1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Divê dewlet YÎBO'yan bigire'
'Divê dewlet YÎBO'yan bigire',divê,dewlet,yîbo,yan,bigire

'Divê dewlet YÎBO'yan bigire'

A+ A-

Di demên dawî de careke din YÎBO ji ber skandalan di rojevê de ye û ev yek dibe sedema bertekên kedkarên perwedehiyê. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Abdullah Karahan, diyar kir ku YÎBO piştî îlana komarê bi polîtîkayên yek ziman, ol, netew û nijad hatin avakikirin û wiha got: "Tişta herî baş dewlet bike ew ku YÎBO'yan bigire. Pirsgirêk tenê 4 û 5 kesan berpirsiyar bigirin çareser nabe."

Dibistanên Herêmê yên Leylî (YÎBO) ji ber skandalê careke din di rojevê daye. Xwendekarên li van dibistanan dixwînin piranîna wan ji ber nedenên fîzîk û sedemên din in. Zarokên hêj biçûk li YÎBO'yan bi hişmendiya leşkeriyê tên perwerdekirin, di serî de rêza xwarin, cihê razanê û dolabên cilan nîşandide ramana leşkeriyê pêktînin. Li gorî danyeên Egîtim Sen'ê li Tirkiyeyê di nava salên 2010-2011'an de 574 YÎBO hene. Li van dibistanan bi giştî 265 hezar û 285 xwedekar perwerdehiyê dibînin û 13 hezar û 571 mamoste jî peywirdar in.

'Dibistanên YÎBO çanda civakê esas nagirin'

Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Abdullah Karahan, YÎBO'yên di demên dawî de bi skandalên xwe di rojevê dane nirxand û anî ziman ku rastiya dibistanên YÎBO tenê bi skandalên demên dawî sînor nîn e. Karahan, bilêv kir ku YÎBO berdevam mektepên aşîretan ên di dema dawî ya Osmaniyan de hatin avakirin in û her wiha wekî avakirina Alayên Hamîdiyeyê ne. Karahan, da zanîn ku YÎBO piştî îlana komarê bi polîtîkayên yek ziman, ol, netew û nîjad hatin avakirin û her wiha çanda civakê jî esas nagirin û wiha got: "YÎBO bi awayekî zelal bi polîtîkayên asîmîlayonê tên rêvebirin. Li vir mafên zarokan tên îstîsmarkirin. Li YÎBO'yan asîmîlayona ziman û çandê pêktê. YÎBO'yan tu caran ji bo kes bê perwerdekirin û pêşbikeve esas nagire. Armanca wan ew ku kesên xwe înkarbikin, ziman, çand, ol, rend û malbata xwe jibîr bikin bi afirînin e."

'Skandalên pêktên ji polîtîkayên dewletê serbixwe nîn in'

Karahan, destnîşan kir ku dibistanên YÎBO herî zêde cihên kurd lê dijîn hene û wiha axivî: "Dibistanên YÎBO cihên tacîz, jehrbûn û birçîbûn lê tên jiyîn in. Tiştên li vir tên jiyîn hemû li gorî polîtîkayên dewletê yên bingehîn in. Kesên berê li vir rêveberî kirin tevlî diziyan û rêxistinên din dibin. Hemû Amed û Tirkiye jî dizane. Tişta herî baş dewletê bike ew ku YÎBO'yan bi temamî bigire ye."

'Bila YÎBO'yan bigirin û dibistanên nû vekirin'

Karahan, daxuyand ku ew ji bo mijar bi temamî çareser bibe xebatan dikin. Karahan, anî ziman ku zarokên perwerdehiyê ji malbatên xwe dûr dibînin gelek bi hêz nîn e. Karahan, da zanîn ku divê dewlet demildest YÎBO'yan vala bike û dibistanên nû avabike.

DÎHA (ft/mae)


Bêjeyên Miftehî