1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Besê Hozat: PKK êdî sîstemeke civakî ye
Besê Hozat: PKK êdî sîstemeke civakî ye,besê,hozat,pkk,êdî,sîstemeke,civakî,ye

Besê Hozat: PKK êdî sîstemeke civakî ye

A+ A-

ANF - BEHDÎNAN 25.11.2013 07:00:01 Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji komeke ciwanên Kurd û Tirkiyeyî pêk dihat û heta 1978'an weke 'Apoyî', 'UKO'yî', Rizgarîxwazên Neteweyî' dihatin naskirin, di 26-27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fîs ê Licê, li mala malbata Zogûrlû ya ji roja destpêkê ve piştgirî da tevgerê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî û bû partî.

Di ser wê kongreya ku 22 delege beşdar bûn de 35 sal bihurîn. Îro PKK veguherî tevgereke gel a ji mîlyonan, veguheriye vînekê ku Kurdan temsîl dike.

Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkoşîna 35 salan a PKK'ê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku kêm e di roja îro de PKK weke partiyeke raperînê were nirxandin û got, "Ji ber ku PKK'ê bi raperîna xwe ya 35 salan re paradîgmaya neteweyî ya demokratîk derxist holê. Sîstema konfederal a demokratîk a gelan afirand. Gelê Kurd li ser bingeha vîna xwe ya cewherî, sîstema xwe dihûne. PKK di rewşa heyî de ji tevgerbûyînê wêdetir veguheriye sîstemeke jiyana civakî."

Besê Hozat serketinên têkoşîna 35 salan a PKK'ê, guherîn û veguherîna di nava gelê Kurd de rê li ber vekiriye ji ANF'ê re vegot. PKK'ê di têkoşîna xwe ya 35 salan de çi bi ser xist? Di nava gelê Kurd de rê li ber kîjan guherîn û veguherînê vekir, hûn vê pêvajoyê çawa destnîşan dikin?

Eger gelek timî di bin komkujiyê de bê ragirtin, dê beşek girîng a civakîbûna xwe winda bike. Di nirxên wê bimehitin, parçe bibe û têkeve rewşeke welê ku ji siya xwe bitirse. Ji xwe komkujiya li gelê Kurd hat kirin, di ti serdemên dîrokê de nehatiye dîtin. Bersiva her livandinê qirkirina fîzîkî ya hovane bû. Ji vê jî girantir bê navber qirkirineke çandî ya giran li dij hat meşandin. Lewma em dikarin bêjin ku polîtîkayên herî tund ên asîmîlasyon û qirkirina çandî li dijî gelê Kurd hatine bikaranîn. Çand û zimanê xwe hatiye qedexekirin. Wekî din, li polîtîkaya koçberkirinê ya rêkûpêk rast hatiye. Bi polîtîkayên qirkirina aborî re hemû nirx û çavkaniyên xwe yên madî hatine talankirin. Gelo ji vê mezintir qkirin û zilm heye? Eger gelek timî di bin qirkirina fîzîkî, çandî, civakî û aborî de mabe, hingî dê pirsgirêkên cidî Yên hebûnê bijî, hebûna wê dê bibe mijara nîqaşê, azadiya xwe dê winda bike. Ji ber vê yekê polîtîkayên qirkirinê yên sed salan bûne pirsgirêka bingehîn a gelê Kurd a man û nemanê.

‘TÊKOŞÎNA 35 SALAN SERÎ HILDANA GELEKÎ YE’

Têkoşîna destanî ya 35 salan a PKK'ê ya bi lehengî û berxwedanên mezin dagirtî, têkoşîna azadî û hebûna gelê Kurd e. Şerê 35 salan, gelê hat qetilkirin, ser wê bi betonê hat nixumandin ji nû ve zindî kir. Şerê rabûna azadiyê ye. Têkoşîna PKK'ê ya 35 salan serhildana gelê ku rastî polîtîkayên tinekrinê, înkar û îmhayê hatiye. Ji ber vê yekê PKK bûye ziman, vîn û nasnameya azadiyê ya gelê Kurd, roleke bi vî rengî lîstiye. Ruh daye gelekî mirî û ew rakiriye şerê azadiyê. Ev pêşketin di encama berdêlên mezin de derketiye holê. Ji bo van pêşketinên şoreşgerî, xebat-têkoşîneke mezin a îdeolojîk, teorîk, siyasî, rêxistinî û leşkerî diviyabû. Di vê de ked û hewldana bê sînor a Rêber Apo, keda mezin a şehîdên me yên leheng roleke mezin lîstiye. Di nava vî 35 salên dawî de di nava şoreşê de bi dehan şoreş hatine jiyîn.

‘ŞOREŞA BINGEHÎN A PKK'Ê PÊK ANÎ ŞOREŞA ZÎHNİYETÊ YE’

Gelekî ku vîna wê hatiye şikandin, hatiye tirsandin, kolekirin û bi polîtîkayên hovane yên asîmîlasyonê re mejî û kesayetî hatiye pûçkirin, bêyî guhertina zîhniyetê û azadkirina zîhniyetê bi ti awayî nikare rabe ser piyan. Lewma, PKK'ê di nava gelê Kurd de rê li ber şoreşeke mezin a zîhniyetê vekiriye. Ji mejiyê gelê Kurd koledarî derxistiye û avêtiye. Tirs jê biriye. Di şûna tirs û koledariyê de zanyarî û baweriya azadiyê bicih kiriye. Şoreşa bingehîn a PKK'ê kiriye ev e. Ji vê mezintir şoreşeke din nîne. Şoreşa zîhniyetê şoreşa herî mezin e. Eger te azadî di mejiyê di zîhniyeta gelekî de bicih kiriye, ev tê wê wateyê ku te ew gel azad kiriye. PKK'ê ev bi ser xistiye. Zîhniyetê dîl hatiye girtin, azad kiriye.

DANASÎNA NÛ YA AZADIYÊ

PKK'ê di kesayetiya gelê Kurd de wateya rastîn daye azadiyê. Gotiye bêyî azadiya jinê gel jî azad nabe û têkoşîna azadiya jinê li navenda têkoşîna neteweyî bicih kiriye. Li bingha azadiya civakî azadiya jinê daye rûniştandin. Ev danasîn, naverok û kûrbûneke nû daye azadiyê. Nêrîna azadiya jinê li mejiyê gelê Kurd bicih kiriye û mora xwe avêtiye binê şoreşeke mezin a mirovahiyê. Yek ji şoreşên herî rast û mezin ev e. PKK'ê bi vê teorî û pratîkê re nînê di destpêka rê de pêkanîna şoreşê garantî kiriye. Li ser vê bingehê, bi hezaran jinên tovên hêviya azadiyê li wan da der derketin çiyê û bûn artêş. Jinên Kurd ên bûn artêş, li dijî sîstema mêtînger şerekî bi lehengî daye meşandin û destan nivîsandiye. Mejiyê ku digot şer karê mêrane, tarûmar kiriye. Şerê azadiyê yê jinên Kurd li çiyê dimeşîne, ne tenê li dijî artêşa Tirk a mêtînger e. Şerê bingehîn ê jinên Kurd dimeşîne, şerê li dijî zîhniyeta serdestiya mêr a pênc hezar salan û sîstema we ya zalîm û mêtînger e.

‘YÊN KU ŞOREŞA JINÊ PÊK BÎNIN, DI HEMAN DEMÊ DE ŞOREŞA GEL JÎ PÊKANÎNE’

Vî şerî rê li ber guherîn û veguherînên mezin ên civakî vekiriye. Di nava civakê de nêrîna klasîk a li jinê hilweşandiye. Derbeyeke mezin li nêrîna zayendperest a serdestiya mêr, xistiye. Çand û exlaqê paşverû yê xwe dispêre zayendperestiya civakî guhertiye. Jinên Kurd li her qada jiyanê xwe nîşan daye û bûye kirdeya jiyanê. Bi awayekî aktîf beşdarî siyaset û jiyana civakî bûye. Serkêşiya berxwedana civakî û serhildanan kiriye. Bûye nîşaneya berxwedan û têkoşîna azadiyê. Jina Kurd a azad bûye, tevîneke civakî ya civaka Kurd guherandiye, çanda feodal bi giranî guhertiye û bûye sekneke diyarker a demokratîkbûyînê. Ji pêşketina çand û exlaqa demokratîk re pêşengî kiriye. Çanda demokratîk di nava civaka Kurd de bicih kiriye. Di warê afirandina zanyarê azadiyê, ruhê bexwedanê û bicihkirina çanda demokratîk a gelê Kurd de rola esasî lîstiye. Ev yek şoreşeke jinê ya bêhempa ye. Yên ku şoreşa jinê bikin, tê wê wateyê ku şoreşa gel jî kirine. Gelê Kurd bi şoreşa jinê re şoreşa xwe pêk aniye. Bi vî rengî PKK di kesayetiya jiyna azadi de xwe gihandiye wateya rastî ya şoreşa gel. Bi jineke azadbûyî re gelekî azad afirandiye. Feraset û çanda eşîrî ya gelê Kurd hilweşadniye, zanyarî û çanda demokratîk a neteweyî derxistiye holê. Ev yek di heman demê de şoreşeke mirovahiyê ye.

Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku îro bi pêşengiya PKK'ê dimeşîne, bûye hêviya mezin a tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne, di demokratîkbûyîna herêmê de roleke kilît dileyze. Kurd bi modêla jiyana azad û sîstema xweseriya demokratîk re, bi avakirina sîstemeke konfederal a demokratîk derdikeve ser dika dîrokê.

OCALAN JI KESEKÎ VEGUHERIYE GELEKÎ

Di daxuyaniyên xwe de hûn dibêjin ku PKK tevgereke Rêberî ye. Ji damezrandina PKK'ê heta roja îro, hûn rola Rêbertiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa rave dikin?

Yê ku îdeolojiya PKK'ê afirand û PKK ava kir Rêber Apo ye. Rêber Apo, afirîner û hêza pêkanînê ya felsefeya jiyana azad û îdeolojiya PKK'ê ye. Di warê wergirtin û pêşvebirina nasnameya PKK'ê re Rêber Apo xwedî roleke stratejîk e. Lewma Rêber Apo rêberekî stratejîk e. Rêber Apo nirxên azadiyê yên gelê Kurd di kesayetiya xwe de civandiye. Bûye kesayetekî saziyî, ku bi van nirxand re bûye yek û temsîlkariya wan dike. Ji ber vê yekê ji kesayet wêdetir bûye gel û nasnayeke dîrokî qezenç kiriye. Sedema tevgerbûyîna rêberî ya PKK'ê jî ev e. Pêşketin, veguherîn û pêngavên stratejîk ên PKK'ê, timî li gel pêşveçûna Rêber Apo meşiyane. Kengî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kûr bû, PKK'ê jî di heman demê de guhertinên nû jiya, veguherîn derbas kir û pêngavên stratejîk pêk anî. Rastiya PKK'ê, bi afîneriya Rêber Apo û di kesayetiya xwe de azadkirina gelekî, derketiye holê.

Rêbertiya Rêber Apo naşibe rêbertiyên tên zanîn. Ew Rêberekî rast ê gel e. Rêberekî welê ye ku bi temamî xwe daye azadiya gelê Kurd, hilma xwe jî li gorî vê dide û distîne, hêvî û hesreta azadiyê ya hemû gelan û mirovahiyê di kesayetiya xwe de civandiye. Bi qasî rêbertiya xwe ya ji bo gel, bi nirxên afirandiye û bi projeyên çareseriyê yên pêşkêşî mirovahiyê kiriye re di heman demê de rêberê mirovahiyê ye. Wateya dîlbûyîna wî dîlbûyîna gelê Kurd, ji ber vê rastiyê ye. Rêber Apo rêberê ku gelê Kurd zindî kiriye, felsefe û îdeolojiya azadiyê afirandiye. Teorîsyenê şerê gel ê şoreşger e. Ji ber vê yekê gelê Kurd Rêber Apo weke vîna xwe ya siyasî dibîne û di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de Rêber Apo weke serkêşê muzakereyan qebûl dike. Lewma di kesayetiya Rêber Apo de li Îmraliyê gelê Kurd dîl hatiye girtin. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Bêyî azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêka Kurd ne gengaz e. Ev rewşeke tê fêmkirin e.

‘PKK TEVGEREKE KLASÎK A RAPERÎNÊ NÎNE’

PKK ku di dema avabûnê de xwe weke tevgerek rexnekirinê, partiyeke raperînê didît, di roja îro de xwe çawa binav dike û dibîne?

Bêguman PKK li dijî mêtîngerî, li dijî zilmê raperîn e, li dijî rastiya civak û mirovê mêtînger tevgereke rexnekirinê ye. Li naverastê gelekî welatê xwe hatiye dagir û talankirin heye. Ev her ji her şêweyên çeka parastina rewa bêpar hatiye hiştin, hemû mafên xwe ji dest hatiye girtin, ziman jî lê hatiye qedexekirin. Di rewş û asteke bi vî rengî de zehmete mirov ji wî gelî re bêje gel. PKK, li dijî rastiya koledarî û gel û civaka ku vîna wî şikestiye, bê guman ne tevgereke klasîk a raperînê ye. Bi bername, îdeolojî, felsefe û stratejiya xwe ya têkoşînê re tevgereke raperînê ya hemdem e. Xwedî rêberê stratejîk û taktîk e. Artêşeke xwe ya ji hezaran gerîlayan heye. Xwedî girseyeke rêxistinbûyî ya ji mîlyonan e. Tevgereke raperînê ya hemdem e ku xwedî wê hêzê ye hevsengiyan biguherîne.

Di çarçoveyan van pêşketinan de, eger ji bo PKK'ê bi tenê tevgereke raperînê were gotin, dê têrê neke. Ji ber ku PKK'ê bi raperîna xwe ya 35 salan re paradîgmaya neteweya demokratîk derxist holê. Sîstema konfederal a demokratîk a gelan afirand. Alternatîfa sîstema desthilatdar a dewletperest a pênc hezar salan, projeya sîstema gelan a demokratîk derxist holê û pêşengiya avakirina vê sîstemê dike. Şêweya jiyana wekhev, azad û demokratîk û rastiya sîstema ekolojîk a demokratîk a PKK'ê, yekane sîstema rizgariya gelan e. Gelê Kurd têkoşîna avakirina vê sîstemê dide û li gorî vîna xwe ya cewherî sîstema xwe dihûne. PKK di rewşa heyî de ji tevgerbûyînê wêdetir veguheriye sîstemeke jiyana civakî.

‘PKK TI CARÎ NEBÛ TEVGEREKE ETNÎKÎ’

Hûn we ne tenê weke tevgereke Kurd di heman demê de weke tevgera azadiyê bi nav dikin. Kurdistan erdnîgariyeke ku lê gelek cihêrengî bi hev dijîn e. PKK'ê ji bo gelan çi kir, çandeke çawa afirand?

PKK ti carî nebû tevgereke têkoşîna etnîkî dimeşîne. Gelekan hewl dan PKK'ê bi vî rengî bidin nîşandan, ev yek şaştiyeke gelekî mezin bû. Yên ku ev kirin dijminê PKK û gel bûn. Îdeolojiya PKK'ê azadî û wekhevîparêz e. PKK tevgereke demokratîk a sosyalîst e. Li dijî neteweperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestî ye. Ev îdeolojiyênhan faşîzm û mîlîtarîzmê dildiberînin, rê li ber nîjadperestiyê vedikin. Têkoşîna PKK'ê li dijî neteweperestî, zayendperestî û hemû îdeolojiyên yekperestiyê hatiye dayîn. Lewma PKK xwedî wê taybetmendiyê ye ku rêxistina têkoşînê ya gelên herêmê ye. PKK'ê ji bo azadiya gelên herêmê têkoşiyaye û nirxên mirovahiyê yên Rojhilata Navîn temsîl kiriye.

PKK şopdarê kevneşopiya hemdemiya demokratîk a Rojhilata Navîn û nûnerê wê yê hemdem e. PKK çavkaniya îdeolojî û felsefeya jiyana xwe ya azad ji rastiya civaka xwezayî ya Rojhilata Navîn digire. PKK xwe ji xwezahiya komunal, demokratîk, azadî û wekhevîparêz a civaka xwezayî xwedî dike, xwe dispêre vê kevneşopiyê û vê kevneşopiyê ji xwe re esas digire. Ji ber vê yekê, têkoşîna azadiya Kurd a 35 salan a PKK'ê daye meşandin, di demokratîkbûyîna herêmê, hilweşîna sîstemên faşîst, dîktator û netewe dewlet ên mêtînger de, roleke diyarker lîstiye. PKK di warê pêşketina dînamîkên navxweyî yên li herêmê de rola tevgera pêşeng lîstiye.

Ji ber vê yekê ez dixwazim careke din destnîşan bikim. Divê nêzîkatiyeke rast li pirsgirêka Kurd bê nîşandan. Pirsgirêka Kurd bi tena serê xwe ne pirsgirêka gelekî ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka mirovahiyê ye, pirsgirêka herêmê ye. Di vê rewşa heyî ya herêmê de rola pirsgirêka Kurd diyarker e. Bi derxistina pirsgirêka Kurd re li herêmê hemû nirxên mirovahiyê hatine binpêkirin.

Gelê Kurd weke yek ji gelên herî kevnare yên herêmê, di dîroka mirovahiyê de rastiya gelê ku civakîbûn bi pêş xist û nirxên mirovahiyê derxist holê, cih girt. Afirîner û Barkirê madî û manewî yê şaristaniya demokratîk e. Xwedî rastiyeke gel e ku nirxên mirovahiyê temsîl dike. Kurdistan bi nirxên xwe yên mirovahiyê yên madî û manewî re erdnîgariyeke ku nirxên mirovahiyê lê şîn bûye û li çar aliyên cîhanê belav bûye. Lewma ya ku li vê derê rastî mêtîngeriyê hatiye ne bi tenê geleke, gelên herêmê ye. Divê pirsgirêk bi vî rengî were dîtin. Ji ber vê yekê eger gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşîne, dê ev têkoşîn nebe tenê têkoşîna gelekî, dêbibe têkoşîna mirovahiyê. Lozan bi parçekirina Kurdisatnê re bi tenê Kurd nexist pêvajoya înkar û tinekirinê. Tevahiya gelên herêmê parçe kir û xist pêvajoya înkar û tinekirinê. Di rewşa heyî de gelên herêmê ev rastî fêm kiriye. Ev yek jî yek ji serketinên mezin ên PKK'ê ye.

PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 35 salan re piştevanî û yekitiya navbera gelan xurt kir. Feraseta têkoşîna hevpar afirand. Rê li ber hişmendiya demokrasî û azadiyê di nava gelan de vekir. Çanda jiyana komunal û demokratîk ji nû ve zindî kir. PKK'ê bingehên hurmetê yên jiyana bi hev re ya gelan danî, ev çanda xwe bi projeya neteweya demokratîk, bi sîstema xweseriya demokratîk û bi projeya sîstema konfederal a demokratîk veguherand sîstema civakî. Ji bo jiyana azad û wekhev a gelên herêmê modela sîstemeke alternatîf a nû derxist holê.

SIBÊ

- Di azadiya jinê de PKK'ê roleke çawa lîst? - Di nava PKK û têkoşîna azadiyê ya Jinê de cihê Sakîne Cansiz çiye? Ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Cotmehê, tevgera Kurd dê di dema pêş de têkoşîneke bi çi rengî bimeşîne? - Bandora sîstema azadiya jinê li PKK'ê, civata giştî ya dawî ya KJB'ê di têkoşîna azadiya jinê de asteke çawa ya biryardariyê derxist holê? - Di sala 35. de di KCK'ê de sîstemeke nû; sîstema hevserokatiyê. Hevserokatî bandoreke çawa li demokratîkbûyîna siyaset û civakê dike?