1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Baroya Wanê dê dersa kurdî bide parêzeran
Baroya Wanê dê dersa kurdî bide parêzeran,baroya,wanê,dê,dersa,kurdî,bide,parêzeran

Baroya Wanê dê dersa kurdî bide parêzeran

A+ A-

Baroya Wanê ku di demên dawî de lez dan xebatên kurdî, piştî afîş û ajandayên bi kurdî û tirkî, dê perwerdehiya kurdî jî bide parêzeran.

Baroya Wanê, bi piştgiriya Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê dê perwerdehiya bi kurdî bide parêzeran. Serokê Baroya Wanê Orhan Hemetoglu, diyar kir ku parêzer eleqeyekî mezin nîşanî perwerdehiya kurdî didin û dê bi biryar xebatên xwe bidomînin. Hemetoglu anî ziman ku wan yekemîn di Hefteya Mafên Mirovan de afîşên bi kurdî û tirkî di bîllbordan da daliqandin û wiha got: "Piştî vê xebatê me ji bo hevalên xwe ajandayên bi kurdî û tirkî çapkirin. Niha wan bikartînin. Her dawî me bi dest qursa kurdî kir. Hevalên me eleqeyekî mezin nîşanî qursa me bi piştgiriya KURDÎ-DER'a Wanê daye destpêkirin didin." Hemetoglu, da zanîn ku piranîna welatiyên li bajarê bi kurdî diaxivin û wiha axivî: "Bi taybet di navbera parêzerên kurdî nedizanîn bêdadiyek hebû. Ji bo ku vê yekê ji holê rakin em ev xebat da destpêkirin."

Hemetoglu, destnîşan kir ku zimanê zikmakî mafê kesekî yên herî bingehîn e. Hemetoglu bilêv kir ku ew wekî Baroya Wanê dê ji bo makezagona nû komxebata makezagonê pêk bînin û wiha pê de çû: "Çareseriya pirsgirêk di makezagonekî nû re derbas dibe. Divê xebatekî hemû azadiyan, zimanê zikmakî û hemwelatiyê bê kirin. Dê komexebatekî me ya makezagonê hebe. Li vir ji bo ku astengên li pêşiya zimanê zikmakî bên rakirin dê xebatê bikin."

DÎHA (ft/mae)