1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Cewahirên Kurdî Derket
Cewahirên Kurdî Derket,cewahirên,kurdî,derket

Cewahirên Kurdî Derket

A+ A-

Pirtûka Xelîlê Çaçan Mûradov a bi navê Cewahirên Kurdî ku berhemeke sedsala 20’mîn e, bi derengî be jî derket pêşberî xwendevanên kurd.

Di destpêka sedsala 20’mîn re li Tirkiyeyê her çiqasî edebiyat û nivîskarî ketibe demeke stewr jî, kurdên Kafkasya di wê demê de dewra xwe ya herî dewlemend jiyîne. Di warê xwendin û nivîsandinê de jî dema herî bi adan dîtine. Romana Erebê Şemo ya bi navê Şivanê Kurmancan jî, yek ji wan berheman e ku ji wê demê maye û îro pirtir tê naskirin.

Ev pirtûka Xelîlê Çaçan jî ji wê dema bihuştî ye ku îro ji wê bihuştê tenê ev mane. Ev pirtûka tehmxweş, bi çêj û gotinsivik jî ji kurteçîrokên pir kurt û kurd ên wê demê pêk tê. Xelîlê Çaçan metequlk û belkî serboriyên ku wê demê guhdarî kiriye û parçeyekî girîng ê çand û kevneşopa kurdî ne, nivîsiye.

Metequlkên Xelîlê Çaçan hin ji rûpelek an jî du rûpelan pêk tên, hin jî ji nîvrûpelê pêk tên. Wekî meseloka ku yek diçe ber behrê û dinihêre mirovek pêlên behrê dihejmêre, lê her ku pêl tê ew dibêje “yek”. Bi meraq ji mêrik dipirse ku çima her tim dibêje yek, lê mêrik bersivek wisa dide ku kes li ser nefikiriye. Bersivek mêrik jî belkî nihêrînek dunyewî ye, ku dibêje: “her pêla ku tê, wisa jî diçe, ji ber wê timî ji nû ve dest pê dikim.”

Meselokên Xelîlê Çaçan bi piranî ji tiştên wiha balkêş pêk tên. Jixwe jiyana wî bi têra xwe di nav demên wiha re derbas bûye ku ji aliyê dewlemendiya çandî û kevneşopiyê ve di asta herî bilind de bû. Ew jixwe di hewlek wisa de bû  ku kurdîniyeke nedîtibû ava bike, ji xeyalên xwe. Ji bo vê, bi salan ku serokatiya Radyoya Dengê Yêrîvanê dikir, ji bêhna azadî û hemû hêviyan li stranan dikir û dişand pişt sînoran. Wî di wan kêlîkan de pir meselok û metequlk guhdar kiribû. Ji bav û kalan, dê û pîran guhdariya xeberoşkan kiribû. Dema mirov li nivîsandina wî dinihêrî jî, mirov fam dike ku îlhama nivîsandina berhemeke bi vî rengî ji zimanekî din standiye. Û ev yek di avakirina qalib û hevokan de xwe xuya dike.

Cewahirên Kurdî belkî navê herî xweş e ku wî li van berheman kiriye. Û belkî derdê wî ew bû ku bîne bîra me bê tew çiqas cewahir jî bi erdê xwezayê de çûne.

Bi hêviya ku hûn jî bixwînin û çendek cewahiran jî hûn binivîsin û ji mirinê rizgar bikin.

Xelîlê Çaçan, Cewahirên Kurdî, Weşanxaneya Lîs, 2010, 112 rûpel, biha 10 TL


Bêjeyên Miftehî