1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin
Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin,bila,saziya,zimanê,kurdî,bê,damezirandin

Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin

A+ A-

Encamnameya Komxebata Standartkirina Têgehên Îdarî yên bi Kurdî, ku bi pêşengiya TZPKurdî hatibû lidarxistin û 4 rojan dewam kir, hate aşkerakirin. Di encamên komxebata ku bi tevlibûna gelek nivîskar, zimanzan û rewşenbîran hate lidarxistin, bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin. Komxebata ku di çarçovaya kampanyaya KCD'ê ya "Jiyana duzimaniyê" hatiye lidarxistin de hate xwestin ku Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin.

Komxebata ku bi tevlibûna Serokê Ensîtûtiya Kurdî ya Stenbolê û Zimanzan Samî Tan, Zimanzan Zana Farqînî, Nivîskar Feratê Dengîzî, Nivîskar Dîlawer Zeraq, Nivîskar Servet Denîz, nivîskar Mehmûd Neşîte ku xebatên xwe bi zazakî dimeşîne û Nivîskar Sabahattîn Gultekin hatiye lidarxistin de li ser hemû beşên îdareya şaredariyan, li ser têgihên muzîk, sînema, wênesazî û govendê xebateke gelek xurt hate kirin. Her wiha di komxebatê de wek rêbaz; peyîtandin, hilbijartin û dariştina peyvan, hem li ser çawaniya peyvan û taybetiya wan, hem jî li ser wateya wan a li beşên din ên Kurdistanê hate sekinandin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku peyvên ku di zaravayên din yên kurdî de têne bikaranîn jî wek dewlemendiya zimanê kurdî hatine hesibandin û ew wek bingeh hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê xebatê de ji ber kêmbûna demê û ji ber leza pêvajoyê dibe ku di peytandina (tespîtkirina) term û têgihên kurdî de hinek kêmasî jî çêbûbin, lê tevî her tiştî beşdaran ev xebat wek xebateke dîrokî hesibandiye. Di encamnayê de banga xwedîlêderkitine kurdî hate kirin û ev tişt hatin gotin: "Koma xebatê hêvî û daxwaz dike ku gelê kurd, hemû sazî, dezgeh û çapemenîyên van peyvên ku hatine danîn bikarbînin û ji bo belavkirina van têgahan jî bikevin nava tevgerê."

Her wiha di daxuyaniyê de bang hate kirin ku Saziyek Ziman ku bikaribe nûneriya hemû parçeyên Kurdistanê bike, bê damezirandin.

DÎHA (lg/mae)