1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Balafira bi enerjiya rojê Solar Impulse-2 li Hawaî ye
Balafira bi enerjiya rojê Solar Impulse-2 li Hawaî ye,balafira,bi,enerjiya,rojê,solar,impulse,2,li,hawaî,ye

Balafira bi enerjiya rojê Solar Impulse-2 li Hawaî ye

Yekemîn balafira bi temamî enerjiya rojê dixebite Solar Impulse-2 tûra xwe ya cîhanê didomîne. Solar Impulse-2, ji Japonyayê heta Hawaî rêwîtiya xwe ya 5 rojan bi serketî temam kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Yekemîn balafira bi temamî enerjiya rojê dixebite Solar Impulse-2 tûra xwe ya cîhanê didomîne. Solar Impulse-2, ji Japonyayê heta Hawaî rêwîtiya xwe ya 5 rojan bi serketî temam kir.

Balafira ji aliyê pîlotên Swîsreyî Bertrand Piccard û André Borschberg hat pêşxistin rêwîtiya xwe ya etaba 7’emîn bi dawî dawî kir. Balafir bi 17 hezar pîlên rojê yên li ser hatine bicihkirin meha Gulanê ku gihişt Japonyayê ber bi Hawaî ya li Okyanûsa Pasîfîk e firiya.

Di encama rêwîtiya 4 roj û 21 saetan de balafira bi pîlên rojê ku gihişt Hawayî, 8 hezar û 200 kîlometre rê çû. Hat diyarkirin ku pîlotê balafirê dem dem radiza û di dema rêwîtiyê bi giştî 5 saetan razaye.