1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bi hezaran kes ber bi Motkiyê ve birê ketin
Bi hezaran kes ber bi Motkiyê ve birê ketin,bi,hezaran,kes,ber,bi,motkiyê,ve,birê,ketin

Bi hezaran kes ber bi Motkiyê ve birê ketin

A+ A-

BEDLÎS - Di pêşengiya MEYA-DER'ê de ku dê biçin navçeya Motkiya Bedlîsê û têkildarî gorên tomerî de lêkolînan bikin, ji Wan, Amed, Mûş, Êlih û Sêrtê ketibûn rê bi sedan wesayîtan ji Bedlîsê ber bi Motkiyê ve bi rêketin.

Bi pêşengiya MEYA-DER'ê hezaran kes ji bo ku Motkiya Bedlîsê û têkildarî gorên tomerî de lêkolînan bikin, ji Wan, Amed, Mûş, Êlih û Sêrtê ketibûn rê bi sedan wesayît li Bedlîsê haten cem hev û ber bi Motkiyê ve bi rê ketin. Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî ku li riya hewayî ji Enqereyê hatin Mûşê derbazî Bedlîsê bûn. Di nava wan de parlamenterên BDP'ê yên herêmê, Şaredar, rêxistinên BDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî bi sedan wesayîtan li Bedlîsê kom bûn û ber bi Motkiyê ve ketin rê.

Di riyan de tebdîrên berfireh hatin girtin, lê balkêş bû ku li tu noqteyan lêgerîn pêk nehat.