1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di teqîna li Farqînê de 8 kes birîndar bûn
Di teqîna li Farqînê de 8 kes birîndar bûn,di,teqîna,li,farqînê,de,kes,birîndar,bûn

Di teqîna li Farqînê de 8 kes birîndar bûn

A+ A-

Li Farqînê li ser rêya girseyê meş lê pêk dianî de teqîn pêk hat û 8 kes birîndar bûn. Piştî teqînê bi sedan kesên li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê civiyan, meş li dar xistin.

Bi banga Rêxistina BDP'ê ya Farqînê bi sedan kes, bi armanca balkişandina ser operasyona 19'ê kanûnê ya li girtîgehan pêk hat û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li ber Lîseya Farqînê li hev civiyan. Girseya ber bi avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê ve meşiya rastî astengiya polîsan hat. Li ser israra girseyê bi şertê meşa li ser pêyarêyê destûr hate dayîn. Dema girse di ber Midûriyeta Polîsan a Farqînê de derbas dibû teqînek qewimî. Di dema teqîn qewîmî de polîsan bi çekên otomatîk gule bera hewa dan. Piştî teqîna ku sedema wê nayê hêj nehat hînbûn 8 kesên birîndar bûn, rakirin Neweşxaneya Dewletê ya Farqînê û ji wir jî sewqî nexweşxaneyên Amedê.

Bi sedan kes meşiyan

Bi sedan kesên ji teqînê agahdar bûn jî li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê civiyan. Sêrokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Abdullah Eflatun derbarê rewşa birîndaran da gel agahdar kir. Eflatun, diyar kir ku di teqînê de 8 kes birîndar bûne û wiha got: "Hevalekî me ji destê xwe birîndar bû. Tiliyên wî jê bûne. Hevalekî me çavekî xwe winda kir. Destê hevalekî me yê din jî jêbû." Piştre bi sedan kesan dirûşmeyên, "PKK gel e, gel li vir e", "Tolhildan tolhildan" û "Bijî Serok Apo" qêriyan û ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê ya birîndar lêne ve meşiyan. Li navçeya hemû esnafan derabeyên xwe girtin, alozî didomin./..

DÎHA (gla/mae)