1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Baydemîr: Bêtehamulî dibe sedema fikaran
Baydemîr: Bêtehamulî dibe sedema fikaran,baydemîr,bêtehamulî,dibe,sedema,fikaran

Baydemîr: Bêtehamulî dibe sedema fikaran

A+ A-

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr di hevdîtina bi Serokomar Gul re diyar kir ku her carê siyasetmedarên kurd ji bo çareseriyê vîna xwe aşkera dikin û wiha got: "Lazime biryara bêçalakitiyê baş bê nirxandin. Divê ji bo bêçalaktî berdewam bike dewlet gav biavêje. Derbarê mijarên perwerdehiya bi kurdî û xweseriya demokratîk de divê gav bên avêtin. Ev gav dê bingeha aştiyê xurt bike."

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr ku bi Serokomar Gul re ji çapemeniyê re girtî hevdîtin pêkanî, der barê xebatên şaredarî û pêvajoya siyasî de hin nirxandin kirin. Baydemîr, bi gotina "Hûn bi xêr hatin bajarê qedîm Amedê yê Mezopotamyaya xwedî dîroka 10 hezar salan" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku Amed di dema komarê ve navendeke çand û bazirganiya ya girîng bû. Baydemîr, destnîşan kir ku ji ber şerê 30 salên dawî nifûsa Amedê ji 375 hezarî derketiye milyoneke. Baydemîr, got ku li gel gelek pirsgirêkan wekî şaredarî gelek xizmetên girîng kirine û pirsgirêka bajar a binesaziyê çareser kirine. Baydemîr ji bo restorekirina bedenên Amedê ji Gul alîkarî xwest û wiha axivî: "Her wiha me ji bo 1'emîn Pêngava Projeya Geliyê Dîcleyê xebat da destpêkirin. Sulav Fîskaya jî dê wekî berê biherike. Em ji bo van projeyan dikarin bi hemû saziyên dewletê re xebatê bidin meşandin."

'Ji bo ku bêçalaktî bibe mayînde lazime gav bên avêtin'

Baydemîr, der barê nîqaşên têkildarî pirsgirêka kurd de jî nirxandin kirin û da zanîn ku pirsgirêka kurd, pirsgirêk Tirkiyeyê ya herî esasiye. Baydemîr, wiha dirêjî da gotinên xwe: "Êdî baş hatiye dîtin ku lazime ev pirsgirêk bê çareserkirin. Her wiha hate dîtin ku bi tedbîrên ewlehiyê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka makeqanûn û ya demokrasiyê ye. Çareseriya wê jî dê bi mekeqanûn, rêbazên zedêtirê xurtkirina rêveberiyên heremî bê pêkanîn. Hikûmet dikare bi Serokomar re bi avayekî hevpar ji bo çareseriyê zagonan derxe. "Lazime biryara bêçalakitiyê baş bê nirxandin. Divê ji bo bêçalaktî berdewam bike dewlet gav biavêje. Pêngavê der barê mijarên perwerdehiya bi kurdî û xweseriya demokratîk de bên avêtin ji bo çarseriyê dê gelek baş bin. Ev gav dê bingeha aştiyê xurt bike."

'Daxwaza raya giştî berdana siyasetmedarên kurd e'

Baydemîr, di berdewamê de kêfxweşiya xwe ya ji ber serdan Gul anî ziman û wiha pêde çû: "Pêwîste ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên erênî bên avêtin û hin jestên pêşçav bên nîşandan. Em bi xemgîni bilêv dikim ku heta niha bêçalaktî baş nehatiye nirxandin. Hêj zêdetirê 1800 siyasetmedarên kurd girtîne. Operasyonên siyasî û leşkerî didomin. Daxwaza raya giştî berdana siyasetmedarên kurd e." Baydemîr, der birî ku bêtehamuliya li hemberî kurdî û xweseriyê dibe sedema fikaran wiha domand: "Lazime em ji bîr nekin ku ancax dikarin bi muzakeriyan li hev bên. Aştî dê ancax wiha pêk bê. Mafê tu kesî tuneye çareseriya pirsgirêka kurd qurbanê hesabên hilbijartinê bike."

DÎHA (lg/mae)