1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Ayna: Şerê me li dijî pergala dewletê ye - HEVPEYVÎN
Ayna: Şerê me li dijî pergala dewletê ye - HEVPEYVÎN,ayna,şerê,me,li,dijî,pergala,dewletê,ye,hevpeyvîn

Ayna: Şerê me li dijî pergala dewletê ye - HEVPEYVÎN

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emine Ayna, der barê girtin, binçavkirin û zextên di demê dawî de li ser kurdan û Kurdistanê tên meşandin nirxand. Ayna, "Zagona Ewlehiyê" jî rexne kir û anî ziman ku di vê pêvajoya diyalogê de hikûmeta AKP'ê bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî Kobanê û Rojava nêzîkatiya li hemberî gelê kurd dide dest. Ayna, têkiliyên AKP-DAIŞ'ê jî rexne kir û diyar kir ku şerê wan li dijî pergala dewletê ye.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê piştî serhildana gelê kurd ya ji bo Kobanê ku di 6-7'ê cotmehê de pêk hat girtin û binçavkirin derket asta herî jor. Li aliyê din li gel ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nexşerêya muzakereyan danî pêş AKP'ê û xwest di nava hefteyekê de binirxîne û gavên ku bavêje aşkere bike jî hêj deng ji AKP'ê nehatiye. AKP dijberî vê yekê bi zagonên "Ewlehiya Cemaweriyê" erk û rayeya polîs û leşkeran zêde kir û kuştina welatiyên sivîl, girtin û binçavkirin derxist asta herî jor. Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Ayna têkildarî geşedanên dawî yên li Tirkiye û Kurdistanê diqewimin de pirsên ajansa ma bersivand.

* Hûn helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî girtin, binçavkirinên li Kurdistanê çawa dinirxînin? Dê helwesta we çi be?

Em partiyek siyasî ya li hemberî girtin û binçavkirinan in. Têkoşîna me jî li dijî helwest û pêkanînên dewleta antîdemokratîk e. Em li dijî zagonên ku li dijî berjewendiyên gel têdikoşin. Ji bo ev pêkanîn û zagonên dijdemokratîk bên guhertin têkoşîna me dê bidome. Em ji bo hemû girtîgeh vala bibin, girtin û binçavkirin bi dawî bibin têdikoşin. Em wekî partiyek siyasî qet li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Ger ku dewleta TC dewleta hiqûqê be wê demê divê yekperestiyê neparêze. Em, li dijî zagonên yekparêz şer dikin. Em rewatiyê esas digirin. Ger ku ew qedexe dikin, em jî dibêjin qedexeyan nas nakin. Em çalakiyên ku qedexene dikin. Ger ku li hemberî vê yekê girtin û binçavkirin hebe em dibêjin kerem ke werin me bigirin. Em ji bo ev qedexe rabin çalakiyan li dardixin. Em qedexeyên we nas nakin. Ji destpêkê heta niha em li dijî qedexeyên dijdemokratîk têdikoşin û em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di çarçoveya hevdîtinên me de hêviya me ew bû ku zagonên qedexeyan bên guhertin. Lê dijberî vê yekê bi zagonên ku erk û peyvira polîsan zêde dike hêza polîsan hat xurtkirin. Bi vê yekê re erka polîsan a binçav bike û êdî kujerên faîlê wan diyar pêş bixin. Ev jî nîşan dide ku tu derdê hikûmetê yê demokratîkbûnê tune ye.

* Hûn van nêzîkatiyan çawa dinirxînin? Bi girtin û binçavkirinan dixwazin çi bikin?

Ev helwesta hikûmetê pêvajoya çareseriyê dixe zorê. Ev encama berxwedana Kobanê ye. Gelê kurd li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên kujer derket kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Ger ku dewleta TC'ê mirovên derketin kolanan binçav dike û digire ev tê wateya alîgirê çeteyên DAIŞ'ê ye. Ev helwesta dewletê pêvajoyê xera dike. Em gel û tevgera ku ji 12'ê Îlonê heta niha li dijî darbeyên leşkerî teslîm nebûne nin. Bila kes ji gelê kurd nepê ku em li hemberî van zagonên AKP'ê yên ewlehiyê gavan paşve bavêjin. Em ji hemû gelê xwe û partiyên siyasî re dibêjin em dê li hemberî van pêkanînan têkoşînek mezin bimeşînin. Em ji bo maf û nirxên xwe yên mirovahiyê têdikoşin. Ji ber vê yekê tiştekî em winda bikin tune. Dijberî vê yekê AKP dê bi vê helwesta xwe winda bike. Ger ku pêvajoya aştiyê baş nenirxînin û firseta ku tevgera azadiya kurd daye wan baş nenirxînin dê winda bikin. Heta niha 3 caran şans dan AKP'ê. Heta niha AKP'ê 2 caran pûç kirin. Xuya ye ku dê şensa dawî jî winda bike. Ger ku AKP vê şensa dawî baş nenirxîne berî her tiştî dê Tirkiye winda bike. Em hem ji aştiyê re jî û hem ji şer re jî amade ne. Tiştekî em winda bikin tune ye.

* Nexşerêya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji aliyê KCK û kurdan ve hat qebûlkirin. Helwesta Hikûmetê çiye?

Di pêşnûmeyê de nêzîkatiyek bîrdoziya fermî ya bi avakirina TC'ê re teşe girtiye heye. Ev bîrdoziya fermî li dijî bîrdoziya yekparêz, teşegirtina jiyana civakî û teşekirina jiyana siyasî esas digire. Serok Ocalan, ji destpêkê heta niha dema fikrê pêş dixe hemû li ser wekhevî û edaletê pêş dixe. Pergala ku feraseta têkiliya bindest-serdestan, mêtinger-koleyan esas digire pûç dike. Nêzikatiya ekolojiyê ya KCK'ê li ser bingehê wekheviyê ye. Divê êdî hikûmet biryara xwe bide. Divê hikûmet kijan aliyê taslakê diparêze û kijan aliyê taslakê rexne dike ji cemaweriyê re aşkere bike. Ji ber vê yekê em dibêjin bila êdî diyalog dest bi muzakereyan bike. Serok Ocalan jî dema taslakê diyar dike dixwaze alî di vê mijarê de fikr û nerînên xwe aşkere bikin. Ev taslaka Serok Ocalan hem ji bo KCK'ê û hem jî ji bo hikûmetê bang e. Fikara me ya herî mezin gelo lêgerîna hikûmetê ya çareseriyê heye ya na? 2 sal in gel li bendê ye. Êdî hêsa gel a payinê nema. Serok Ocalan 2 sal in bang li hikûmetê dike ku muzakereyê bike. 2 salin Serok Ocalan sebir kir. Dibêje êdî sebra min hatiye asta dawî.

* Hûn helwesta AKP'ê ya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê çawa dinirxînin?

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê pêş dikevin. Heta niha 3 caran DAIŞ'ê bi piştgiriya hikûmetê êrîşî Kobanê kir. Tirkiye aşkere piştgiriyê dide. Ji ber ku AKP li dijî kurdan polîtîkayê dimeşîne aşkere piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê. DAIŞ dixwaze destkeftiyên kurdan ên li Kobanê û Rojava bi dest bixe. Xwestin axa Rojava bi dest bixin û têxin destê Tirkiyeyê. Têkilî u piştgiriya Tirkiye ya DAIŞ'ê di cemaweriya navneteweyî û kurdan de aşkere bû. Êdî her kes piştgiriya Tirkiye ya DAIŞ'ê dizane. Ji ber ku gel rabû ser piyan lîstik û polîtikayên hikûmetê têk çûn. Ji ber van nêzîkatiyên Tirkiye û çeteyên DAIŞ'ê êdî gelên cûhanê qebûl dikin ku PKK ji lîsteya terorê derkeve. Êdî civakê û gel rastiyê qebûl dike û PKK tevgera azadiyê ye. Qebûl dikin ku Serok Ocalan pêşengê azadiya gelan e. Ji bo me yê muhîm û girîng nêzîkatiya civakê û gelan e.

* We wekî partî bi rêveberiyên herêmî re pergala Hevserokatiyê xist meriyetê. Lê di qada darazê de ev pergal rastî astengiyan hat. Di vê mijarê de helwest û xebatên we çi ne?

Di aliyê darazê de têkoşîna me ya zagonî didome. Em dê vê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em tu carî wekî ku Hevserokatî ne rewa be nêzîk nebûn. Partiya me û tevgera me her dem wekheviya jin û mêr esas girt. Azadiya zayendî û wekheviya zayendiya civakî esas girt. Ji ber vê yekê tevgera me ev biryar xist meriyetê. Em ji DTP'ê û şûnde pergala hevserokatiyê xist meriyetê. Em hem di partiyê û hem jî di rêveberiyên herêmî û rêxistinên civakî de hevserokatiyê esas digirin. Heta niha darazê hemû biryar û pêkanînên me qedexe kir, niha jî li hemberî vê pergala hevserokatiyê radiweste. An dê daraz bê guhertin, an jî dê qedexe bi dawî bibin.

* Hûn wekî DBP'ê dê li Kurdistanê xebatê bimeşînin. Ferqa we dê ji partiyên din çi be?

Dema bi giştî em mêze dikin, partiyên siyasî têkildarî jiyana siyasî tu xebatê nameşînin. Her dem ji bo hilbijartinan xebatê dimeşînin. Li Tirkiyeyê astengiyên li pêş tevlêbûna siyasetê heye. Li Tirkiyeyê hilbijartina siyasî tenê wekî dengavêtinê hatiye nasîn û qebûlkirin. Lê jiyana siyasî ewe ku civak di hemû qada siyasî de der barê xwe de xwedî biryar û vîn be. Em vê yekê rexne dikin. Em wekî DBP'ê li ser vê yekê ketine rê. Em li gorî hilbijartin û sindoqê xwe bi teşe nakin. Ji ber vê yekê fikra me, nerîma me û partiyên din nabe wek hev. Yê wekî fikr û nerîna me tev digere HDP ye. HDP jî wekhevî, aştî û demokrasiyê esas digire. Em di jiyanê de demokrasiyê dixwazin. Ji ber vê yekê em dê navçe bi navçe, gund bi gund, tax bi tax bigerin û em dê siyaseta demokratîk têxin meriyetê. Em dê gel tev li siyaseta demokratîk bikin. Li ser vê bingehê ji ber ku hemû bingeha me li Kurdistanê ye em dê vê pergalê li Kurdistanê têxin meriyetê. Em dê di pêşerojê de li Tirkiyeyê jî belav bibin.

* Hûn zimanê Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê der barê çalakiyan û gelê kurd de çawa dinirxînin?

Nêzîkatiya Serokwezîr Ahmet Davutogulu ya diktatorî gotinên me yên berê piştrast kir. Davutoglu bi gotinên xwe yên "Hûn derkevin kolanan hûn dê bên kuştin. Hûn çalakiyan bikin hûn dê bên kuştin. Hûn bimeşin hûn dê bê bên kuştin" dixwaze bêje "Hûn wekî min nefikirin û hûn li dijî zagonên me derkevin hûn em dê we bikujin" Ev dîktatorî û qraltî ye. Ev ne demokrasî ye. Li hemberî vê yekê herî zêde kurd dengê xwe bilind dikin û kurd êdî ji tu tiştî natirsin.

* Hûn şerê di navbera AKP'ê û Cemaatê de çawa dinirxînin?

Şerê di navbera Cemaat û Recep Tayyip Erdogan de ne şerekî siyasî û bîrdozî ye. Cemaat û Erdogan xwedî heman nerîna siyasî ne. Xwedî heman bîrdozî ne. Tu cudahiya wan ji hev tune ye. Meseleya wan îktîdara navxweyî ye. Dema AKP hat avakirin ji koalisyonan pêk dihat. Di nava vê koalisyonê de Erdogan xwe bi hêz kir. Erdogan piştî xwe bi hêz kir ji komên din ên koalîsyonê re got 'An hûn dê wekî min bibin an hûn dê tune bibin' Ev nêzîkatiya dewleta TC'ê ya siyasetê ye. Ji bo me tiştekî bê guhertin tune ye. Ji ber ku Cemaat (Fethullah Gulen) jî li dijî kurdan e. Li dijî azadiya kurdan e.

(mae/wk)

18.12.2014 - 09:18:46