1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Balyozxaneya Îrane Dane Ber Keviran
Balyozxaneya Îrane Dane Ber Keviran,balyozxaneya,îrane,dane,ber,keviran

Balyozxaneya Îrane Dane Ber Keviran

A+ A-

Li bajêrê Hewlêrê bi boneya darvekirina ciwanê kurd Husên Xizrî li pêş konsolosa Îranê meşek hate lidarxistin. Di meşêde girsê konsolosa Îranê dan ber keviran.

Li bajarê Hewlêrê, Rêxistina Kurdosid Eli Mehmud, Fedarasyona Zindanên Siyasî yên Kurdistanê û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê dardakirina Husên Xidrî û kurdên din, meşek girseyî pêk anî. Meşê li ser cadeya sihmetrî, nêzî Gazinuya Enter despêkir heya ber derê Sefaretxaneya Îranê berdewam kir. Di meşê de duruşmêyên: "Bila Îran ji Kurdistanê derkeve", "Komara sêdare cîhê te li vî bajarêi tune ye" berz kirin. Welatiyan di 17'ê çile de çalakiyek pêk anîbûn û diyar kiribûn ku Îran dawî li darvekirnan nîne ew dê çalakiyên xwe bidomînin. Welatiyên li vir daxuyanî dan, piştî daxuyaniyê ji ber ku daxwazên wan pêk nehatin vê carê jî avahiya konsolosa Iranê ya li Hewlêrê dan ber keviran. Girseya li ber derê Balyozxaneya Îranê civîyan daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Rêxistina Kurdosid Eli mehmud, PÇDK, PDK- Iranê, Komeya Şorişgerên Kurdistan û gelek rêxistinên din ên siyasî, ciwanên welatparêzên Kurdistanê ve hate dayîn. Li ser navê PÇDK’ê Mam Hejar daxuyanî xand. Hejar, helweta Îranê bi zimanekî hişk rexne kir û xwest Îran dest ji darvekirina ciwan û siyastmedarên kurd berde. Hejar, anîziman ku Îran ji bona darvekirina Hûsên Xizirî ji daxwîniya Hoşiyar Zêbarî giritiye. Dîsan Hejar, bi zimanek hişk Zêbarî şermezar kir û xwest Hoşiyar zêbarî daxwaza lêbûrînê ji gelê kurd bike.

Kesên di 11’ê şibatê de tev lî merasîma komara Iranê bibe dê bê şermezarkirin

Endamê Rêxistina Kurdosid Eli Mehmud jî diyar kir ku di 11’ê Şibatê salvegera Komara Iranê ye û dê dîsa li ber konsolosa Îranê ya Hewlêrê çalakiya nerazîbûnê pêk bînin. Mehmûd, xwest kes beşdarî merasima komara îranê nebin û kesên beşdarî merasimê bibin jî dê bên şermezarkirin.

Konsolos dan ber kerivan

Komê, piştî daxuyaniyê bi qasî 15 deqîqeyan konsolosa Iranê dan ber keviran. Polîsên li derdorê mudaxeleya gel nekirin û gel jî konsolos da ber keviran. Piştî kevirbaranê konsolosê zirarek mezin dît. Girsê pişt re siloganên "Şehît namirin, Biji Kurdistan bimire dijminê gelê kurd", "Terorist Îran" qeriyan û belav bûn.

DÎHA (ar/ssq/at/mae)