1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cezakirina Azadiya Welat karesat e
Cezakirina Azadiya Welat karesat e,cezakirina,azadiya,welat,karesat,e

Cezakirina Azadiya Welat karesat e

A+ A-

Li Herêma Federal a Kurdistanê, nivîskar û rojnameger Ferîdun Saman, zextên li ser rojnameya Azadiya Welat şermezar kir. Saman, anî ziman ku ew vî cezayên ku li Midûrên rojnameyê hatine birîn wekî karesatê dibînin.

Li Herêma Federal a Kurdistanên, nivîskar û rojnameger Ferîdun Saman, zextên li ser rojnameya Azadiya Welat şermezar kir û ceza wekî karesatê nirxand. Saman piştgirî da midûrên Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê ya Rojnameyê Azadîya Welat Vedat Kurşun û Emîne Demîr ên ku bi zêdetirê sedan salan ceza girtine. Saman, destnîşan kir ku li Amedê ji hin nivîskaran re ji ber ku peyva Kurdistanê bikaranîn salek ceza hatiye birîn û wiha got: "Li gorî min di demek ku dewlet behsa azadî û vekirinê dike de dem hatîye ji bo ku zimanê kurdi weke têgehekê bike nava têgehên, darazê. Her wiha divê ku astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin."

Ji bo rojnamevanan bitirsînin ceza didin wan

Saman, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çavê rojnamevanên kurd ev qas ceza didin wan û helwesta dewletê ya li hemberî rojnamevanên kurd şermezar kir. Saman, cezadayîna Emîne Demîr û Vedat Kurşun bi zimanek tund şermezar kir û wiha pêde çû: "Ez vê yekê layîqê dewletek ku behsa azadî û demokrasîyê dike nabînim. Ev yek li gel têgehên mafê mirovan û sistemên dewletên cihanê neqenciye."

Dema çareserîyê hatîye

Saman, di dawîya axafina xwe de bang li dewleta Tirkiyeyê kir û destnîşan kir ku dema çareseriya pirgirêka kurd hatiye û ev tişt gotin: "Lazime dewleta Tirkiyeyê mafê gelê kurd bi pejirîne. Her wiha daxwazên kurdan yên xweseriyê jî lazime bên qebûlkirin. Bila dewlet pêkutiyên li ser rojnamevanên kurd rake û azadiya ziman nasbike. Eger ev pirsgirêk li ser esasên demokratîk neyê çareserkirin, li bakurê Kurdistanê dê bibe sedeam şerek mezin. Ji ber wê yekê jî divê dewleta Tirkiyeyê bi hişmendi û baldar tevbigere, lêkilîyek baş bi kurdan re dane."

DÎHA (at/lg/mae)