1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. ´Bila kurd ji bo Rojava seferber bibin´
´Bila kurd ji bo Rojava seferber bibin´,bila,kurd,ji,bo,rojava,seferber,bibin

´Bila kurd ji bo Rojava seferber bibin´

Kartal: Divê hemû gelê me ji bo Rojava seferber bibe

A+ A-

Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal bal kişand ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û got: “. Ji ber hêzdayina şoreşa demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û pêwazîkirina pêwistiyên gel ji kampanyayekê wêdetir pêwistî bi seferberiyekê heye.” Derbarê bûyera Parîsê de Kartal got: “Dewleta Fransayê gelek tiştan aliyê Kurd wê parve nake”

Rewşa civakî û aborî ya Rojavayê Kurdistanê ji ber ambargoyan gelekî xirab e. Li aliyê din deriyê sînor ê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê vebû. Ji bo alîkarî û piştgiriya şoreşa demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal banga alîkariyê kir. Kartal got: “Hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, rexistinên siyasî, rewşenbîr û çapemenî jî di nav de pêwîstê herkes û her derdor xwe berpirsiyar bibîne.”

Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bersiv da pirsên ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Erdem Înal, têkîldarî tevkujiya Parîsê jî helwesta dewleta Fransayê rexne kir û got: “Dewleta Fransayê gelek tiştan aliyê Kurd wê parve nake. Em hêvîdar in ev kesê ku niha navê wî derbas dibe bi kê re têkildar e, bi fermana kê ev tevkjî pêk aniye û di pişt perdeyê de kî heye were ronîkirin.”

LI SÛRIYEYÊ NEÇAR IN NASNAMEYA KURDAN NAS BIKIN

Li gor nerîna we AKP di polîtîkaya derve û bi taybetî di polîtîkaya Sûriyeyê de gihişte hedefên ku beriya salekê dabûn ber xwe? Rewşa Kurdan a li Rojava çiqasî bandorê li ser pêvajoyê dike?

Siyaseta AKP’ê ya derbarê pirsgirêka Kurd de û tevahiya Rojhilat Navîn de xitimî ye. AKP di polîtîkayên derbarê Rojavayê Kurdsitanê û Bakurê Kurdistanê de bi ser neket. Di çerçoveya hewldanên xwe yên Rojhilata Navîn de û bi taybetî di siyaseta derbarê Sûriyeyê de jî têk çû. Ew siyaseta AKP’ê ya ji bo astengkirina statû û îradeya gelê Kurd dixwaze DYA, Ewropa, NATO û gelek hêzên din beşdar bike ne li Bakûr ne jî li Rojava tu encamê bi xwe re nayînê û ne mimkun e bi ser bikeve. Lê belê rengê pêvajoyê ji niha û pêde jî hinkî giredayî pevajoya Îmraliyê ye. Eger di vê pevajoya hevdîtinên bi Rêber Apo re de dewlet cidî bê wê pêşketinêk cidî çebibê û wê tesîre xwe li ser Rojava jî çêbike. Lê di her şert û mercî de li Rojavayê Kurdistanê yên di çeçoveya avakirina Xweseriya Demokratîk de û ber bi statubûnê ve wê berdewam bike. Ji niha de sîstema ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Hebûnên heyî yên li Sûriyeyê neçarin hebûna Kurdan qebûl bikin. Rejîma Beşar Esad jî ji niha û pêde neçare hebûna Kurdan qebûl bike. Her wiha ger ku rejîm têk biçe jî yên bixwazin vî welatî bi rêve bibe neçare nasnameya Kurdan nas bike, mafên wan ên civakî qebûl bike û statuya wan li ber çavan bigire. Yanî paşeroja Sûriyeyê bi çi rengî dibe bila be Kurd di nava rêveberî û meşandina welêt de bi statuya xwe, bi nasnameya xwe neçar wê cih bigirin. Bêgûman çawa ku Rojava ji parçeyên din yên Kurdistanê bandor dibe, statubûna wê di heman demê de wê bandorekê li parçeyên din yên Kurdistanê jî bike.

DIVÊ HEMÛ KURD XWE JI BO ROJAVA BERPIRS BIBÎNIN

Ji bo alîkarî û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê tiştê werin kirin çi ne?

Hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê Kurd, rexistinên siyasî, rexistinên medenî, rewşenbîr, çapemenî bi kurtasî herkes li hemberî gelê Rojava pêwîst xwe berpirs bibîne. Bi xwedîderketinekê hemû beşên jiyanê de aliyê aborî, bi aliyê dîplomasiyê, bi aliyê pîsîkolojîk, maddî-manewî û aliyê ragihandin, yanî di hemû beşên jiyanê de Kurd li kû derê bin pêwîst e xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê berpirsiyar bibînin. Mînak divê li derveyî welat bi avayekê cîhe li her cihê ku Kurd lê dimînin, bi sazî û bi gel ji bo alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê werin meşandin, yên heyî werin xurtkirin. Alîkariya parçeyên din ên Kurdistanê gelekî girîng e, lê belê divê were zanîn ku hewldan û tevgera Kurdên li derveyî welêt jî gelekî girîng û watedar e. Bi taybetî di aliyê aborî de û idamekirina xwarin û pêwistiyên lezgîn de gelê Rojavayê Kurdistanê gelekî di nava zehmetiyan de ye. Ji ber hêzdayina şoreşa demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û pêşwazîkirina pêwistiyên gel ji kampanyayekê wêdetir pêwistî bi seferberiyekê heye.

Her wiha ji aliyê siyasî û ji aliyê diplomasiyê ve jî divê xwedîderketineke xurt a gelê Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna tê meşandin hebe. Li Awusturalya, Kanada, Qafkasya, Sovyetê, heta bi tevahiya Ewropayê li her cihê ku Kurd lê hene gerek hewldanên alîkariyê, xebatên lobî û dîplomasiyê di asta herî jor de werin meşandin.

Pêwiste Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên sereke yên Kurd çi bikin?

Bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê gelê mê yên Bakûrê Kurdistanê di wî warê de alikariya maddî û pêwazîkirina pêwistiyên gel ên lezgîn de gereke di nava tegereke xurt de bin. Tevî vê yekê jî bi tevgera xwe ya gelemperî, siyasî û girseyî pêwiste hewldanên dewleta Tirk ên dixwaze îradeya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bişkîne vala derxin. Şoreşa demokratîk a li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê Kurd dimeşînin parçeyekî bingehîn ê şoreşa tevahiya gelê Kurd e. Serkeftin û statubûna were bidestxistin jî ji bo tevahiya Kurdan e. Lewra ne tenê xabatên alîkariya aborî, di her qada jiyanê de ji aliyê moral, ji aliyê siyasî û ji aliyê civakî ve divê piştrgirî û hêzdayina rojava hebe. Di vî warî de banga me ji bo herkesî ewe ku li wezîfe û berpirsiyariyên xwe yên li pêşberî têkoşîna gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne bicîh bînin. Bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê ku di encama têkoşîna tevahiya Kurdan de îro xwedî statû û derfet e dikare roleke girîng bileyize. Bi derengî jî be vekirina deriyê sînor û şandina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê girîng û em vê pêgavê pîroz dikin. Ev biryar hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê siyasî û moralê ve wê hêzê bide Rojavayê Kurdistanê. Hêviya me ew e ku biryara vekirina deriyê sînor destpêka piştgirî û alîkariya di asta seferberiyê ya Rojavayê Kurdistanê de be.

Di vê pêvajoya girîng a Kurd çarenûsa xwe diyar dikin de pêwiste hêzên Rojavayê Kurdistanê xwedî helwesteke çawa bin?

Hemû partiyên siyasî, rexistinên siyasî, çapemeniya Kurd, rexistinên medenî, rewşenbîr û kesayetên Kurd yekîtiyeke bêqisûr biafirînin. Her wiha bi piştgiriya parçeyên Kurdistanê û derweyî welat ev yekîtî divê were misoger kirin. Tenê bi yekîtiyeke wisa zexm Kurd dikarin bi ser bikevin û bibin xwedî mafên ku dehên salan hatine xesp kirin. Tê zanîn ku erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê mîna ya parçeyên din bi hêz nîne. Şert û mercên Rojava li ber çavan e. Lê belê heger li Rojavayê Kurdistanê yekîtiya hatiye avakirin berfireh û bihêztir bibe derfet û hêza hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî dikare ji bo vî parçeyî sefer ber bibe. Di rewşa ku li tevahiya parçeyan hêna polîtîkayên înkarê û gef-tehdîtên ji holê rakirina îradeya Kurdan wek polîtîka û konsept tên meşandin de xwedîderketina li têkoşîna Rojavayê Kurdistanê erkeke netewî ye.

Dema em li helwesta dewleta Tirk û dijiminên din ên gelê Kurd mêze dikin em dibînin ku diserî de xerakirina yekîtiya Kurdan ji xwe re dikin hedef. Wê demê tiştê ku em jî tê de israr bikin bêgûman yekîtî ye.

EM AGAHÎ YEKSER JI SAZIYÊN FRANSÎ DIGIRIN

Mijareke din a girîng a ji bo Kurdan jî tevkujiya Parîsê bû. Helwesta Fransayê û daxuyaniya dozger a derbarê qetilkirina jiyên siyasetmedar ên Kurd de hûn çawa dinirxînin? Ji bilî tiştên ji raya giştî re hatin aşekere kirin peşketinekê nû heye gelo?

Niha ji daxuyaniya wan ew kesê ku hatiye girtin guman li ser heye. Weke gotina dewleta Fransayê dibêjin gumanên mê li ser wî heye. Le belê derweyî wê bi me re tu tişt parve nakin. Yekser em ji berpirsiyariyên saziyên Fransayê, federasyon, komeleyên wê û ji çapemeniya Kurdan agahî digirin. Heta niha dewleta Frasayê tiştekî bi aliyê Kurd rê parve nake. Hêviya me ew e ku Fransa mijarê neveşêre. Bûyer bi destê kê, bi fermana kê û bi desteka kê pêk hatiye were ronîkirin. Yanî bi giştî em li bendê ne ku Fransa piştperdeya vê bûyerê bi tevahî aşkere bike.

DIVÊ WELATÊN EWROPA BERPIRSYARTIYÊN XWE BÎNIN CIH

Tehdîdên AKP’ê yên ‘li Almanyayê jî tiştê wisa wê pêk werin’ tên çi wateyê?

Ew gotina Mehmet Alî Şahîn tê wateyê ku ew ji tevkujiya Parîsê agahdar bûn û weke konsept ev cînayet dane ber xwe. Bi taybetî adresê jî nîşan didin û dibejine dewleta Almanya: ‘Me dixwest ku van kesan radestî me bikin, lê nekirin, lê belê dawî wiha bû‘. Dibejin dive ku wan radestî mê bikin heger neyên radest kirin wê werin kuştin. Bi wê yekê tehtîd dikin. Ew gotina wan jî îsbat dike ku ew hikûmeta AKP plan û bernameyên li ser saziyên Kurda, li ser rêveberên tevgera azadiyê yên li Avrupa dimeşîne. Ji ber wê yekê jî saziya Kurdan di aliyê kar û xebatên dîplomasiyê de li ser vê mijarê wê bisekinin. Di serî de Almanya divê dewletên Ewropayê li dijî van tehdîtan bikevin tevgerê û berpirsiyariya xwe bicîh bînin.

Mîna aliyê Kurd dibêje gelo ev êrîş û tevkujî tev di çerçoveya ‘projeya Entegrasyonê’ ya AKP’ê de tên meşandin?

Bi vê konsepta ku heta niha derxistine hewl didin gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi awayekî li sîstema xwe û siyaseta xwe entegre bikin. Bi awayê kî tasfiyêkirinê. Ew konsepta entegrasyonê xizmeta diyalog û aştiyê nakê. Be guman di ve çarçoveye de gelê Kurd, Tevgera Azadiyê, raya giştî a Kurd û çapameniya Kurd hişyarin. Hikûmet bi hewl dide bi projeya entegrasyonê, wext bidest bixe û pevajoyê li gor armanca xwe bi kar bînê. Lê belê pêvajoyên borî nîşan da ku ev nêzîkatî pirsgirêkê kurrtir dike. Divê AKP dev ji wan nezîkatiyan berde. Em wek Tevgera Azadiyê ji bo pêvajoya diyalog û çareseriyê bipêş bikeve em amade ne hemû berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. Em di wî warî de ciddî nê. Beriya her tiştî divê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê divê di nêzîkatiya Îmraliyê de cidî bin.

HEVDÎTINÊN LI ÎMRALIYÊ

Ji aliyekî ve qala diyalog û hevdîtinên li Îmraliyê tê kirin, li aliyê din operasyon, tehdît û êrîşên AKP’ê berdewam in. Ev nakokî çawa dikare were nirxandin?

Ji bo aştiyê pevajoyêkê diyalog û muzakerê û ew siyaseta devleta Tirk ku heta niha meşandiyê bi wî rengî li hev nakê. Yanî aliyekî diyalog û muzakere li aliyêdin jî operasyon, siyaseta dewleta Tirk ya kevne û îro jî ev siyaset tê meşandin. Lê belê ev siyaseta devleta Tirk di peşiya pevajoya aştî û diyalogê de astenga herî mezin e. Heger bi wî rengî bibe pêşketin nabe. Weke tê zanîn Rêber Apo li Îmralî goti bû; ‘Heger operasyon bi wî awayî bên meşandin ne pêwîstê ku em diyalog û muzakereyêk bi wî rengî bidin destpêkirin’. Ji ber Tevgera Azadiyê, Rêveberiya KCK’ê gelek caran diyar kirin ku pêwîste hikumet dev ji wê siyasetê berde. Ew operasyonên ku tên meşandin îspat dikin ku hikûmet dixwazê wê pevajoyê wêk berê derbas bike û pevajoyê Osloyê ji bo xwe bi kar bine. Lê belê ev pevajo ne mikûne ku bi rengî pêş bikevê. Bi wê rengî hem Reber Apo qabul nakê û hem jî gel qabul nake. Em bang dikin ku pewîstê ku hikûmet ciddî bibe, operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bikê û girtîyê ku di bin navê KCK’ê de avêtine zîndanan dive werin berdan û bi gavên berbiçav baweriyê bidin gel.