1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bûyerên li Babê diqewimin û 'Pêşmergeyên Rojava' ku dîsa dikin rojevê
Bûyerên li Babê diqewimin û 'Pêşmergeyên Rojava' ku dîsa dikin rojevê,bûyerên,li,babê,diqewimin,û,pêşmergeyên,rojava,ku,dîsa,dikin,rojevê

Bûyerên li Babê diqewimin û 'Pêşmergeyên Rojava' ku dîsa dikin rojevê

Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Hûlûsî Akar beriya bi çend rojan got, "operasyona Babe qediyaye". Piştî vê medyaya şerê taybet got, "Bab bi temamî hate bidestxistin."

A+ A-

Tuesday, February 21, 2017 10:04 AM MINBIC - SEYÎD EVRAN Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk piştî vê daxuyaniyê bi çend saetan bi hinceta ku ji daxuyaniyên Akar gotin rast nehatine wergirtin daxuyaniyeke dî da û gotinên Akar derewand.

Piştî van daxuyaniyan nîqaşên wiha çêbûn: "Mertala Firatê wê bidome yan na, wê heta bi Reqa, Minbicê biçe?" Di vê navbeynê de Hekîm Beşar ê ku bi MÎT’ê re tevdigere û piştre jî Azîz Weysî got, "Dema wê ye ku Pêşmergeyên Rojava li Rojava vegerin."

'‘WATEYA GOTINA, ‘EL BAB QEDIYA’ EV E: EM LI BABÊ TÊK ÇÛN'

Daxuyaniya Serekerkanê Tirk yê ku li gel Serokkomarê Tirk Erdogan li Bahreynê gotî, ‘’operasyona Babê qediya’ tê wateya, ‘em li Babê ketin çiravê’’ Piştî vê daxuyaniyê 4 rojan artêşa Tirk û çeteyên pê ve girêdayî, li kozikên xwe yên dora Babê kişiyan, ti êrîş pêk neanîn, ev jî ispata vê mikurhatinê ye. Artêşa Tirk û çeteyên pê ve girêdayî 4 rojan bi obûs, tang, topan Bab bombe kirin.

Daxuyaniyên Akar dihatin wê wateyê ku li Babê ew nema dikarin bi pêş ve biçin. Nûnerê Enqere yê Rojnameya Sabahê Muderrîsoglu hin hincet diyar kirin.

Muderrîosglu diyar kir ku di operasyona Babê de ew hatine qonaxeke krîtîk û ji niha û pê de ji bo ku pir nazik e wê giranî bi pêş ve biçin. Muderrîsoglu sedema pêşveçûna bi giranî sivîlên li bajêr nîşan da lê dema ku mirov li hijmara sivîlên ku di êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de hatin kuştin dinere, diyar e ku sedem ne sivîl in. Daxuyaniyên Akar, Serekerkaniyê û Muderrîsoglu nîşan didin ku li Babê ketine çiravê û ji vê qonaxê û wê de zêde nema dikarin bi pêş bikevin.

ÇAVDÊRÊ MAFÊ MIROVAN Ê SÛRÎ HIJMARA MIRIYÊN SIVÎL TIM PAR VE DIKE

Çavdêrê Mafê Mirovan ê Sûriyê ku navenda wê li Ingîltere ye, di daxuyaniyên demên cihê de hijmar û navê sivîlên ku li Babê di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de bi raya giştî re par ve kir.

Çavdêrê Mafê Mirovan diyar kir ku li navenda Babê û gundên derdorê heta niha piranî zarok, extiyar û jin 409 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Dema ku mirov li vê hijmarê binere diyar e ku hinceta Moderrîsoglu qet ne rast e. Ya rast ew e ku nikarin li Babê bi pêş bikevin, gelek windahiyên wan hene û daxuyaniya Akar a ku gotî ‘’operasyon qediyaye’’ nîşan dide ku êdî wê nema bikaribin bi pêş ve biçin.

Li gel ku Tirkiye bi Rûsya re û di ser Rûsya re bi rejîma Sûriyê re li hev kir jî, diyar bû ku li Babê pir windahiyên wan hene û nema dikarin bi pêş ve biçin.

Li gel gotinên Muderrîsoglu ku digot ji ber sedema sivîlan operasyon giran bûye jî, piştî bi 4 rojan artêşa Tirk û çeteyên wan bi hêzên xwe yên ku li gundê Ebu El Zendîyn civandin dîsa êrîş birin ser Babê. Li Babê û derdora wê şer berdewam dike. Ev jî nîşan dide ku gotinê Akar û Muderrîsoglu ne rast in û ji bo ku tiştek ji wan nayê hewldana dagirkirina Babê hatiye ber rawestandinê.

DI DEMEKE WIHA DE NÎQAŞA ÇETEYÊN ROJAVA TÊ ÇI MANEYÊ?

Ji bo ku Tirkiye li Babê kete çiravê çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA). Bi CIA û Serekerkanê DYA’yê re hin hevdîtin kirin. Ji hêla her kesî ve hate axatin ku mijara van hevdîtinan Bab, Minbic û Reqqa bû. Derkete holê ku di van van hevdîtinan de planeke têkildarî çeteyên Kurd jî Tirkiyê daye DYA’yê.

Fermandarê Hêzên Taybet ê PDK’ê Azîz Weysî, di rewşeke wiha de ku Tirkiye li Babê têk çûye dibêje, dema wê hatiye ku bi piştgiriya DYE û hêzên Koalîsyonê pêşmergeyên Rojava biçine Rojava. Ku mirov bibêje ev daxuyaniya Weysî têkildarî têkçûna li Babê û hevdîtinên di navbera Tirkiye-DYA’yê de wê ne şaş be.

Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye ya ku li Babê têk çûye, dîsa hêviya xwe bi şerekî nav Kurdan ve girêdaye. Ji bo vê jî hin kesên ku endamên MÎT’ê ne lê li ser navê Kurdan diaxivin dîsa ev rojev çêkirin. Du sedemên vê hene ku dikin rojev; 1- pêvajoya şer di nav Kurdan de dîsa bidin destpêkirin û 2- têkçûna li Babê bidin jibîrkirin. Ev jî nîşan dide ku di nav planê de planeke dî sazkar kirine.

Daxuyaniyeke dî ya ku vê destek dide ji hêla A.Hekîm Beşar ve hate dayin: ‘’Tirkiye bi bidestxistina Cerablûsê serketineke mezin bi dest ve anî. Heke Minbic û Reqqa jî were bidestxistin wê bibe serketineke mezin.’’

Hekîm Beşar bi vê daxuyaniya xwe nîşan da ku ne li ser navê Kurdan diaxive lê li ser navê Tirkiyê siyasetê dike. Ev ji hêla raya giştî ya Kurd ve hatiye fêhmkirin.

Minbic bi operasyona 73 rojan a hêzên YPG/QSD’ê û bi 264 berdêldayinî hate azakirin. Hekîm Beşar dibêje ku Mincbic ji hêla Tirkiyê ve were standin ev serketineke mezin. Gelo Beşa dizane ku raya giştî ya Kurd dibêje, ‘’gelo dizane Kurd wê wî di îxanate wî de bifetisînin?’’

Ku ev hemû geşedan werin cem û mirov binere diyar e ku Tirkiye li Babê ketiye çiravê, ku Tirkiye ji nû ve dest pê bike jî zêde nikare bi pêş ve biçe û vê bi ‘bila sivîl nemirin’ vedişêrin. Her ku Tirkiye li Babê diçikize planên şerê nav Kurd bi hin Kurdên noker û yên girêdayî MÎT’ê dixwazin sazkar bikin û têkçûna xwe ya li Babê bincil bikin.