em hêvîdarin trajediya Şengalê û hesreta azadiyê wê hemû hêzên neteweyî li hev kom bike û dawî li hin nakokiyên bê wate bîne. Şengal parçeyekî Kurdistanê ye, warê Êzidiyan e. Jİ bo azadiya wê divê her Kurd têbikoş e. Feraseta hin komên Kurd ên digotin "Ev der a me ye, rêxistinên Kurd ên ji parçeyên din nikarin bikevin vê derê" têk çûye. Ev feraset di nava civaka me Êzidiyan de bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Her wiha hêzên xwedî vê ferasetê baş tê zanîn ku di dema 3'ê Tebaxê de bi çi rengî tevgeriyan û Êzidî radestî DAIŞ'ê kirin. Lewma baweriya Êzidiyan bi van nemaye. Li hemberî vê yekê, baweriya Êzidiyan a ji hemû hêzên bi felsefeya PKK'ê dilsozin, gelekî zêde bûye. Civaka Êzidî hebûna van hêzan ji bo pêşeroj, azadî û ewlekariya xwe weke temînatê dibîne. Li gel vê yekê jî yekbûyîna hêzên neteweyî û pêkhatina kongreya neteweyî gelekî girîng e. Di vî warî de daxwaza me ya bingehîn statuya xweser a Şengalê, dayîna mafê diyarkirina çarenûsa xwe ji civaka Êzidî re. Eger tê xwestin ku pêşeroja bawerî û civaka Êzidî bê ewlekirin divê sîstema kantonal a demokratîk jê re bê naskirin.