1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Bi vegotina gerîlayekî 29 salan: Fermandar Egîd
Bi vegotina gerîlayekî 29 salan: Fermandar Egîd,bi,vegotina,gerîlayekî,29,salan,fermandar,egîd

Bi vegotina gerîlayekî 29 salan: Fermandar Egîd

A+ A-

Demhat TOLHILDAN - Bahoz DENÎZ Gerîla Gurcan 29 sal in li çiyayên Kurdistanê gerîlatî dike û bi fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) re jî gerîlatî kiriye ji bo fermandar Egîd wiha dibêje: “Bi şervanan re şervan, bi fermandaran re fermandar bû. Bi xebat û keda xwe, xwe dabû hezkirin.”

Fermandarê efsane Egîd (Mahsun Korkmaz) bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an û çalakiyên Şemzînan û Dihê bingeha gerîlatiya Kurdistanê ava kir.

Fermandar Egîd her tim li ser tarzê şer ê gerîla û taktîkan lêkolîn dikir û ew tarz û lêkolînên ku hatine kirin niha ji gerîlayên çiyayên Kurdistan, Tirkiye, Derya Reş û Derya Spî re bûye bingehek. Fermandar Egîd di 28’ê adara 1986’an de li çiyayê Gabarê di encama kemîna leşkerên artêşa tirk de şehîd ket.

Dewleta tirk her dizanî dê piştî şehadeta wî gerîlatî bi dawî bibe, lê fermandar Egîd li pişt xwe mîrateya gerîlatiyê hişt.

Gerîla Gurcan ango Abdullah Bayik di sala 1970’î de li gunda Deştê Lala ya Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1984’an de tevlî refên gerîla bû. Dema tevli refên gerîla bû Egîd nas kir. Gerîla Gurcan diyar kir ku, gerîlatî û partî ji Egîd hîn bû. Gerîla Gurcan dema pevçûna ku Egîd jiyana xwe ji dest da ligel wî bû.

Gerîla Gurcan anî ziman ku yekem car di sala 1985’an de li gundê Xalîlaya Berwariya Sêrtê dîtiye û ev tişt anî ziman: “Em çûn Girê Pîro me li wir wî dît. Ew wekî kom li wir diman û em jî çûbûn ligel wan. Min heta wê demê nedîtibû lê hevalan gelekî behsa heval Egîd dikirin. Tu caran ji bîra min naçe. Pir bi xwe bawer bû. Porên wî dirêj bû. Piştre ez hînbûm ku em ji bo civînê çûbûn wir. Ligel heval Egîd hevalên wekî; Selîm Hoca, heval Rojhat, Ehmed Rapo, heval Resul hebûn. Di koma me de jî Mustafa Yondem (Erdal), Xilxile Kemal hebûn. Çeka M-16 ya heval Egîd pir bala min kişand. Pir bandor li ser mirov dikir. Mirovekî pir xwezayî bû. Axaftinên wî bêhtir li ser şerê gerîla, şêwe û taktîkên gerîla bû. Dema gerîla biçe kişfê divê çawa baldar be, kengî têkeve pevçûnan her tim difikirî. Dema kişandina cixare û vexwarina çay jî behsa taktîkên gerîla dikir. Der barê gel û partiyê nirxandin dikir. Hemû tiştên xwe bi hevalan re parve dikir. Jiyana PKK’ê û gerîla esas digirt. Herî zêde behsa Serokatî dikir. Behsa tarz û perwerdehiyan dikir û dixwest hînî hevalan bike. Di mêjî û ruhê heval Egîd de Serokatî, Mazlum Dogan û Kemal Pîr hebûn. Di cîhana wî de Serokatî û ev her du heval hebûn. Pir di bandora wan de ma bû û ji xwe re mînak digirt. Dixwest em tarzê jiyana Serokatî esas bigirin û li gorî wê bijîn. Dixwest derdor jî li gorî vê yekê bijîn.”

Gerîla Gurcan diyar kir ku, fermandar Egîd bi fermandariya xwe her tim dibû mînak û wiha got: “Ji HRK’ê bigirin heta ARGK’ê sekneke fermandaran a bi mînak nîşan da. Ji tevlibûnê heta şehîdketinê her tim bû mînak. Heval Egîd mirovekî bir bi plan bû, li gorî saetê tevdigeriya. Me wê demê tam fêm nedikir. Hem derfet kêmbûn hem jî şert û merc giran bûn. Çek, pere, têkilî tune bûn. Ji bo pêlavekî bikirî, arvan bikirî, çek bibînî divê tu qereqolekî ji holê rakî. Heval Egîd bi xebat, keda xwe hat nasîn. Hem di nav hevalan de hem jî di nav gel de hat nasîn. Navê xwe di dîrokê de nivîsand. Her tim wiha digot: Em ê Gabar, Besta, Oremarê bikin qadên azad. Digot ger em van qadan bi dest bixin em ê doçkayên xwe li ser gir bi cih bikin, li gundan jî jeneratoran bi cih bikin. Me ev gotin wekî xeyal didît. Bi rastî jî tu derfet tune bûn. Tu kesî em nasnedikirin, lê heval Egîd behsa tiştên wiha dikir. Digot hejmara me dê derkevin bi hezaran û em ê cihên stratejîk bi dest bixin. Heval Egîd wê demê asta gerîla ya ku îro gihîştiyê wê demê ji me re vedigot. Hevalekî pir bi moral bû.”

Gerîla Gurcan destnîşan kir ku fermandar Egîd ligel şervanan wekî şervanan bû û ligel fermandaran wekî fermandar bû û wiha berdewam kir: “Heta ku heval Egîd şehîd ket jî me nizanibû hevalekî navenda PKK’ê ye. Heval Harun, (Şehmuz Yîgît), Cafer Serhat, Xilxile Kemal, Mahîr û Kemalê propagandayî hebû. Ger te dinêrî heval Egîd bûye fermandar, ger te dinêrî bûye kurye, ger te dinêrî bûye pêşeng, ger te dinêrî derketiye kişfê, bûye nobedar. Her tim xwe diçû kişfa çalakiyan û li ser çalakiyan radiwestiya. Di taktîk û tarzan de bûbû pispor. Her tim dema herî lawaz a dijmin dişopand. Serê sibê, an êvarê, her tim dişopand. Her tim dikeve nav lêgerîna gelo em ê çawa derban li dijmin bixin. Dema aliyê lawaz ê dijmin bidîta derb lêdixist. Yanê hemû aliyên şer hesab dikir. Ez çiqas jî behs bikim ez nikarim aliyê wî fermandariyê vebêjim. Dema şehîd neketibû leşkerên dijmin nikaribûn bihatana Besta, Cudî, Oremar û Gabarê. Wê demê leşker nikaribûn şev bihatana Gabarê. Ji tirsa heval Egîd nikaribûn şev derkevin derve. Heval Egîd tirseke mezin di dilê wan de afirandibû. Piştî ku heval Egîd şehîd ket leşkerên dijmin şev jî dihatin Dihê, Gabar, Qilaban û Botanê.”

Gerîla Gurcan anî ziman ku, ew û fermandar Egîd bi hev re çûn hin çalakiyan û wiha domand: “Di hemû çalakiyan de bi taybet jî girîngî dida taktîk û plansaziyê. Mînak di 21’ê adara 1986’an de çalakiya Findê hebû. Heval Egîd gotibû em ê di saet 5’ê sibê de çalakiyê pêk bînin. Ji me re pir balkêş hatibû. Ji ber ku me digot em tenê dikarin şev çalakiyan pêk bînin. Nava rojê jî tenê operasyon û pevçûnan kemînan hebûn. Got em ê 5’ê sibehê çalakî pêk bînin û me di Newrozê de çalakî pêk anî. Me ew çalakî jî ji bo bîranîna Mazlûm Dogan û Kemal Pîr pêk anî. Di wê çalakiyê de min di koma heval Egîd de cih digirt. Berpirsyarê koma din jî heval Harun bû. Fermandarê giştî yê çalakiyê jî heval Egîd bû. Em li jor bûn, leşker jî li jêr diman. Heval Egîd got berê em keviran ji ser wan de bişînin, piştre çekan bi kar bînin. Çalakî wisa jî pêk hat. Di çalakiyê de 8 leşker mirin û gelek leşker jî birînadar bûn. Gelek çek û amûrên leşkerî bi dest xist.”

Gerîla Gurcan wiha behsa bîranîn xwe yên bi fermandar Egîd re kir: “Di 1’ê adarê de heval Egîd bangî min kir û ez şandim peywirekê. Xwest li aliyê Besekê komek heval bînim. Ji min re got tu rê nas dikî an nas nakî. Min jî got ez nas dikim. Pirsgirêka min a naskirina erazî û gel tune bû. Temenê min biçûk bû. Hevalên din rê nizanibûn. Ji ber ku kesek tune bû mecbur em çûn. Em çûn di rê de pevçûn derket. Heval Egîd wan jî ketin pevçûnê. Dema em çûn ligel heval Egîd ji me re got bîra min çûye ez ji we re bibêjim di 1’ê adarê de operasyon heye. Ji ber ku her sal di 1’ê adarê de operasyon dihatin lidarxistin. Ew ji bo me bûbû tecrube. Her tim bi hatina biharê re dijmin dixwest derbê li me bixe. Dijmin hê jî heman taktîkan dimeşîne. Beriya ku çiloyên daran vekin operasyonan li dar dixin. Piştî vê pevwirê heval Egîd em rexnekirin. Ji ber ku em yên derketibûn operasyonê re ketibûn pevçûnê. Me her yekî ji 20’î zêdetir gule avêtibû. Heval Egîd ji me pirsî, we çend leşker kuştine û çend çek rakirine. Me şehîd neda, birîndarên me jî tune bûn, em gihîştin hevalan lê ji me re got divê guleyên we vala neçin. Digot divê her guleyekî we leşkerekî dijminbikuje.”

Gerîla Gurcan da zanîn ku ji fermandar Egîd diyariya herî mezin bîranînên wî mane û şehîdketina Egîd di radyoyê de hîn bûne û şehadeta Egît bandoreke mezin li wan kiriye. Gerîla Gurcan wiha axivî: “Piştî şehadeta heval Egît PKK û HRK’ê xwe ji nû ve li ber çavan derbas kir. Di me de hestên tolhildanê pêşket. Jixwe piştî şehadeta heval Egît partiyê ARGK ava kir. Di vir de keda Rêber Apo pir e. Bi keda Rêber Apo HRK û ARGK pêşket.”

Gurcan anî ziman ku divê ruhê fedayî yê Egîd û gerîlayan ji nifşên nû re bên parvekirin