1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Binpêkirinên mafên mirovan a 2010'an
Binpêkirinên mafên mirovan a 2010'an,binpêkirinên,mafên,mirovan,a,an

Binpêkirinên mafên mirovan a 2010'an

A+ A-

Li Tirkiyeyê di sala 2010'an de pirsgirêk wekî her qadê, di qada binpêkirina mafên mirovan de jî didomin. Di sala 2010'an de di serî de mafê jiyanê, mafên rêxistinbûyînê, mafên xwepêşandan û meşê û azadiya ramanê binpêkirin pêk hatin.

Li Tirkiyeyê di sala 2010'an de jî binpêkirinên mafên mirovan bê navber berdewam kir. Di 2010'an de tofana binçavkirin, girtin û li girtîgehan, xwepêşandan û civîn û mafê jiyanê hate binpêkirin. Di sala 2010'an de bi hinceta 'Hişyariya Rawestanê' 28 kes hatin kuştin, 9 kes di kuştinên kiryarên wan nediyar de jiyana xwe ji dest dan. Ji rojnamevanan re cezayê ku bigihije 166 salan ceza hate birîn. Pevçûnên ji ber ne çareserkirina pirsgirêka kurd domandin.

Vaye bîlançoya binpikirên mafên mirova a 2010'an a li Tirkiyeyê :

*Di sala 2010'an de ji ber tundiya hêzên ewlehiyê (cenderme-polîs û hwd) kuştin dom kirin. Heta 1'ê berfanbara 2010'an di girtîgehan de 32 kesî jiyana xwe ji dest da. Bi hinceta 'Hişyariya Rawestanê' 28 kesî jiyana xwe ji dest da.

*9 kuştinên kiryarên wan nediyar pêkhat. Ji ber teqîna mayinan 6 kesan û ji ber operasyonên leşkerî jî 281 kesan jiyana xwe ji dest dan.

*Li hemberî mafê civîn û xwepêşandanê mudaxeleyên cidî hatin kirin. Di encama van mudaxaleyan de 2 kesî jiyana xwe ji dest da, 143 kes hatin birîndarkirin. Hezar û 716 kes hatin binçavkirin û 152 kes jî hatin girtin.

*Ji ber tofana girtinê hejmara girtiyan zêdebûn. Heta 30'ê sermawezê hejmara girtiyan gihişt 121 hezar û 98 kesan. Ji van 35 hezar û 732 kes girtî, 21 hezar û 439 kes bi girtiyên hikumxwar, 63 hezar û 927 jî hikumxar hene. Hejmara girtiyên zarok jî 2 hezar û 146'in.

*Di girtîgehan de 95 girtiyên nexweşên giran hene û li benda berdanê ne. Dîsa di girtîgehan de 103 kes rastî îşkence û pêkanînên xerab hatine.

*Bi sedema binpêkirinên azadiya rêxistinbûyînê 116 kes hatin binçavkirin.

*Binpêkirinên li ser azadiya çapemeniyê domandin. Heta niha 39 rojnamevan hatine girtin. Weşana 12 kovar û rojnameyan hatiye sekinandin. Di çerçoveya azadiya ramanê de di 2010'an de der barê 790 kesan de li gel cezayê pereyan hezar û 485 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Ji Midurê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat Vedat Kurşun re 166 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

*Der barê parlamenterên BDP'î de 554 fezleke hatin amedekirin û 2 hezar û 333 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

*Di nava leşkeriyê de 23 mirinên bi guman pêkhatin. Balkêşe ku leşkerên mirîn herî zêde yên kurd in.

Kronolojiya binpêkirinên hatine jiyîn

*3'ê Rêbendanê: Komeke endamên Eniya Gel a li Deriyê Edîrneyê ku ji bo hewildana lîncê li Edîrneyê pêk hatibû şermezar bikin çûbûn Edîrneyê rastî lîncê hatibûn. Li bajêr fesadiya, "PKK'yî hatine bajêr" belav bû koma ku ji 50 kesî pêk diha rastî lînca komeke ku ji 300 kesî ve pêk dihat. Koma ji Stenbolê çû Edîrneyê li daketina Edîrneyê jî hatibûn sekinandin rastî xwestina lînca bi hezaran kesî hatibûn. *3'yê çileyê: Koma nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên ji 10 kesan pêktên li Erzincanê bi armanca şermezarkirina lînça li Edîrneyên pêk hat hatin cem hev û daxuyani dan çapemeniyê. Li gorî şahidên bûyerê dema komê daxuyanî dida hinek endamên Ocaxa Alperenê esnaf sor kirin û nêzî 30 kesan xwestin komê lînç bikin.

*5'ê çileyê: Li Taxa Kazanli ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê şerê di navbera 2 ciwanên lîseyî de pêkhat vergeriya şerê nîjadî (kurt-erep) 6 kes birîndarbûn.

* 6'ê çileyê: Li semta Selendî ya Navçeya Kula ya Manîsayê ji ber kişandina cigarê nîqaş derket û ev yek ji aliyêm MHP'iyan ve vegerandin provokasyonê. Komek nêzî 1500 kes 25 mal, 10 kare û gelek wesayîtên ayîdî Romanan taxîpkirin. 70 malbatên Romanan ji ber ewlehiyê çûn cem xizmên xwe yên li Gordesê. 400 Romanên mal, kargeh û wesayîtên wan hatin taxrîpkirin bi zorê navçe terkirin. Di vê demê de 3 kes birîndarbûn û di nav de jin û zarok jî heyî gelek kes maxdurbûn.

*2'yê nîsanê: Xwendekarê Lîseya Anadolu ya Şaxê yê bi navê Mehmet Nûrî yê 14 salî li Gundê Hangedîkê yê Navçeya Ebexê ya Wanê ji aliyê leşkeran ve nêzî sînor hate qetilkirin.

*23'yê nîsanê: Şivanê bi navê Îzzettîn Boz ên 14 salî dema ku li Bajaroka Reşmilê ya Navçeya Yeşîlliyê ya Mêrdînê pez diçerand madeyek dîti û di encama teqîna wî madeyî de jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku muhîmat ayîdî leşkeriyê bû.

*24'ê nîsanê: Welatiyê bi navê Eşref Bargin ê 20 salî û Pismamê wî Volkan Bargîn li Gundê Axurka Jorî ya Navçeya Qelqeliyê ya Wanê ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin gulebarankirin. Di encama gulebarankirinê de Eşref Bargîn jiyana xwe ji dest da û Volkan Bargîn jî bi giranî birîndarbû. Li gorî şahidên bûyerê her du kes bi saxî hatin girtin û pişt re hatin gulebarankirin.

*25'ê gulanê: Dema ku zarok nêzî Kişlaya Orgeneral Musatafa Muglali ya li Navçeya Qelqeliyê ya Wanê dilizîtin teqîn pêkhat û zarokê bi navê Oguzcan Akyurek ê 13 salî jiyana xwe ji dest da û 4 zarok jî birîndarbûn. Hate îdîakirin leşkerekî teqemenî avêt zarokan.

*15'ê hezîranê: Welatiyê bi navê Asim Yavruturk ê 24 salî li herêma sazlikê ya di navbera gundên Girêsor û Avesorê ya Navçeya Ebexê ya Wanê hate kuştin. Li gorî îfadeyên şahidan Yavruturk ji aliyê leşkerên tirkan ve hate qetilkirin. Bûyer ji aliyê dozgeriyê ve tê şopandin û di vê çarçoveyê de îfadeyên leşkeran hatin girtin hêj lêpirsîn bi dawî nebûye.

*22'ê hezîranê: Zarokê bi navê Bîrem Basan ê 14 salî li Şirnexê wesayîta polîsan a zirxê li qelîbî û jiyana xwe ji dest da.

*1'ê tîrmehê: Welatiyê bi navê Sînan Gulmuş ê 18 salî yê li Gundê Axurka Jêrî ya Navçeya Qelqeliyê ya Wanê dema ku derbasî Îranê bû ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin.

*19'ê tîrmehê: Welatiyên bi navê Fatîh Ozlener (20), Yaşar Îşîkay (19) û Zafer O. (13) ên li Gundê Avzerkê ya Navçeya Serayê ya Wanê ji aliyê leşkeran ve hatin birîndarkirin.

*22'ê tîrmehê: Zaroka bi navê Canan Saldik a 16 salî dema li Gundê Kurubaşê ya Wanê di encama guleyek li serê wê ket jiyana xwe ji dest da. Hate îdîakirin ku gule ji Kişleya Hacibekirê hate. * Di 25'ê tîrmehê li Navçeya Înegolê ya Bursayê komeke nijadperest êrîş bir ser mal û kargehên kurdan. Di bûyeran de 53 kes hatin binçavkirin, 8 kes birîndar bûn û 35 kes jî rastî lincê hatin. Waliyê Bursayê êrîşkar, bi gotina "Kesên teşebûsa lincê kirine, hes welatê xwe dikin, ji ber ku eraq vexwarne tevli bûyerê bûne" parast.

* 26'ê tirmehê; Li Navçeya Dortyolê ya Hatayê komên nijadperest bi hinceta kuştina 4 polîsan, avahiya Rêxistina BDP'ê ya Hatayê, gelek kargeh û weseyîtên kurdan dan ber agir. Nêzî 100 kurd rastî teşebusa lincê hatin. Di encama bûyerê de kesek bi giranî birîndar bû.

* 16'ê îlonê: Li Colemêrgê minîbûsek ku ji Gundê Peyanisê rêwî dibirin, navenda bajar, pêlê mayînê kir. Di encama teqîne de 9 gundiyan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bû. Piştî teqînê li cihê bûyerê 2 mayinên antî-tanq yên MKE, çandeya li ser "Hakkarî Hatirasi Dag ve Komando Tugayi" hatiye nivîsîn, hate dîtin.

*29'ê îlonê: Li Bajaroka Bajêrgeyê ya Gevera Colemêrgê, di encama gulebarana leşkerên Îranê de welatiyê Îranê yê bi navê Îsa Îbrahîmzadeyê 14 salî jiyana xwe ji dest da.

* 6'ê cotmehê: Di çoltera Gundê Findikê ya Navçeya Basaya Şirnexê, di encama teqîna teqemeniyê de Ahmet Îmreyê 12 salî jiyana xwe ji dest da. Zarokek din yê yemen temenî jî birîndar bû. Cihê teqînê nêzî qada leşkerî bû. -

* 11'ê mijdarê: Nêzî Gundê Aslantepe ya di navbera Cizîr û Hezexê de ye zarokên bi navê Beşîr û Nûjiyan yên 4-6 salî dema ku li baxçeyê qereqola kevin dilîstin, di encama teqîna teqemeniya ku li wê derê dîtibûn, bi giranî birîndar bûn û zarokê bi navê Rojîvan jî jiyana xwe ji dest da.

DÎHA (lg/ft/ay/mae)