1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Dana Celal: Federaliya Demokratîk çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn pêşkêş dike
Dana Celal: Federaliya Demokratîk çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn pêşkêş dike,dana,celal,federaliya,demokratîk,çareseriya,aloziyên,rojhilata,navîn,pêşkêş,dike

Dana Celal: Federaliya Demokratîk çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn pêşkêş dike

A+ A-

Nûçegihanê ANHA‘yê Cîhad Roj der barê belgeya siyasî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê, hepeyvîn bi nivîskar û lêkolînerê Kurdistanî Dana Celal re kir.


Cîhad Roj: Gelo we belgeya siyasî ya MEclîsa Damezîrner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê xwendiye, ger we xwendibe hûn bendên wê di aliyê siyasî de çawa dibînin?


Nivîskar Dana Celal: NavEroka belgeye, piştî têkçûna bihara gelan, nêrînên şoreşê derdixe pêş, di hindirê wê de demokratîbûyîn heye. Ev jî piştî ku hêzên tarî li hember hêzên demokrasîxwaz ên ku şoreş dane destpêkirin, pêk hat.


BELGE SERKEFTINEK E JI BO GELÊN SÛRÎ


Belge bi bendên xwe yên siyasî têgehên hevbeşiya aborî, siyasî; wekhevî di aliyê belavkirina berhem û desthilatdarî pêş dixe, her wiha wekheviya di navbera jin û zilam de xurt dike. Di belgeyê de her wiha projeya çareseriya federaliya jeogragî dûrî sîstema netewdewlet pêşniyar dike.

Federaliya xaknîgarî navê Rojava jî di xwe de diparêze. Em dikarin vê yekê wekî serkeftineke mezin bi nav bikin. Ji ber ku wê pirsgirêka girêdana Kobanê û Efrîn çareser bike. Piştî demeke ji belavbûna fikirê radîkan û nejatperst ev belge wekî serkeftineke mezin ji bo gelê Sûriyêye.


- Xalên ku di vê belgeyê de bala we kişandine çi ne?


Ev belge bingeha Sûriyê wekê welatekî yekgirtî diparêze. Xalên wê jî hevpeymaneke civakî di navbera gelên azad, ol, mezhebên cuda çêdike. Sernavê sereke yê vê hevpeymanê hewldana rakirina sîstema netewdewlet, nejatperest û qanûnên wê radike û demokratîkbûyînê ava dike. li aliyekî din sîstema wekheviya belavkirina serkeftiyan û biryarkirina hevbeş pêş dixe.


BELGE JI BO GELÊN SÛRÎ ŞOREŞEK FIKRÎ YE

Belgeya siyasî têgînên nû li Rojhilata Navîn wekî; welat, dewlet, sîstema siyasî, civakî, aborî pêşniyar dike. Fikirê şoreşa Sûriyê ku ji aliyê rêxistinên terorstî ji wateya wê hatibû derxisitn, vedigerîne fikirê wê yê dirûst.


- Gelo cudabûna projeya sîstema federaliya demokratîk ji projeyên din ên ku ji bo çareseriya alzoiya Sûriyê hatine pêşniyar kirin çi ye? Di nêrîna we de ev proje dê karibe aloziyan çareser bike?


Em dikarin derbarê vê pirsê de 3 xalên girîng bînin ziman:


1- Projeya rêjîmê: Ev proje desthilatdariyê, zor û nejatperestiyê dide pêş. Dixwaze ji nakokiya qezenc bike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne, hewl dide ku Sûriyê vegerîne dema beriya şoreşê.


2- Projeya muxalefetê bi herdu beşên; teror û beşa girêdayî dewletên Kendav û Tirkiyê: Ev prjoe dixwaze Sûriyê parçe û lawaz bike û saziyên dewletê birûxîne. Projeyeke dixwaze tenê navan bide guhartin lê hîn jî sîstema desthilatdar biparêze. Ev proje hîn ji teror û destdhilatdariyê paşketîtire.


3- Projeyên herêmî û dewletî: Dixwaze plan û berjewendiyên dewletên derve biparêze, xala herî girîng di kûrkirina aloziyên di hermên de ne.


Di hemam demê de ku hîna tu çareseriyên demkî ji bo aloziyê nihatine peydakirin. Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk pirreng e dikare biser bikeve ji ber ku bi tevlêbûna her pêkhate, ol û mezhebên Sûriyê hatiye amadekirin.


– Di belgeya siyasî ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de daxwaz dike ku navê Sûriyeyê ji Komara Erebî ya Sûriyeyê bibe Komara Federaliya Demokratîk bê ku cûdahî têkeve nava netew,  ol û hemû pêkhateyên Sûriyeyê bigire nava xwe, hûn vê mijarê çawa dinirxînin?


Dema ku dewlet xwedî pir netew û ol be, divê navê dewletê hemû pêkhateyan îfade bike. Lê belê ne mumkine ku ev yek pêk were. Çareseriya vê yekê ew e ku navekî hevbeş hemû pêkhateyan bide îfadekirin, werê peydakirin. Mînak Tirkiye weke dewlet bi navê xwe tenê yek netewê dide îfade kirin û hemû netewên dîtir ên li Tirkiyê dijîn înkar dike. Navekî netewperest ne mentiqî ye û ji zanistê dûr e. Ji ber netewperestiya Tirkiyên Kurdên Bakurê Kurdistanê dijîn ji wan re dibêjin Kurdên Tirkiyê.


Sûriyeyê welatekî pir netew e, navekî nû erebên Sûriyeyê înkar nake, navê Komara Sûriyeya Federal hemû pêkhate digre nava xwe.


– Di belgeyê de hatiye gotin ku divê di pêşeroja Sûriyê de mafên jin werin misogerkirin. Di destûrê nû de bendên ji hemû aliyan ve wekheviya jin û mêr misoger dikin werin nivîsandin. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?


Di hemû civakan de pêşketina asta civakê bi jin ve girêdayî ye. Di hevpeymana civakî de bendên girêdayî rewşa jin ji aliyê fikir, aborî, civakî û siyasî ve asta wê civakê diyar dike.


Tecrûbeya jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hevserokatîya partiyan, mekanîzmeya rêveberiyê, parastina cewherî û aliyê leşkerî ve deskeftiyên jin divê bi rêya hevpeymana civakî werê belavkirin. Ev yek dê çarenûsa Sûriyeyê diyar bike û pêşketin li Sûriyeyê çêbike.


– Di belgeya siyasî de her pêkhateyek ji aliyê ziman, perwerde, huner  û olî ve mafên xwe diparêze, ji bo  pêkhateyên Suryan, Kurd, Ermen û Tirkmen her yek bi zimanê dayîka xwe perwerde bibe, Hûn vê yekê çawa dinirxînin?


Dema ku behsa hevpeymana civakî tê kirin divê hemû pêkhate, ol û mezheb cihê xwe di nivîsandina vê hevpeymana civakî de bigirin. Hevpeymanekî ku bi ziravî behsa çand, huner û zimanê hemû pêkhate nekin, ew hevpeymana civakî hatiye bombekirin û dê rojekê biteqê. Dema ku ew hevpeymana civakî biteqê ne tenê netewek dê hemû pêkhate hesabê vê yekê bidin. Di hevpeymaneke demokratîk de dê hemû pêkhate pêşbikevin û bighîjin mafên xwe.


- Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk di belgeya siyasî de dibêjin ku ew ji danûstandin û diyalokê bi hemû hêzên Sûriyê yên niştîmanî re bikin, hûn vê yekê çawa şîrove dikin?


Rastiyek heye û dibe ku em li xwe mûkir werin ew jî tu aliyên siyasî yan opozisyon nikarin Sûriyê ji aloziya wê rizgar bikin. Rûxandina Sûriyê bi tevlîbûna herkesî dê werê avakirin. Ji bo diyaloka Sûrî-Sûrî biserkeftî derbas bibin divê ew diyalok ji destwerdana derve dûr bin.


- Ji bo aloziya Sûriyê were çareser kirin, çi ji hêzên Sûriyê têxwestin?


Nirxandina li ser `Sûriya piştî Esed` nema tê kirin. Hêzên herêmî û Navnetewî û bi taybet piştî hevdîtinên (Rûsiye, Tirkiyê û Îranê) li Sûriyeyê rastiyeke dîtir hate ferz kirin. Divê polîtîka ji rastiyeke nû destpê bike. Rewşa heyî ji her demê zêdetirîn ferz dike ku di navbera aliyên Sûriyeyê danûstandin û diyalok çêbibe. Gava yekemîn di navbera hêzên demokratîk guftugo destpê bike, bi hev re bibin yek û weke yek aliyekî bi bandor diyalokê bi aliyên dîtir re bikin.


– Li gorî nêrîna we çima hinek hêzên Sûriyeyê ji têgeha federaliyê ditirsin?


Di aliyê siyasî de çavkaniya tirsa wan; fêmnekirina Federaliyê ye. Sîstema Federaliyetê ya li dewletên pir netew, ew dewletên yekîtiya wê herî zêde xurt e. Tecrûbeya Îmarat û Hind a çareseriya sîstema federaliyetê kêm û pêşketiye.


Her wiha hêzên civakî yên netewan ditirsin ku desthilatdarî û xenîmeta xwe wenda bikin. Ji ber federaliyet ne welatan desthilatdariyan parçe dike.


– Gelo ev belge dikare aloziya Sûriyeyê ber bi çareseriya demokratîk ve bibe?


Belge di xîtaba siyasî ya Sûriyê de dê guhertinên fikrî û torî bi xwe re bîne. Ji ber ew çareseriyên dûrî ferasetên şovînîzm û netewperestiyê pêşkêş dike. Ji desthilatdariya yek partî, yek serok, yek netew û yek ziman dûr e. Piştî 6 salan çarserkirina pirsgirêkên Sûriyê  pêwîst e ji rê û rêbazên berê dûr bimîne.