1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bi hezaran kes ber bi gorrên komî dimeşin
Bi hezaran kes ber bi gorrên komî dimeşin,bi,hezaran,kes,ber,bi,gorrên,komî,dimeşin

Bi hezaran kes ber bi gorrên komî dimeşin

A+ A-

BÊDLÎS - Bi hezaran kesên di pêşengiya MEYA-DER'ê de ji bo gorên komî lêkolînan bikin, ji Wan, Amed, Mûş, Êlih û Sêrtê ku li navçeya Motkiya Bedlîsê û gihiştin hev, ber bi qada sergo ya gorên tomerî ve dest bi meşê kirin.

Bi pêşengiya MEYA-DER'ê hezaran kes ji bo ku Motkiya Bedlîsê û têkildarî gorên komî / tomerî de lêkolînan bikin, ji Wan, Amed, Mûş, Êlih û Sêrtê ketibûn rê bi sedan wesayît li Bedlîsê haten cem hev û ber bi Motkiyê / Modanê ve bi rê ketin.

Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî ku li riya hewayî ji Enqereyê hatin Mûşê derbazî Bedlîsê bûn. Di nava wan de parlamenterên BDP'ê yên herêmê, Şaredar, rêxistinên BDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî bi sedan wesayîtan li Bedlîsê kom bûn û ber bi Motkiyê ve ketin rê. Bi hezaran kesên li navçeya Motkiyê gihiştin hev û ber bi sergoyê leşkeriyê ku gorên tomeri lê hebûn ve meşiyan.

Girseyê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanê Kurd HusênXizrî ku ji aliyê Îranê ve hate darvekirin, Vîyan Soran û wêneyên kesên bûn qurbanê kuştinên nediyar hatin rakirin. Girseyê, her wiha pankartên bi Kurdî û tirkî ""Bila komîsyona lêgerîna heqîqetê bê avakirin", "Qatil dê hesab bidin gel", "Em dayîk in gorên zarokê xwe dixwazin", "Bila gorên tomerî bên vekirin" vekirin û meşiyan. Di meşa ku dirûşmeyên der barê Ocalan de tên berzirkirin.

Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş Cîgira Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Endamê MYK'a BDP'ê Abdulkerim Bîngol, Parlementerên BDP'ê Sirri Sakik, Fatma Kûrtûlan, Ozdal Uçer û Nezîr Karabaş, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya Berdevkê KCD'ê Cemal Coşkun, rêveberên navendî yên ÎHD'ê, Hevserokê MEYADER'ê Alî Ozgen, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û civakî jî di navde bi hezaran kes meşiyan. Her wiha alên konfederalîzma demokratîk jî hatin vekirin. Di meşê de piranî jin amade bûn û tev li meşê bûn. Piştî girse gihişt cihê gorên domêrî, meşvanan berf ji ser sergo paqij kirin û dest bi kolandinê kirin. Li şûna gorên tomerî ÎHD, MEYADER û Dakiyên Aştiyê hevbeş daxuyanî xwend. Li bendêye ku hevserokên BDP'ê daxuyaniyê bidin.