1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên tirk fêrî kurdî dibin
Ciwanên tirk fêrî kurdî dibin,ciwanên,tirk,fêrî,kurdî,dibin

Ciwanên tirk fêrî kurdî dibin

A+ A-

Piştî niqaşên duzimaniyê ketin rojeva Tirkiyeyê û daxwazên kurdan ên perwerdehiya zimanê zikmakî pêş ket, li Zanîngeha Pamukkale (PAU) jî xwendekarên tirk, li Denîzliyê dest bi kursa kurdî kirin.

Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Pamukaleyê, dest bi dersdayina kurdî kirin. Yekem car li Denîzlî kursên perwerdehiya kurdî ji aliyê xwendekarên kurd ve vebû. Kursên ku 3 meh berê ji aliyê xwendekarên kurd ve hatin vekirin 30 xwendekaran qeydên xwe çêkirin û dest bi perwerdehiyê kirin. Kursên ku li salona avahiya BDP'ê tê dayîn, rastî eleqeya xwendekarên tirk jî tê. Xwendekarê kursa kurdî Omer Çîftçî, diyar kir ku meraqa wî ya li hemberî kurdî 4 sal berê bi xwendina Azadiya Welat dest pê kir. Çîtftçî, anî ziman ku piştî dest bi xwendinê kir tama dewlemendiya kurdî fêr bû û bi xwendina Azadiya Welat kurdiya xwe pêş xist. Çîftçî, anî ziman ku wî bi piştgiriya KURDÎ-DER'ê kurs vekiriye û di nava 30 xwendekaran de 2 xwendekarên tirk jî hene.

DÎHA (mae)