1. Hemû Nûçe

  2. Xwarinxane

  3. Berxika Beroşa Bernixûn
Berxika Beroşa Bernixûn,berxika,beroşa,bernixûn

Berxika Beroşa Bernixûn

A+ A-

Malzeme:

500gr goştê pişta berxikê
2 Gîzêr
2 kartol
6 ta pîvaza hêşîn
8 Kixsê Bivazan (arpacık soğanı)
8 firingiyên çerî
4-5 pelê marulê
2 kevçî rûnê zeytê
çimek: Filfil (îsota reş)
xweyê
niv qedeh av
Çêkirin.
Goştê xwe têxin beroşek mezin, hinek xweyê bi ser bireşînin û 2 kevçî rûnê zeytê têxinê beroşek biçûktir bernixûn dayinin ser goşt û niv qedeh av bera dora wê bidin. Bila bi vî awayî seatekê goşt bi agirê gelek kê bikele. Piştî wê gizer û kartol û pivazê kixse bavêjinê bila ew jî 45 deqeyan bikelin. Herî dawiyê pîvazên hêşînê hûrkirî û firingiyên çerî tûmarî bavêjinê.5 Deqe berî ku hun daynin pelê marolê bidin ser û agirê wê bitefînin.
Nîşe: Li tiliyên xwe miqatebin, dibe ku hun tilêyê bi Xwarina Berxika Beroşa Bernixûn re bixun.
Noşîcan be.


Bêjeyên Miftehî